Bihar e demsala gulan
Adar e çaxê sorgulan
Gul xemilîn
Deşt kemilîn
Qebqeba Kewê ribat
Diçin û tên
Li ser gulîyê daran
Dayê bêhna sêvan tê
Gul vebûne
Kanî der bûne
Diherikin çem
Kew fetisî
Kar xeniqî
Kevoka min diperpite
Pîsîka min dinale
Dayê bêhna sêvan tê
Dikelijin xeyalên min sar û germ
Wêneyek ji Helebçeya şehîd
Dayê!
Meqberek hembêza xwe vekir
Hezar zarok rapêça
Û bir
Hembêza xwe veke dayê
Gelo li cennetê jî sêv hene
Dayê! Bêhna sêvan tê