Bê guman dîroka Kurdan, bi medrese û ehlê medreseyan hatiye xemilandin. Zana û alim, feylesof û ehlê tesewufê, îdarevan û rêberên Kurdan tev di medreseyan de gehiştine û perwerde bûne. Pêşketin û rûmeta kurdan, bi medreseyan çêbûye.
Her qewm û her medenîyet bi awayekî diroka xwe avakirine û nivîsandine. Nexasim netewên bihêz û serdest, şexsiyetên hêja û pêşketîyên netewên bindest jî ji xwe re kirine mal û lê xwedî derketine. Di dîroka kevnar de gelek şexsiyetên hêja ku rênasiya gel kirine, ji Kurdan rabûne. Ev şexsiyetên ha di warê îlm û zanistê de, di warê tesewufê de, di warê çand û edebiyatê de, di warê felsefe û riyazet û ilmê fennê de, rêbertî û rênasiya tevê cihanê kirine û li cihekî giring û xweser cî girtine di dîroka Kurdan û îslamê de. Belê mixabin, niha dewleteka Kurdan tuneye ku xwe û mafê gelê xwe biparêze û xwedî lê derkeve. Lewra hêja û rêberên wan ên qedirbilind, netewên desthilatdar, ji xwe re kirine mal û di dîroka xwe de bi cî kirine û bi wan pesnê dîroka xwe didin.
Di warê dîrok, zanist, hendese, felsefe û edebiyatê de şexsiyetên Kurd weke Baba Tahirê Hemedanî, ‘Elî Herîrî, Suhrewerdî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Şêx Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Ebul-iz El-cizîrî, Cabîr El-Kurdî, Molla Guranî, Mehwî, Nabî, Nalî, Melayê Xasî, Îbnul Esîr El-Cizîrî, Îbnî Teymiye, Mela Mehmûdê Bazîdî, Mela Xelîlê Sêrtî, Pîremêrd, Seyîd Eliyê Findikî, Ebdurehman Şerefkendî, Şêx Ebdurehmanê Axtepî, Pertew Begê Hekarî, Mela Ehmedê Nalbend, Siyehpûş, Şêx Eskerî, Şêx Mehmûdê Birîfkanî, Şêx Şemsedînê Exlatî, Fethî, Mela Ehmedê Heyderî, Mela Seîdê Kurdî, Mela Ehmed Hilmî el Qoxî, Mela Eliyê Êrsî, mela Mûsayê Celalî, şêx Muşerrefê Xinûkî, Mela Mizgînê Bêcirmanî û bêhejmar şexsiyetên bi rûmet di vî warî de berhemên bêhempa, bi nav û dengekî xweş paş xwe de mîrate hiştine ji gelê xwe re. Çewa ev hêjayên ha îro ji bonî me îftîxarû rûmet in, her wiha îftîxar û rûmeta ‘Alema Îslamê teva ne, lewra heman demî ev şexsiyetên ha bi Îslam û ‘îlmê Îslamê rûmet standine û bûne malê Kurdan û Îslamê.
Di warê tesewuf û Îrfanê de şêx Ebdulqadirê Gêlanî û Mewlana Xalidê Şarezorî, binyat û serkela tesewifa ‘Alema Îslamê bûn û bi sedan Xelîfe û peyrewên wan, pêşîvantî û rêbertî ji tevê gelên Misilman re kirine. Hetanî roja me ya îro jî li tevê ‘Alema Îslamê, terîqet û rê û şopa wan tête meşandin.
Ewelen em dikarin bêjin li ser erdnigariya Kurdistanê Pêxember hatine şandin û dîroka Kurdan bî mucadeleya pêxemberan reng sitandiye. Li Bakûr li Cizîrê Nûh Pêxember, li Herranê Îbrahîm Pêxember li Erxeniyê Zulkifl Pêxember, li Êgilê Elyesa û Nebî Harûn. Li rojava li Enteqyeyê Lût Pêxember, Li Başûr li Neynewa yê Yûnis Pêxember, li rojhelat gor hinek riwayetan ku pêxembere, Zerdeşt. (selama Xwedê li tevê pêxemberan be) û bi dehan pêxember ku nav û ciyê wan baş nediyar li ser erdnigariya Kurdistanê rabûne di dîroka baweriyê de cî girtine.
Di warê rêbertî û îdareya gel de şexsiyetên weke sehabeyê Pêxember (sxl) Walî Caban Elkurdî, (Gavan) Sultan Selaheddînê Eyûbî, Xan Muhemmed bin Şeddad, Xan Îdrîsê Bedlîsî, Şeref Xan ê Bedlîsî, Mîr Bedirxanê Cizîrî, Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Ubeydullahê Nehrî, Qazî Muhemed, Mela Mustefa Barzanî, Şêx Se’îdê Paloyî û weke van pêşîvanan bi sedan şexsiyetên hêja ji Kurdan re pêşîvantî û rêbertî kirine û ji bonî gelê kurd û gelên Misilman, mucadeleyekî mezin dane û di vê rêyê de bedêlên gelek giran dane. Pirrê wan bûne cangoriyê de'weya xwe û gele xwe.
Ji xwe li ser jiyanname û berhemên wan gelekan, tezên doktorayê hatine nivîsandin û lipirtukxaneyên zanîngehan de cî girtine.
Çaxê dewlet û xanedanên bihêz, piştevaniya Îslamê dikirin; her çi ev dewlet zilimkar be jî, belê Kurd di warê ziman û çanda xwe de azad bûn. Medreseyên Kurdistanê de perwerdehî bi Kurdî bû. Zext û qedexe li ser ziman tunebû. Di warê siyasî û îdareyê de zext û te'de û zilim dihate kirin. Eva jî zêde te'sir li gelê ewam ne dikir. Belê pêşîvan û serokên Kurda zêde hatine ‘eciqandin. Hinek hatine kuştin û hinek jê hatine nefî kirin.
Piştî ku xelîfetiya Îslamê hate rakirin û dewleteka piştevaniya Îslamê bike nema, zilm û te'deya dagirkeran li ser tevê Misilmanan zêde hate kirin, nexasim li ser Kurdan, du qet zêde zilim hate kirin.
Vê sedsala paşî de Kurd bêhtir di bin zext û zorê de mane. Li aliyekê kuştin û koçberî, li alîyê din asîmîle kirin. Bi vî awayî dixwestin Kurda yek carî bikin tune. Ji xwe rêber û serokên Kurdan bi girseyî hatine îdamkirin û nêfîkirin. Kurd bê rêber û bê pêşîvan hiştin. Evana tev me'rîfetên Kemalizmê bûn. Belê ji bonî bîr û baweriya Kurdan bi kemalizmê ne dihat, kemalîs serfiraz nedibûn. Bi mekteba xwestin Kurdan asîmîle bikin, belê medreseyên Kurdistanê ji wana re bûbun asteng. Lewra tedrîsat bi Kurdî bu. Bona vê yekê zextên dewletê li ser Kurdan herdiçe zide dibûn. Tiştekî ku rengê Kurdî û rengê dînî didan, tev qedexe kirin. Belê tedrîsat a medresa bi dizî dewam kirîye û gehiştîye roja îro. Ji xwe yên ehlê medresa û hêla kemalizmê bigirin kesek nebûye şahid. Belê hinek Kurdên di mekteban de perwerde bûne, hêdî hêdî reng û resma kemalizmê ji xwe re kirine exlaq. Çand, huner, edeb û me'rîfeta gel ya qedîmî kevneperestî dane nîşandan û jê dûr ketine.
Çawa medrese ji dîroka kevnar de li Kurdistanê serkaniya îlm û Îrfanê bû, rênas û rêberên gel tev ehlê medreseyan bû, çand û zimanê Kurdî pêş xistibû; em hêvîdarin medrese li Kurdistanê vê rola xwe ya giring dîrokî cardin bistîne. Hem bi îlmê fennî û hem jî bi îlmê dînî; yanî du çengî bifire û bilind bibe û gelê Kurd pêşve bibe.