ı
Ez bi sed Qur’anî jî sond bixwim, dizanim ku wê qet ji min bawer nekin. Hema bêje ew sih sal e min porkura Xwedê, di vê malê de hê tu kewn girê nedaye ji xwe re. Destê xwe diavêjim çi tu dibêjî qey bi destê min ve dizeliqe. Li wir dikevim û li dera din, lê destê min li tu tiştî naçe. Her tim guhê min li çingeçinga derî ye. Bi her çinge çingê re dihilçinim û bi hêvîyeke nû ber bi derî ve dibezim. Lê sed mixabin bi her vekirinê re, careke din bi destên vala û bi hêvîyên kurkusî bi şûn xwe ve vedigerim.
Ji berê wê sibeha bêyom ve ye; ya ku kêfxweşiya jîyanê li min herimandîye, ez qet nizanim bê serê min li ser kîjan balîfê ye. Weke gelek şênîyên taxê hûn niha karin bibêjin bê ew ixtîyara xurifî qala çi dike û çima wiha tellomello dipeyive. Heke we bi ya ku hatiye serê min zanîbana, we yê lome qet li min nekirana. Çavê min li rîyan qurimîn û hema bêje emrê min di bendemanekê de qedîya. Ew bendeman weke destarekî min her diçe dihêre. Her roj min digot de îro de sibe wê bextê min ê reş bikene. Lê ji wê sibeha me’lûm û wir ve ye her tim birîneke bêderman diaxive di kûrahîya dilê min de û wiha xuya ye ku heta hetayî jî ezê wê yekê bi xwe re hilînim û bibim qebra reş.
Ew sibeh, tu dibêjî qey doh qewimîye, hêjî wiha li bîra min e û ji bo min jibîrkirina wê jî qet ne mimkun e. Hê min limêja sibehê nekiribû. Bi gurmegurmekê di nav ciyan de hilçenîyam û ji bo ku bavê zarokan rabe, min destê xwe li mile wî da. Gava min dît ku hêjî bi xwe nayê min bi dengekî nizm û bi awayekî şidayîtir milê wî hejand. Piştî şaşwazîyeke kurt gomlekê xwe bi ser xwe ve anî û atletê xwe xiste bin bêcemê û bi lezgînî ber bi derî ve çû. Ji wê gurmegurma devê derî min fêmkiribû ku ên li devê derî ne, ne ji xêrê re ne. Bi Tirkîyeke qeba û bi birbireke ku yekî ji desthilanîn dixwe, êdî bi pihînan dipinihane derî. Bavê zarokan gote min ji nav cihan nerabe. Lê sebra kê dihat. Ew çawa ji nav cihan derket, ez jî pê re. Min destê xwe avêta kiras û zûzûka bi ser xwe ve anî û çarika xwe jî bêyî tu pûtepêdanê da li serê xwe. Min meyzand bavê zarokan li devê derî bi Tirkîke xerabe dibêje: “Hûn çi kes in?” Ew jî dibêjin, “Em cendirme ne, berîya ku em xênî bi ser we de hilweşînin zû derî vekin ji me re.” Çawa derî vedibe tevlî potînên xwe yên qirêj derbasî hundurê ku şeva din min heta nîvê şevê paqij kirîye dibin û bi garankî li hersê mezelên me belav dibin û weke ku li tîştekî digerin bi awirên xwe seh dikin. Gava ku li odeya dawîn li ser cihan leqayî Cemilê min ê hijdeh salî tên, bi çembilê wî digrin, bi dahfan didine li ber xwe. Xwedê situkra wan bîşkîne. Hêjî gunehê min pê tê ku di wê sir û seqema serê sibehê de, ne hiştin ku tiştekî bi ser xwe ve werîne.
ıı
Ji wê sibehê ve ye, hê min derî li xwe asê nekirîye. Tim çavê min li derî û guhê min jî li çingênîya wî ye. Her roj heta hungura êvarî weke teredîneke dera ha, seraqet li devê derî bi se’etan dirûnim. Her roj weke wî dîwarê hewşê, yê ku di sîya wî de dirûnim û pala xwe didimê de, hino hino dikelpitim. Ne bi tenê dîwarê hewşê, xanî jî weke min, her roj piçekî din bi ser hev de dikeve û dirûxe. Ji ber ku ji min we ye ku wê li min vegerê, destê min lê naçê ku ez rabim dereke wî xanî nûbikim û bi serhev de werînim. Min navê ku tu tarikvanî jî di mal û mewdanên xwe de kevirekî nû deynin ser hev. Lewra ditirsim ku di vegerê de delalîkê min bi ser mala xwe ve nevebe û sikakên tarê jî ji hev dernexîne.
Ku ne ji vê hêvîyê bûna, niha ji zû ve, ez jî weke bavê wî bi êşa zirav ketibûm û yan jî weke xuşk û birayên wî min jî ji zû ve ew bajar terikandibû. Erê gidyano! Tevde çûn. Ez di vê xir û xalîyê de hiştim. Êdî hûr û gir tên henek û tinazên xwe bi min dikin. Di dawîya emrê xwe de ez rebena Xwedê bûme beniştê li ser zimanan. Ew zarokê şûm tên li derî didin û bi qîjeqîjekê dibêjin, “Pîrê, Cemîlê te ji neqebê ve daye der.” Dema ku ez wan gotinan dibihîzim, bêyî ku bi wan re bixeyidim bi coş û xiroşîyekê xwe li derî didim û ber bi neqabê ve diçim. Ez pîra Xwedê, a ku ji bawî bûnê nikare qedem bide li ber xwe, di wan kêlîyan de wiha xurt dibim tu dibêjî qey per û bask bi min ve çêdibin. Ê ku min di vî halî de dibînin, heyfa xwe bi min tînin û dibêjin:
- Dîsa wan qeşmerên zarokan henekê xwe pê kirin.