Ya Rebb li me bike nesrê
Di vê dewr û di vê ‘esrê
Li dij neyarê xwîn xwarî
Medet ya Reb! Bidî sebrê
Siyonîstên har û mel'ûn
Wek berazên di dehlê bûn
Welat kirin golek ji xûn
Medet ya Reb bidî sebrê
Siyonîstên kûçikên har
Xera kirin gund û bajar
Kuştin zarok û îxtîyar
Medet ya Reb! Bidî sebrê
Ey Ebû Dayfê me yê şerzan
Îman, cîhad te kir jîyan
Can ji rûh re bû perr firyan
Medet ya Reb! Bidî sebrê
Henîyeyê me yê fedakar
Bû Ubeyde, Hemze û Sînwar
Xwîn rijandin bi sebr û qerar
Medet ya Reb! Bidî sebrê
Li ser wan konên ji naylonan
Bombe barandin bi tonan
Nalîn li erş bi milyonan
Medet ya Reb! Bidî sebrê
Tu yî xwedîyê me mezlûman
Zeîf, bêkes, bêqidûman
Li Quds û Xezza mezlûman
Medet ya Reb! Bidî sebrê
Ya Reb! Ji te em hêvîdar
Helak bik melûnên xedar
Bi xwîna Henîye û Sînwar
Medet ya Reb! Bidî sebrê