Gelî xwendevanên delal! Eger Rebbê me Ellah Te’ala destûr bide emê di vê nivîsa xwe de li ser mijara “Felekê” bisekinin û li ser bikaranîna wê ya di folklora kurdî de hûr bibin.
Her wekî ku hun jî dizanin “Felek” di gelek ‘ilmên îslamî ê wek tesewif, Felekiyat û kelamê de jî xaleke muhîm e. Gelek ‘alimên Îslamê ê wek Îbnî Sîna û Suhrewerdî li ser fikirîne û nezerîyeke taybet di vî warî de saz kirine. Lê ji ber ku mijara me ya eslî ev nîne em li vir qena’eta xwe bi vê beyanê tînin û derbasî mijara xwe dibin.
Peyva “Felekê” di luxetê de wek asîman, qubbeya asîman a li ser axa rast, dem û dewran, rêgeha geşt û gerra seyyareyan, cihan, feza û… hwd hatiye tarîfkirin. Di ‘ilmê felekiyatê (astronomi) de “Felek” ew cîhe ku geşt û gerra sitêrkan tê de bikar tê.
Bi rastî folklora Kurdî folkloreke zor dewlemend e. Em dikarin bêjin ku rengejîna kurdewarî di vê folklorê de xwedî roleke taybet e. Jîn û rengên jînê bi her awayî di vê folklorê de xweş û lihevhatî direqis in. Felek jî yek amûreke muhîm e ku di folklora Kurdî de, nexasim di gotinê pêşîyan û sitranan de bi awayake serkeftî hatiya bikaranîn.
Di folklora Kurdî “Felek” carna perdeyeke ku însan sûcê hemû tiştên bê oxir û bê yewm ê di jiyanê de di pişt de vedişêre an jî hemû qebahetên xwe lê bar dike. Wek mînak di hinek destanên Kurdî de bi gotinên wek “Felek bêbext e, Felek bavê kesî nîne, Felekê oxira me reş gerand, Felek mala te bişewite, te mala me xera kir, konê me ji nav kona rakir, agir bi kadîna Felekê bikeve, ka û gihayê wê bişewitin, lewra wê agir bi mala me xist, bayê Felekê li milê minê çepê xist bi ser ê rastê de ba da, Felekê qert û qidûmê min şikênand, Felekê rê neda, kes li ber bayê Felekê nikare xwe ragre, kevir jî li ber bayê Felekê dihelin, melekê mewtê Ezraîl qasidê qolfelekê ye…” û hwd. Di vê maneyê de hatine bikaranîn.
Disa di folklora kurdî de nexsim di hinek sitranan de Felek wek qedera însan hatîye bikaranîn. Sitranbêj carna gilî û gazinên xwe ji Felekê dikin, jê di xeyidin lê dîsa hemû tiştên ku ji teref Felekê de bi serê wan de hatiye mecbûren qebûl dikin. Ev yek di sitraneke Kurdî de wiha hatiye ziman.
Min go: Felek! Mala te bi şewite
Teyê çi li min wiha kir
Te destê min kir paşila min
Situyê min li min xwar kir
Te bavê min daye kuştinê
Dayika min li xelkê mar kir
Qîz û bûka konê xwe girtin ji ser min bar kir
Kalanîyê konê xwe girt û li min kar kir
Min go: Felek! Mala te bişewite
Qîza, berê xwe ji min fetiland
Jinebîya kêleka xwe bi minda kir
De bese lê, bese lê
Te goştê min xwar
Ji hestiyê min çi dixwazî bese lê
Di hinek sitranên Kurdî de jî “Felek” wek dem û dewran şahidê minawreya jîna însan, wek şahideke qedîm a di hedîseyên jiyana însan de hatiye tarîfkirin. Însan bi saya Felekê fêr dibin ku dinya fanî ye. Lazime însan tûrikê jiyanê ji ‘emelê salih ê wek rojî, nimêj, hevaltiya digel qencan an jî çûna li pêy şopa wan dagre û hê ji vê dinya fanî bar ke. Ev sitrana ku emê li vir teqdîmî we bikin jî yek ji wan sitrana ye ku di vî warî de hatiye hûnandin. Sitrana me li ser derewiya dinyayê, bibîranîna şêx Ebdullahê Meleka û gelek şêx û meşayixên dî hatiye hûnandin. Berya teqdîma sitranê lazim e em kurteagahîyek di derbarê Şêx Ebdullahê Melekan de jî bi we re parve bikin.
Şêx Ebdulllahê Melekan di sala 1885ê miladî de li Gundê Melekan ê ku halê hazir girêdayî Şûşar/Solxan a Çebexçûr e hatiye dinê. Şêx Ebdullah piştî tedrisata ‘ilmê wek postnişînê terîqa Nexşebendî di dewsa Şêx Mehmûdê bavê xwe de dest bi îrşadê dike. Piştî ku Şerrê Cîhana yekem dest pê dike Şêx ‘Ebdullah digel murîdên xwe li dij Ûris şerr dike. Dema ku şer bi dawî dibe û komara Cimhûriyetê li ser xîmê nîjadî û laîsîzmê tê avakirin serhildana Şêx Se’îd dest pê dike. Şêx ebdullahê Melekan jî di vê serhildanê de rola xwe ya taybet bikar tîne û tevlî serhildanê dibe. Di dawîya têkçûna serhildanê de Şêx Ebdullahê Melekan digel 47 hevalên xwe li ber sêdarê di sala 1925ê miladî de wek Şehîdê qiyama Şêx Se’îd ruhê xwe teslîmî Rebbê xwe dike. Rebbê ‘alemê wî û hevalên wî bi rehma xwe şad û bextewar bike.
Ji ber tesîra ku Şêx Ebdullahê Melekan zêde li ser dengbêjên herêmê hebûye dengbêjan gelek sitran li se Şêx Ebdullah çêkirine. Ev sitran jî yek ji wan e. Lê cûdahiya vê sitranê ew e ku maneya peyva Felekê û bikaranîna wê ya di folklora Kurdî de bi awayeke taybet di xwe de dihewîne.
Êdî lazim e em guh bidin dengbêjê xwe. Digel hêvîya dua emanetî Xweda bin û kerem kin.
YAR FELEK[1]
Yar yar yar….
Yar yar ….Felek
Felek! Gemî çûne mane kelek
Zeman bozix e
Dunya xerab e em tê da ne
Te gelek winda kirin xortên çavbelek
Hey mal xerab
Xelq û gundî bûne aşiqê mal û dewletê
Soniya me mirin e
Ez bûme ‘aşiqê Şêx ‘Evdila
Şêxê Meleka
Ez ax dikim dimirim
Jibona bejna zirav
Çav û biriyên reş û belek
Yar yar Feleee...k
Felek!
Sibe ye bi gaz û bêlanê bilind diketim
Gelî kûr bû ez pêda daketim
Xemê dilê min gelek in
Min serê xwe li ser kevir danî ez raket im
Min dî Felek bi ser min da sekînî
Bi sê denga ban li min kir
Go: Dilo tu razayî
Qelbo tu hişyar be
Ca serê xwe rake ji vê xewê
Te ji vê xewê çi maşer kir
Hey mala te mîrat be!
Qey Rebbê ‘Alemê
Ferza limêjê
Girtina rojiyê para te nekir
Hevalê ku ji heft saliyê bi te ra rabûne
Tev mirine terka te kir
‘Emrê te êdî li devê heftê w heştê salî kir
Te li vê dinya derewîn
Çi qazenc kir
Gelo ji xwe ra
Çi maşer kir
Lê lê Felek mala te miratê
Qudûmê çokê te kêm bune
‘Îşiqa çavê te kor bû
Hey mala te miratê
Heval û hogir li dora te nemane
Herçî ku hevalê te hebûn
Temam mirine terka te kir
Ka tu serê xwe rake soniya me mirin e
Qey Rebbê ‘Alemê
Ferza limêjê
Girtina rojîyê para te nekir yar Felek
Lê lê Felek
Min serê xwe ji xewê rakir
Mirina malikxirab siwarê hespê boze
Tevî te viya bi êmrê min kir
Hey wax û wax
Çima minê li ‘emre çûyî
Ji xwe ra kar û ‘emelek nekir
Wayê Felek
Yar yar
Yar Felek
Sibe ye ezê bi gaz û belana diketim bilind cî ne
Di binyê de mêrg û çîmen û çem û çavkanî ne
Bihara me hatiye
Gelo zozanê me hêşîne
Di serîyê re zozanê mala seydayê qedîmî ne
Hela bala xwe bidê
Qebe qeba kewê gozel e
Xelk ji hêlîna kirine
Refê xwe hildane gelo refa digerîne
Mala te mîrat be tu were
Sertacê zozana
Qazgol û Çavreşî Bîngol û Şerefdîn e
Êlekê Xinûs û yekî Qarlîovayê
Derketin li Cotkaniya danîne
Borînê mîha ne
Hatin li ser delava sekinîne
Zozanê me di gula da xemilî ne
Ez wî çax ji xwe ra qûçek lê datînim
Felek xayîn e
Di nava hemîya da Felek qûça min hildişîne
Serê dile min alîkî bi kul e yek bi derd e
Sê pa bi derd e çar paye wî birîn e
Ezê rabim jor da xwe berdim bajarê Diyarbekir
Bajarekî ‘ezîm e bi nav û deng e pir şêrîn e
Ez bala xwe didimê
Temmamî doxtor û hekîm û qomîsyon û sertebîbê ecnebi
Tê da rûniştî ne
Temmamê wan rehber in tarîxçî ne
Emê bidinê rica û dîlekekî
Bira bigere dermanek ji birîna min ra bibine
Hayê Felek
Lê doxtoro! Hoy yo ho yo yo ….
Ezê bi te me heyra tu bi Xwedê kî
Evê birînê kezeba min perritand
Rabe dermanek ji birîna min ra bibîne hayê Felek!
Doxtor û hekîm û qomîsyonê ecnebî
Temam lê diğerin
Ew derdê Xwedayê Te‘ala daye
Rebbî ez bi qurbana te me
Digerin nagerin dermanê vê birîna wî tunîne
Go tu were em ji êvar de digerin
Dermanê birîna te li ba ‘evdê han tunîne
Tîra ‘eşqê li dilê te xistiye
Emê ji te ra dermanek bêjin
Ji vê çêtir tunîne
Tuyê li jor hêviya xwe nebirre ji Xaliq Rebbul ‘Alemîne
Felek mala te mirat be
Tuyê li jêr destê xwe ji eteka van şêxan û murşida neqetîne
Dest bavê etega mala Şêx Ehmedê Kufrayê
Di nava hemî Şêxa de fenanî gulek jê bibîne
Şêx Ehmedê Amasya bavê Şêx Nûredîne
Şêx ‘Elîyê Paloyê li Paloyê dimîne
Şêx Se’îd efendî
Bavê Şêx ‘Elî Riza kekê Xiyasedîn dîreka dîn e
Li Diyarbekir dest bavê etega Şêx Şabedîn e
Ocaxeke meşhûr heye li Xinûsê li Xiltê dimîne
Li Çûqreşê dest bavê etega Seydayê Mele Yehya
Xwe bavê ser ocaxa Îbrahîmê Çavhêşîn e
Berjêr bibe mala şêxê Tilo li Tiloyê dimîne
Seyîdê Nêriyê li Nêriyê dimîne
Şêx ‘Eşûrê ‘Erebî ewlad Resul e
Dostê xweda mala wî li serê Şaryanê dimîn e
Li Dignûgê dest bavê etega Kekê Şêx Badîn e
Li Melazgirê dest bavê etega Şêx Evdila
Keke Şêx Celaldîn e
Li Tendûrekê dest bavê etega Şêx Seyfeddîn bavê Şêxê reyîsê dîn e
Tu derbas bibe Xewsê Xeydayê bi çavê serê xwe bibine
Berjêr bibe mala Şêx Fethullah li Bilîsê dimîne
Berê xwe bide mala Hecî Heyderê Kêrsê
Bi salixa min nedî
Digotin goştê wî bi goştê Fila re dikelandin
Li mala kinê zare zara hestiyê wî ne
Dîsa li meydanê hem digere hem dibîne
Yar yar Felek
Yar felek[2]
Temmamê tebîb û sertebîb û qomîsyona
Gotin: Dermanê te ew e
Destê xwe ji Qur’ana Mecîd
Sunneta Resûlê Ekrem
Rêç û şopa murşidên kâmil neqetîne
Eman û sed eman
Ji ferdîyetê dûr be
Bibe hevalê însanên qenc û salih
Baş bizanibe
Miya ku ji kerî veqetî
Ya şîv û xurniya gur e
Bira li vê dinya Fanî
Nefsa kor
Şeytanê le’în te nexapîne
Daîm û daîm
Xwe bi zikr û îbadet bixemlîne
Yar yar Felek