Gelek însanê namdar mirov wan bi herêma lê jîyayî nasdike û mirov wan ji wê herêmê dihesibîne. Lê di heqîqet de ew bi esl û nesla xwe ji herêmek cuda ne.
Yek ji wan namdara jî Şêx ‘Ebdulbasit ê qariê meşhûr e. Li Misrê jîya ye, li Misrê wefat kirîye, lê bi eslî xwe ji Kurdistan a başûr e.
Ewî bi sewta xwe ‘Alema Îslamê di nav hêstirê çavan de ğerq kir. Misilmana bi denge xwe mest kir.
Malbata wî ji Kurdistana ‘Iraqê di qirnê hijda de hîcretî Misrê dike.
Mufîd Yuksel di meqaleka xwe de navê Şêx ‘Ebdulbasit di nav namdarê Kurd de tîne ziman.
Hem gelek kes di nivîsên xwe de wî Kurd qebûl dikin, ji Kurda ji ‘Ereba ji Tirka.
Hevalê min Mela Mihemed Bubyewî dibêje: Vîdyokî hebû tê de yekî girêdayî bi cilê Kurdî di meclîsa ‘Ebdulbasit ku tê de amade bû, ‘Ebdulbasit ji cîhe xwe radibe diçe balê û xwe pê dide naskirin û dibêje em jî Kurd in
Dîsa vî hevalê min got: Nevîya Şêx di vîdyokî de xwe bi Kurdî dide naskirin.
Kurtê kelamê weke tewaturekî çêbuye li ser Kurdbuna Şêx ‘Ebdulbasit.
HEYATA WÎ
Li gundê girêdayî bi Ermenta girêdayî bi wîlayeta Qîna ya Misrê Xweda ew da. Sala 1927 di çileya paşî de. Bavê wî ji Kurdê ‘İraqê, dîya wî ji ‘Erebê Misrê ye.
Hê ji biçukanî ve exlaq û hifza wî pir xweş bu. Esasen qabiliyeta tecwîdê di efradê malbata wî de ji xwe hebû. Bavê wî Muhemmed ‘Ebdussemed hafiz bû û di tecwîdê de mirovek qedrbilind bû. Kalê wî ‘Ebdussemed jî alim bû. Herdû birayê wî jî hafizî dikirin.
Ka em heyata wî ji devê wî bi xwe hîn bikin. Di xatiratê xwe de wisa dibêje:
«Ez deh salî bûm min Quran ê bi temamî ji dev kiribû. Bavê min di wezareta ragihandinê de wezîfedar bû, kalê min jî ji ‘aliman bû. Dema min xwest ez ‘ulûmê Quranê ji wan hîn bikim ji bo ez li ber destê Muhemmed Selîm bixwînim ji min re gotin here Tanta yê. Navbêna Erment û Tantayê jî pir dûr bû. Mabû rojek ku ez derkevim rê herim Tanta yê gotin Muhemmed Selîm hatîye Erment ê. Tu dibêjî qey qeder vî zilamî di vî zemanê munasib de ji me re şandibû. Ez çûme balê, min li bawî Quran bi temamî xwend. Paşê Şatibîyye ya der heqê heft qiraeta min li cem wî xwend.»
Wê çaxê ‘emrê Şêx Ebdulbasit çarde bû. Paşê diçe Qahîrê li ba mudîrê «Medaîhul Ezherîyye» Ebdulfettah Qadî qiraetê ‘eşere temam dike. Li Misrê li herêma Se’îd bi xwendina Quranê tê naskirin.
Di sala 1950 de diçe Qahîrê beşdarî merasima Seyide Zeyneb dibe. Millet ji bo duaya ehle beytê u pîrozkirina salvegera wîladeta Hezretî Zeyneb nevîya hezretî ‘Elî civîya bûn. Di wê civînê de pir qari yanî xwendevanê Quran ê hebûn. Piştî ku musa’eda wan tê xwestin hevalekî ‘Ebdulbasit ji bo ku ‘Ebdulbasit Quran bixwîne wî dawetî camîya Zeynebî dike. Jê tê xwestin ku 10-15 deqa Quran bixwîne. Lê hingî ku tê ‘ecibandin xwendina xwe didomîne zêdetirî 2 se’eta dixwîne. Serokwezîrê dewrê jî di nav guhdara de ye. Xwendina wî pir di’ecibîne. Jê dixwaze ku beşdarî radyoya Misrê bibe.
Wî dixin îmtîhanê. Ji sedî 98 didinê. Lewra radyoya Misrê ji sedî sed veqetandine jibo Xwedê Teala, ji sedî 99 veqetandine ji bo pêxemberê me. Vî puanê ku dane Şêx ‘Ebdulbasit jî nedane tu kesê dî.
Ji bo vê serkeftinê wî dikin qariê radyoyê fermî. Dibe xwendevanê herî xort. Ew dem jî serê salê 50 ye. Di wê deme de jî qari gelek in.
Îdi ji bo dengê Şêx ‘Ebdulbasit radyo ya Misrê bêhtir teweccuh bal ve çê dibe. Hema bêje ji her malê dengê qariê xort bilin dibe.
Di sala 1952 ya de bi bavê xwe re diçe hecê da ku ferza hecê eda bike. Li ser xwestina xelk û erkanê dewletê li Mekke û Medînê Quran dixwîne. Ew qas tête ‘ecibandin, îdî nav lê datînin «Sewtu Mekke». Yanî denge Mekkê. Paşê li Mescîdê Eqsa û ‘Iraq û Sûrî û gelek dewêlê ‘Ereban Quran dixwîne.
Îdî şêxê me yî qari bi nav û deng e. Ji çar terefê dinyayê jê re dawetîye tên. Li Cezayîr, Endonezya, Fas, Hîndîstan, Pakîstan û Malezya çunhatina wî gelek çêbû. Her cîhê ku diçê bi coş û heyacan tê hemandin. Heta li Pakîstan û Endonezya ji teref serokê dewletê ve tê pêşewazîkirin..
Di sala 1960 î de diçe Başûrê Efrîqa yê. Bi qasî mehekê dimîne. Li wê der ji sed kesî zêdetir qeflekî însan hene. Van kesana hew qas ku dikevin bin tesîra xwendina wî, Musulman dibin. Şêxê me yî qari ji wan hafizê ender e ku bi saya wî xelk Musulman bûne.
Kurê wî Hîşam dibêje: Di sala 1987 ê de ez bi bavê xwe re çûme ‘Emrîkayê. Li wê der vebuyîna merkezeka Îslamî hebu. Bi wê minasebetê bavê min Quran xwend. Tiştê ku min li wê der dît ji heskirina Quran û xwendevana wê belkî ez li Misrê lê rast ne hatim. Em meh û nîvek din jî li wur man. Her roj ji bajarê der û dor ji bo xwendina Quranê dawetîye dihatin. Bavê min jî îcabet dikir.
Şêx ‘Ebdulbasit beşdarî zîyareta Sovyeta Cemal ‘Ebdunnasir bûye û di meclisê ku partîyê Qominîst hazir bune jî Quran xwendîye.
Li qahîrê di camîya Îmam Şafiî de 30 salî Quran dixwîne. Mirovên wur ji bo ku nêzî wî rûnên piştî limêja sibê zû dihatin camîyê. Li ber destê wî gelek xwendevan radibin.
NEXWEŞÎ Û WEFATA WÎ
Şêx ‘Ebdulbasit di paşîya ‘emre xwe de şekir lê xist. Di xwarin û vexwarinê de zehmetî dikşand. Jixwe kezeba wî jî ji berê ve ne rihet bû. Jibona tedawîyê diçe Londra yê. Piştî heftekî dizivire Misrê. Di 30 ê mijdarê sala 1988 a de çû rehma Xwedê.
ŞEXSÎYETA WÎ
Berya dest bi xwendina Quranê bike bi awakî cîddî xwe ji xwendinê re amade dikir; bi kesî re pir xeber nedida, xebat dikir ku rûhen û qelben xwe bîne halê hazirîya Quranê. Kurê wî Tariq di xatirakî xwe de derheqê xwendina bavê xwe de dibêje:
«Bavê min dema Quran bixwenda pir muteessir dibû. Di ayatê cennet û cehennemê de çavê wî tije stêrk dibû. Di xwendina ayatê derheqê ezabê cehennemê û ehle wê de dilzîz dibû, çavê wî ji stêrka tije dibû.»
Tevî wê şohretê jî mutewazî û dilşikestî bû. Tevî ku ji teref serokên dewletê ji qariê dî bêhtir hurmet didî jî pirê zemanê xwe di nav xelkê de diborand û weke ku yekî jiwan be dijîya. Ji vî halê şêx ‘Ebdussemed gelek kes diheyirîn.
Mistefa Özcan Guneşdoğdu dibêje: “Şêx ‘Ebdulbasit bi bejn û bala xwe jî pir xweşk û lihevhatî bû. Dema di sikakê Qahîrê de dimeşîya însan li bejna wî û bedewîya wî heyran diman.
FERQA WÎ Jİ QARİÊ MAYÎ
Dibe ku qariek dengê wî pir xweş be. Dibe ku yekî dî dengê xwe pir xweş li hev bîne. Dibe ku yekî dî nefesa xwe bigre û dirêj bike. Dibe ku yekî dî karibe di celsekî de quranê dirêj dirêj bidomîne. Dibe ku yekî dî di perda herî tuj de 40-50 sanye ayata bidomîne. Lê yekî ku van tişta teva di xwe de bihebîne û Xweda van teybetî ya teva bi hev re kiribe qismet jê re nîne ji xeynî Şêx ‘Ebdulbasit. Ev yek bû wesîla şan û şeref û şohretê. Bû wesîla dilhebîn û mehebbetê. Bu sebebê heskirina Quranê û xwendina wê û guhdarîkirina wê. Bû wesîle ku bi hezara însan bûn teqlîdvanê wî. Hê jî bi hezaran însan heyranê xwendina wî dengê wî ne. Îddîa ew e: Di esnaya ku Quran dixwend kesê ku ji hiş diçûn hebûn. Heta kesê ku wefat kirine çêbûne. Bi qeneeta min Xweda kitêba xwe ya mubarek bi şêxê namdar carek dî da heskirin.
USLUBA XWENDİNA Wî
Bi perda qalin dest bi xwendinê dikir. Hêdî hêdî ber bi perdeya tûj ve diçû. Pirê cara bi meqamê beyatî dest pê dikir û bi meqamê rast bi dawî dikir. Di hinek ayetan de qîraetê dî bi qîraetê ‘Asim re tevî hev dikir. Paşya ayeta pir xweş li hev tanî. Ev jî dibû sebebê coş û heyecana milletê. Millet jî bi tekbîra paşya ayeta dineqişandin. Bi sûrê dirêj dest pê dikir bi surê kinik diqedand.
Min ew qas Quran a wî guhdarî kirîye hê min ne dîtîye ku di cîhekîde xetaya deng weya di cîh kî dî xira kirîye. Qethen
Her tiştek kemala wî û zewala wî heye. Ez dibêjim kemala qaria Şêx ‘Ebdulbasit e. Bi wî, qari’ gihaştin kemalê. Bi qeneeta min hetanî yekî jê xweştir bixwîne dernekeve ewê Şêxê me daîma li pêş be û pêşîvan be ji qarian re. Piştî wî û van kesê meşhûr wek Siddiq Mînşewî, Mustefa Îsma’îl, Kamil Bextimî û Mehmûd Xelîl el Huserî hê jî kesên ku bighîjine wan derneketine.
Xweda rehma xwe bibarîne ser teva.
‘Ebdulbasit di radyo ya Misir, Suudî’ Erebîstan û Kuweytê de temamê Quranê bi tertîl li gor qîraetê ‘Asim rîwayeta Hefs, di radyoya Fasê de jî li gor qîraetê Nafi’ rîwayeta Werş di banda de xwendîye. (Tdv)
Tu di nav nurê de razêy ey qariê kebîr!
Te me bi Qurana Kerîm şa kir. Min bi xêra te ji zarotî ve çend sûre ji dev kir. Xweda dizane bê çend kesan bi saya serê te çiqas Quran hifiz kirine!