Bi navê Xwedayê rehman û rehîm. Temamê ‘hemd û wesfên qencîyê ji Rebbê ‘alemê rene. Selat û selam li ser nimûneyê îmtîsala tevê zaroyê Adem be, ê ku hêvîya şefa‘etê di mehşera roja giran de jê tê kirin. Dîsa selat û selam li ser alê beyta Muhemmed a pak û paqij be. Bi izna Xweda nivîsa me, wê derheqê dîroka medreseyên Kurdistanê de, weke rêzenivîsekê be. Ji bona nivîseke bi fêde û rast, ez bende ji xwedayê dilovan alikarîyê dixwazim.
Bêguman nivîsandina dîrokê karekî zehmete. Nexasim ku behs ji Kurdistanê be, an ji medreseyên Kurdistanê be, ew kar zehmettir dibe. Lewra hemî kes dizane ku ev herêma mewzûbehîs di warê qeydkirina dîrokê de yetîm û bêbexte. Bêşek sebebên vê bêbextîyê gelekin. Belkî sebebê herî mezin rewşa îdara dewleta ku îro em tê de dijîne. Dewlet bi navê cimhûrîyeta tirk e. Îcaba vî navî jî, neqebûlkirin û tinekirina neteweyên ğeyrî netewa tirke. Jixwe jibo windakirina netewekê, pêşî windakirina dîrok, çand û kultura wê netewê pêwiste. Îdara Cimhûrîyetê jî ev kar kir. Înkar û asimîlasyon kire polîtîka îdara dewleta xwe. Polîtîkaya yekem. Ji ber encamên vê polîtîkayê rewş û halê me ya dewlet û milletê li ber çavaye. Hewceyî bi îzahatê tûneye. Weke ku tê zanîn mixabin li kitûbxanan, kitêbên di heqê dîroka Kurdistan û naveroka wê ya kevn û berfereh de tunene. Lêkolînerên ku bixwazin di vî warî de agahîyan bidest bixin, ya ewê ji xatiratên sefîrên Urisan, yan jî ji yên Îngilîzan îstîfade bikin. Agahîyên ku van sefîr û kesayetên ğeyrî muslîm qeyd kirine jî, bigumanin bê çiqasî rast û bêterefin. Him van sefîran, gelo bi çi neyt û armancê, li ser heremê agahî kom kirine û qeyd kirine? Bêguman ne jibona xêra kurd û Kurdistanê û medresên wê xwe betilandine.
Hey peyv hatîye ser meselê, ezê bi çend cumleyan behsa bawerîya bi pirtûkên ku li ser dîrokê hatine nivîsandin bikim. Li gorî bawerîya min kitêbeke dîrokê, heger heqê qeydeke xwe ya dîrokê, ji çavkanî û delila wehyê anî be, û wehîy raste rast dabe zanîn, ew raste. Na ku delilên xwe ji îsraîliyat an jî ji şexsên berya xwe anîbin, îhtîmala rastbûn û nerastbûna wan weke heve. Ev jî ku nivîskar bi sedaqeta xwe meşhûr be. Li gorî vê yekê; berîya ku dewleta Osmanî bi destê xaçperest û xayînên daxilî xera bibe, bibe parçeyên ji hev qetandî, gelo di arşîv û kutubxaneyên wê de eserên di heqê dîroka kurd û Kurdistanê de hebûn an na? Gelo rejîma cimhûrîyetê ew tune kirin an di vê warê de jixwe pirtûk tunebûn? Lewra em dizanin ku piştî damezrandina cimhûrîyetê mezin û îdarevanên wê, gelek arşîv û belgeyên biqîmet bi xurdeyî firotine Yûnan û Bûlğaran. Hem jî bi barên keştîyan. Li vir pirs eve: Gelo dîrokvanên kurdan dîroka xelkê xwe qe nivîsandine? Yan nivîsandine lê ew jî di nava belgeyên Osmanî yên bi xurdeyî hatine firotin de wenda bûne?
Halê kurdan ê berya Îslamê li hêlekê, lê piştî Îslamê em dizanin ku qewmê kurd gelek kesayetên şareza, meşhur û zana bi saya dînê Îslama ezîz gihandine. Di nava van kesayetan de dîrokvan jî hebûne. Weke ku siltan, qûmandan, ‘alim û hunermend hwk ji wan derketine. Weke Necmeddîn, Şerkuh, Selaheddîn, Îbnulesîr, Îbnul Cezerî, ‘Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Şehîd Şêx Seîd û Ustad Seîdê Nûrsî û ji xeyrî vana, bi hezaran yên me ew nasnekirine. Jixwe yên me navên wan nebihîstîne li her pênc perçeyên Kurdistanê ne di hesab de ne.
De ka em ser vegerin mijara xwe. Ez dixwazim nukteyeke balkêş bi xwendekaran re parve bikim. Kitêbên ku di medreseyên me de têne xwendin, qismek ji wan berhemên ‘alimên kurda ne. Lê van ‘aliman îmze û navên xwe li ser van berhemên xwe nenivîsandine. Bi sedema ku wê îxlasa wan xera bibe. Lewra ew ‘alim zêde mutteqî bûne. Di kar û xebatên xwe de guhnedane şohret û meqamê, hew riza Xweda xwestine. Xweda wan bigihîne meqamên ‘alî. Îca gelo dîrokvanên me jî weke seydayên xwe jibo ku îxlasa wan xera nebe, eserên bav û kalan qeyd nekirine? Bêguman ev îhtîmaleke zeîfe. Lê di mesela eserên ‘ilmî de li ser kitêban nenivîsandina navan heqîqeteke. Lewra nivîsandina dîrokê karekî zêde muhîme. Çimkî dîrok ji qewman re dibin qendîlên ku pêşîyê ronî dikin. Kesên ku ji dîroka xwe bêxeber bin, nikarin projeyên pêşeroja xwe xweşik rast bikin. Qewmên bêpaşeroj, bêpêşerojin jî. Ji ber vê yekê xwînmijên qewman, wexta ku bixwazin xwîna qewmekî bimijin, pêşi qewm ji rehê wî diqetînin. Rehê qewman dîroka qewmanin, çand û kultura qewmanin.
Piştî van gotinan,em bi pirsê dest bi mesela medreseyan bikin: Fêda hebûna medreseyan û ziyana tinebûna wan çiye? Bi tinebûna medreseyan ka me çi wenda kir? Jibo serkeftina gelemperî hewceyî çiqasi bi medreysan heye? Medrese… Yanî cihên dersan, cihê ders dayîn û ders girtinê; ders ‘elimandin ‘ilmgirtin û zanînê; zanîna jîyaneke rast û birûmet. Bêguman ev jîyan jî encex bi saya pêxemberan mimkune. Aha medreseya yekem jî ji vê hewceyîyê derketîye holê.
Xweda navê tiştan teva bi Hz. Adem da hînkirin. (Sûreyê Beqere 31) Berya ku Xaliqê kaînatê Hz. Adem bişîne ser rûyê erdê, ji bo jiyaneke li gori riza Xwedê ew perwerde kir. Ev medresa yekeme ji bo benî Adem. Naxwe hemî qasidê Xweda li ser rûyê erdê medrese vekirine û insan perwerde kirine. Her pêxemberek mamoste û miderrisê qewmê xwe bûye. Hz. Mûhemmed (s.x.l) nebiyê ummî bûye. Lê Xaliqê kainatê dîsa ew perwerde kiriye. Medresa wî ya ku têde t‘elîm girtiye, bêguman şikefta li jorê Mekkê a bi navê Hîraye. Çend salên pêşîn bi îlhama Xweda bi tena serê xwe bi tefekûrê û dûvre jî bi mamostetîya Cibrîlê qasidê Xweda îcaza xwe bi dest xistiye û bi pêxembertî ji tevê benîadem re bûye mamostê jîyana birûmet. Li wê medreseyê dersa yekem a ku ji Cibrîl girtîye emrê “îqre” bûye. Yanî dînê nû bi emrê xwendinê dest pê kirye. Ji ber vê yekê, pexember û hevalê xwe ku der feth kiribin, pêşî mizgeft û medrese ava kirine li wê derê.
Di sala 17an a hicrî de ev nûr bi destê hevalên pêxember, gihaştiye welatê Kurdistanê. Nûra îlahî şu’leya xwe li ser asîmanê Amedê, Cizîrê û bajarên derûdor ên heremê belav kirye. Aha ev nûr ji wê hetanî roja me ya îro, bi medreseyan gihaye hemî gund û bajarên heremê. Ev jî tê me’na ku li herêma me avabûna medresan bi hatina dînê Îslamê destpê kiriye. Lewra me di pêşî de jî gotibû, vî dînî bi emrê ÎQREyê destpê kiriye. Ji ber vê yekê ev dinê ezîz here kîja heremê, li wir encex bi terbîye û te’lîmê qelban îhya dike û li wê heremê cih digre. Lewra Îslam dînekî wisaye ku ji pêçekê hetanî tirbê nîzamê dide û dixe jîyana Însan. Nîzam û nîzambûna jîyanê jî encax ‘edalet tê de hebe û bi ‘ilmê mimkune. Yan na ewê misliman çawa bibin mînak ji hemî insanîyetê re û bibin şahidê ser jiyana însanîyetê li hember cehaletê? Jilew ‘ilm serekê zexîreya mumina ye. Ev ‘ilm jî encex bi medreseyan bidest dikeve û zêde dibe. Jixwe dîroka Îslamê bi tevayî şahidê vê heqîqetê ye. Temamê coğrafyaya Îslamê bi vî şeklî, bi xebata eshaban pêşî di qelban de cih girt, dûvre li ser erda wan bûye mayînde, çend perçeyên biçûk îstisna ne. Binêrin li Endulusê! Di demeke kinde (di navbera 15-20 salan de) Îslama ezîz lê belav bû. Lê di sêsed kusur salî de bi wehşeteke gelekî mezin ku hempayê wê di ti dîrokê de nayê dîtin, encex ji heremê hatîye xeritandin. Lê gellek eserên wê hêjî berdewamin. Yanî mislumanan kîja erd fetih kiribe, bênavber mekanên te’lîmê lê ava kirine. Ji ber vê ez dibêjim dîroka medreseyan, li vê heremê weke temamê heremên Îslamê bi fetha wan re destpê kiriye. Lê mixabin îro meriv di heqê dîroka medreseyan de li kîja çavkanîyê dinêre, tê gotin ku medrese bi wezîrê Selçûqî Nîzamulmulk destpê kiriye. Medreseyên berya Selçûqî, tune dihesibînin, ev xeleteke mezine. Lewra berya Selçûqîya, bi hezaran ‘alimên mezin hebûn. Her yek ji wan ‘aliman jî xwedî medreseyên mezin û meşhûr bûne. Weke her çar îmamên mezheban.
Çavkanîyên ku li vê herêmê peyda dibin jixwe bi hejmarin. Ew jî mûhtemelen ji qewmiyetvantîya dewleta tirk qewimîye. Lewra em tev dizanin ku vê dewletê, dîrok li gorî xwe ji nû de daye nivîsandin. Pişti ku herêma Kurdistanê jî bû mensûbê dînê Îslamê, hewceyî bi ‘ilmê çê bûye. Li ser vê hewceyîyê li heremê mekanên te’lîmê hatine amadekirin. Çawa ku muderrîsê Zanîngeha Beğdayê Dr. Nacî Me’rûf di kitêba xwe ya bi navê Medarîsû Qeble Nîzamîte de dibêje, “min tesbîta 33 medreseyên mezin kiriye ên berya Nîzamîyeyê” Jixwe Nîzamulmulk hinek qaîde û dîsîplîn ji medreseyan re danîne. Ne ku medrese ji nû de ava kirine. Lewra Nîzamulmulk di sala 459an a Hîcrî de dest bi karê medreseya kiriye. Li gorî Dr. Nacî, bi 165 salî berya vê dîrokê, li Xoresan û Maweraunnehrê medrese tesîs bûne…