Şêxê Xanî di vê şi’ra xwe ya “Ey wahidê penhan” de fikra xwe ya der heqê afirandina kaînatê de beyan kiriye. Her wiha cewaba feylesofa jî daye ku dibêjin ‘alem ji cewherekî bi navê heyûla hatiye afirandin û cewaba maddeperest û tebî’etperesta jî daye ku dibêjin rûh û ‘eql û ‘erez û cewher eslê her tiştîne. Dûv re dibêje, ji çola tunebûnê qefle bi qefle mexlûq çêdibin û tên ‘alema hebûnê. Piştî vê gotinê însanan jî li gorî nêrîna wanî li heyatê dike du qisim: 1- Ê ku sermiyanê xwe yê fanî bi heyateke baqî bedil dikin 2- Ê ku sermiyanê xwe bê bedil, ne di bedêla tişkî de didin û diqedînin.
Em ewil bi tevayî li şi’rê binerin, di dû re jî emê li ser me’na wê beyt bi beyt bisekinin.
Ey wahidê penhan ku ji zatê te ye peyda
Ev kewn û mekân erd û sema gunbedê xedra
Erwah û ‘uqûl, enfus û e’rad û cewahir
Xal in di musewwer ne muhellil ne heyûla
Lewh û qelem û kursiyû ‘erş, encûm û eflak
Hem agir û ax, av û hewa cumleê eşya
Sed qafile mewcûdi peyapey mutewatir
Her lehze ji sehraê ‘edem tên bi temenna
Hin neqdê fenaê di guhorrin bi beqaê
Hin neqdê wucûda xwe dikin bê bedil efna
Her yek bi wucûda xwe wucûda te dixwazit
Bilcumle xerîdarê cemala Te ne heqqa
Lew şibhetê pîra bi hewes talibê Yûsuf
Dor hatiye Xanî ke lefa rîsê di dest da
Ew jî bi meta’ê xwe qumaşê Te dixwazit
Subhaneke len tuy’îse mîn rûhîke ‘ebda
Ehmed ji senaya te nîda ket qe çû wesfa
Ma e’cezenî hemdûke en ehmede hemda
ŞERH:
Ey wahidê penhan ku ji zatê te ye peyda
Ev kewn û mekân erd û sema gunbedê xedra
Ey Xwdayê bi tenê û mexfî, yanî veşartî! Ev kâinat, çi li erdê çi li asîmanan hemî mekanên ku mexlûq tê de bi cih dibin, erd û asîman bi xwe jî û kumbeta kesk hemî ji zatê Te peyda bûne. Ezel her Tu yî, tiştên din hemî mexlûq in û çavkaniya wan jî bes Tu yî. Tu bi xwe veşartiyî bes mexlûqên te hemî em bi çavên xwe wan dibinin. Kumbeta xedra ji asîman re tê gotin. Li ser ruyê erdê dema merev li asîmana dinere asîman wek kumbetê xuya dike. Di ‘eynî wekqtê de merev kare bêje îşaret bi bal quba Mescida Nebewî a li Medîna Munewwere jî heye.
Şêxê Xanî di destpêka şi’rê de gazî Xewedayê Te’ala dike, xeberdana xwe tewcîhî Wî dike. Heta dawiya şi’rê jî ev tewcîh dewam dike. Di zimnê serê her beytekê de Ey wahidê penhan heye.
Erwah û ‘uqûl, enfus û e’rad û cewahir
Xal in di musewwer ne muhellil ne heyûla
Erwah cem’a rûh e, yanî rûhê ku rihber pê digerin rihber. ‘Uqûl cem’a ‘eql e, yanî ewê ku însanan digerîne ‘eqilmend. Enfus cem’a nefsê ye, yanî zatê her mexlûqekî. E’rad cem’a ‘eredê ye. ‘Ered ew tiştê ku hebûna wî bi hebûna ğeyrî wî ve girêdayiye, wek renga mesela. Cewahir cem’a cewher e, cewher jî esas û nefsa her tişteki ye. Mesela havên cewherê nan e. Şêxê Xanî dibêje her yek ji rıh û ‘eql û nefs û ‘ered û cewher di vê kaînata desenkirî de sûret in. Vana bi xwe tiştan naxuluqînin û ne heyûla ne ku hemî tişt ji wan çêbûbin. Feylesûf dibêjin Heyûla eslê her tişti ye ku cisim jê çêdibin.
Lewh û qelem û kursiyû ‘erş, encûm û eflak
Hem agir û ax, av û hewa cumleê eşya
Lewh, lewulmehfûz e ku wehiy berî nazil bibe tê de hatiye nivîsandin. Qelem, ê ku wehyê di lewhulmehfûzê de nivîsandiye. Kursî bi me’na hukumraniya Xweda ye. Encûm cem’a necmê ye, yanî sitêrik. Emlak cem’a felekê (gezegen) ye, yanî hemî cismên asîmanan wek hîv û roj û dunya û sitêr û galaksiyan. Hem vana hem jî agir û ax û av û hewa, hemû eşya her yek ji wan wek sûretekî ne di kaînata bi desen de. Li ser ruyê erdê ax û agir û av û hewa çar ‘enasirê eslî ne, madde ji wan çê dibin. Ew bi xwe ne xaliq in, sûret in kâinat bi wan xemiliye.
Sed qafile mewcûdi peyapey mutewatir
Her lehze ji sehraê ‘edem tên bi temenna
Ya Îlahî! Bi sedan qefleyên mewcûdan, qefle bi qefle ‘alem, yanî mexlûq cûrek li pey cûrekî, bê navbir di her lehzeyê de ji çola ‘edemê, ji tarîtiya tunebûnê tên ‘alema hebûnê. Bi hêviya rehma te tên. ‘Alema tunebûnê ji rehmê dûr e. Rehm her di ‘alema hebûnê de heye. Tunebûn bi xwe ‘ezab e, hebûn jî nî’met e. Însan, hemî cûrên heywanan, cin, melek, nebatat, rihber û nerihber, dar û ber û ax û hewa, ji zerre bigre heta bi kurre ji tunebûn mexlûq çêdibin, dixuliqin, bê navbirr, li pey hev qefleyên wan tên ‘alema hebûnê.
Di fikra Şêxê Xanî de însan du sinif in. Ew jî ev in:
Hin neqdê fenaê di guhorrin bi beqaê
Hin neqdê wucûda xwe dikin bê bedil efna
Vanê ku ji ‘edemê tên wucûdê, yanî ji tunebûnê tên hebûnê dîsa jî fanî ne. Di nav faniyan de însan xwedî iradeye. Hinik însan nî’metê hebûna ku fani ye bi beqayê diguherînin. Yanî hebûna xwe, wucûda xwe, jiyana xwe ya fanî di rizaa Îlahî de serf dikin û di axretê de wê di beheştê de ebedî bimînin. Wek muminê ku ji bo Xweda dijî. Hinik însan jî, ew hebûna ku Xweda daye wan û weke neqdeki ye didestê wan de, ne di bedêla tiştekî de didin. Ne di bedêla beheşt û rizaa Xwedê de, di bedêla tiştên fanî de fena dikin, diqedînin. Wek ğeyrî muminan û munafiqan.
Şêxê Xanî di vir de hedefa jiyanê nîşanî xwendevanan dide. Dibêje jiyan li ebediyetê dinihêre, li dunyayê naqede. Herî muhîm ew e ku merev di jiyana ebedî de dilşad be. Ew jî ancax, ew jiyana ku Xweda di vê dunyayê de daye û ku weke neqd e, weke malekî tîcari ye, însan wê di hinik ‘emelan de serf bike ku bibin wesîla jiyaneke baqî, ebedi.
Her yek bi wucûda xwe wucûda te dixwazit
Bilcumle xerîdarê cemala Te ne heqqa
Her yek ji mexlûqan, ewanê ku ji çola ‘edemê tên ‘alema wucûdê, bi hebûna xwe hebûna Te dixwaze. Kesê mumin dike lazim ku Tu hebî ji bo îmanê bi Te bîne. Kesê kafir jî dike lazim ku Tu hebî ji bo ku înkar bike. Ger Xwda tune be (haşa) înkara Wî jî çênabe. Hemî ‘alem di heqîqet de bi cemala Te ve meşğûl in. Ew tiştê ku xelkê bi jiyanê ve gire dide û bi wan dide hezkirin her cemala Te ye Ya Îlahî.
Lew şibhetê pîra bi hewes talibê Yûsuf
Dor hatiye Xanî ke lefa rîsê di dest da
Zuleyxa ku bûbû ‘aşiqê Yûsuf ‘eleyhîsselam esasen talibê cemala Te bû (Ya Îlahi) Wek pîreka (Zuleyxa) ku bi hewes Yûsuf ‘eleyhîsselam dixwest, îdî îro dora Ehmedê Xanî hatiye. Ew jî bi hewes îro Te dixwaze, loma lefa rîs di destê wî de ye û benê xwe di qurufîne. Zuleyxa ji bo ku Yûsuf bi dest bixe wek hawê ku merev rîs dihûne wê jî bi roj û şevan şuğlê xwe hûnand, programa xwe temam kir. Îdî îro dora Xanî ye. Ew jî bi hewes û ‘eşqa wê jinikê, ji bo bighêje cemala te şuğl û karê xwe wek lefa rîs dihûne.
Ew jî bi meta’ê xwe qumaşê Te dixwazit
Subhaneke len tu’yise mîn rûhîke ‘ebda
Xanî jî bi meta’ê xwe dixwaze qumaşê te bi dest bixe. Yanî tiştê ku ji destê Xanî tê dike ji bo ku cemala Te bi dest bixe, bighîje dilşadiya ebedî. Bidestxistina dilşadiyê bi xwestinê tenê çênabe. Lazim e merev bixebite, şuğlê xwe li gora menheckê bimeşîne, bihûne. Ya Reb! Tu ji her kêmasiyan dûr î, munezzeh î. Ez dizanim, bi mûcibê ayeta “ji ğeyrî kafiran tu kes ji rehma Xweda bêhêvî nabe” Tu ti ‘ebdî ji rûhê (rehma) Xwe bê hêvî nakî. Hivîya me rehma Te ye, me ji rehma Xwe bêpar neke.
Xanî di malika duyem de dibêje “Tu ti ‘ebdî ji rûhê Xwe bê hêvî nakî”. Nabêje “ji rehma xwe”. Çimkî ayet jî dibêje “mîn rewhîllahî”, yanî ji rûhê Xweda. Rûh di vir de bi me’na rehmê ye. Tê fêmê ku me’na rûh û rehmet yek in. Yanî ê ku bighîje rehma Xweda her wekî dighîje rûhê Wî. Dayik jî dema ji ewladê xwe zêde hezdikin jê re dibêjin “tu rihê min î”. Dema ku rehmet bir rûh tê tefsîrkirin ew çağ hê bêtir meznayiya xweşiya nî’metê Xweda tê fêmkirin.
Ehmed ji senaya te nida ket qe çû wesfa
Ma e’cezenî hemdûke en ehmede hemda
Ehmed bi tu wesfên Te ji hemd û senayên Te neket, bi her wesfî hemdê te kir, te bi bîr anî. Ehmed bi hemd û senayên Te gazî li Te kir, wesfên Te her anî ziman. Ku ez hemdê Te dikim bi tu şeklê hemdê ‘aciz nabim. Hemdên Te û wesfên te bi tu şeklî min ‘aciz nakin.
Di beytê de Şêxê Xanî ku navê wî Ehmed e, piştî navê xwe di malika duyem de kelîmeyên “hemdûke”, “ehmede” û “hemda” li pey hev tîne. Dide nişandan ku di navê wî de jî hemd heye, ew bi xwe jî wek navê xwe her hemd dike û xwendekaran jî teşwîqî hemdê dike.
Hemd ji Xweda re be…