Ji ber ku destnimêj wek çekek bawermendan dizanibû rabû destnimêja xwe wergirt. Du rik’et nimêja sunnet di mala xwe de eda kir, mala xwe bi secdê xemiland û weke ‘adetê xwe yê her carî bi nigê çepê ji mal derket ber derî, xatir ji ehlê mala xwe xwest û berê xwe da sûkên bajêr.
Dema bi cîhekî ve diçû daîma tizbiya wî li desta bû, hem dua dikir, hem zikir dixwend, hem jî tefekkur dikir. Ev adetê xwe ji salên xwe yên di medresa Yûsûfîye de wergitibû. Secde, dua, tesbîh, şukr û tefekkur li nik wî pênc gencîneyên muhîm bûn bo bawermendan. Daîma zikrê Elllah Te‘ala li ser zarê wî bû. Îro jî rojek wilo bû. Tizbiya xwe girt destê xwe, berê xwe da kolanên bajêr û dest bi tefekkura digel du’a kir…
Ya Rehman û ya Rehîm, Ya Wedûd, Ya Şehîd! Kesê bêkesa her tuyî. Tu xwedî û Xwedayê belengazayî. Em bende û ‘evdê te ne. Ewladên vî milletî di sûk û bajaran de, di nav lepê gurûbên nîjadperest, xêrnexwaz, tiryakkêş, tolaz û haramzedayan de bêkes û bêxwedî ne. Ya Rebbî Tu me û van hevaalên me ji bo rizgarîya wan a heqîqî ku ew jî hîdayet û naskirrina Qur’an û sunnetê ye bikî wesîle.
Îlahî! Em baş dizanin ku dînê Îslamê ji can û mal û al û ewlad û eqrebayên me ewlatir e. Eger bi wesîla jidestdana can û mal û al û ewladên me di vê ‘alemê de berze dibe, em ji dil û can razî ne ku em di vê oğirê can û mal û al û ewladên xwe feda bikin. Bila can û malê me bi qurbana doza Îslamê be. Lewra Îslam ji me ‘ezîztir e.
Meşa xwe ya bi tefekkur domand û domand. Hêstir ketin çava, dema xortanîyê hat bîrê. Gelo çiqas ‘ezîz û merd û mêrxasan di ber vî dînî de canê xwe dabûn. Huseyn, Aytaç, Yasîn, Orhan Xoce, Şêx Zekî, Şehîdên Sûsa, Hecî Sebrî û…hwd
Bi sedan sûretê şehîdan di ber çavên wî re derbas bûn. Xeyalen çû bajarê Mêrdîn, xwe berî Nisêbînê da û silavek li Îbrahîm Xoceyê Nisêbînê kir. Dengê Îbrahîm xoce hêj jî wihareng di guhê wî de olam vedida:
“Îro ez fikirîm hinek
Ez ketim behrê bê binî
Min didît ‘ecêbin gelek
Ê kû digrîn ê ku dikenîn
Min didîtin ê ku dikenîn
Hemû xwînxwar û ‘asî bûn
Min didîtin ê ku digrîn
Hemû û jar û tev tazî bûn
Min digo qet weha nabê
Gotin derdê te çiya
Gotim lazim ev hal rabê
Gotin qey tu jî birçiya
Gotim însan im xelef im ez
Gotin îro ne meqbûl e
Gotim çima hûn cegerbest
Gotin dînê me mensûra
Min digo dînê we îlhad
Digotin me neqandiye
Min digo ma riya ‘ehed
Digotin ew riya ketiya
Hingê kezebêm şewitîn
Dil û hinavêm peritîn
Xwîn û mêjiyêm lebitîn
Min gazî dikir ketiya
Gelî tazî û birçiya
Deng bidin min bêjin çiya
Ev çi ji ‘ebdar ‘ebdîtiye
Ev ğespa li ser me çiya
Çima em serê xwe nahilînin
Zulm û te’dê na teşwînin
Em barê xwe na hemlînin
Barê go red kir tev çiya
Ne layiqê me ye ev hal
‘Îşê me bûye qîl û qal
Ma qey bira hetta çend sal
Ber dewam bê tağûtiya
Bese rabin em tev û hev
Govend bikin bi roj û şev
Bigrin çavan vekin û dev
Qêrîn bikin bi haqqaniya
Bibin bakî gelek dijwar
Ne sed bihêlin ne ti dîwar
Bibin xencer singa kuffar
Bi limînin şeytaniya…
Hey gidî dem û dewran! Çerxa felekê çiqas zû diguherî. Zemînê ku nuha li ser rûdinişt, merhaleya ku tê de deng vedida bi xwîn û xweydana gelek mêr û mêrxasan hatibû avdan. Gund bi gund bajar bi bajar rêç û şopa şehîdan şîn bûbû. Îdî bulbulên Qur’anxwîn li her derê vî welatî dixwendin. Bala xwe da çiyayan, çiyayên Edenê digel zozanên li quntarê vedibeşirîn…
Şêhîdên berya xwe ê wek Selaheddîn bibîr anî. Rondîkên wî bê hemd dawerivîn. Xwe bi xwe got:
-Lazim e mirov canê xwe di oğira dozake wisa de feda bike ku ew doz bi bihayê xwe ji canê mirov bi qîmettir be. Lazim e mirov di dinya fanî de temmamî ‘umrê ku Xwedê Te‘ala daye mirov, di oğıra dozeke wisa de xerc bike da ku bihayê wî cenneta ebedî digel razîbûna Rebbê ‘Alemê be. Gelo ma di vê ‘alemê de çi meqam ji Meqamê Rizayê bi qîmettir e. Ma ew meqam ne Meqamê Şehadetê ye. Lê ji bo ku mirov bibe şehîd û bighê Meqamê Rizayê lazim e ewil mirov bibe şahidek kamil ji bo dînê Xweda. Êdî lazim e em ranezên, dibê em rabin û jibo hîdayet û rizgarîya vî milletî bê sekn û hedan bixebitin…
Carna tûrê erzaq dida milê xwe û xwe di nîvê şevê de berî kolanên Edenê dida da ku parîkî nan bighîne feqîr û belengazan. Carna bi destê serxweş û tiryakkêşan digirt û ji qesar û herriya cehalet û kufrê vedikşand, dibir ber derê camiyê dişûşt. Ev cehd û xebata hêja çiqas li xweşa birayên wî û mezlûman dihat hewqas li zora çavnebar û hesûdên tiryakfiroş diçû. Lewra gelek muşterîyên wan bi ğeyreta wî dest ji wê ‘alema qirrêj vekişandibûn. Loma baronên tiryakfiroş bi pîlan û kemînên muxtelîf li pêy windakirina serê wî digeriyan. Ew ji bo ronahî û nûrê, neyarên wî ji bo tarîtî û zulûmatê bê sekn û hedan dixebitîn.
Gelek caran di kêleka sûkên bajêr de li pêy ciwanan dimeşiya da ku wan ji zincîra hewa û hewesa nefsê, ji qeydên zordesta û ji kemîna tirykaperestan azad bike. Bi şefqet û merhemet xwe berî sıkakên bajarê Edene dida. Di kolanên bajarê kevnar de carna bi gulek sor, carna bi îkram û îhsanê, carna bi vexwendina bi bal nimêj û camîyê ve kemînên xêrnexwazan dipelişand. Ji xwe sewta azanê vexwendina bi bal xêrê ve bû. Her xortê ku diket bin siya wî û sûd ji suhbeta wî werdigirt rengê jiyana xwe vediguherand û bi şûrê îxlas û teqwayê serê hewa û nefsa şeytanî dipekand. Gelek xortên ciwan bi saya tebliğa wî dev ji heyata cahilî berdidan, berê xwe didan camî û medreseyan.
Dîsa ji kolanê bajêr hatibû cîyê kar da ku bi hevalê xwe re di warê teblîğ û hişyarkrina gel de, bo alîkariya ji feqîr û belengazan re bişêwire. Lê wext wextê nimêjê bû. Xwest ku bi wesîla nimêjê enerjîya xwe kom bike û dîsa bo teblîx û alîkarîya ji belengazan re bikeve rê.
Sacid, musemmayê bi navê xwe bû. Her dema ku di kar de di westiya riya felah, ferec û bêhnvedanê di secde û nimêjê de didît. Wexta ku dest bi nimêjê dikir weke navê xwe noqî behra ayetan dibû, kûr û dûr li ser maneya wan difikirî. Xwe bi boyaxa îlahî boyax kiribû, ji xwe li nik wî rengê herî xweş rengê Ellah Te’ala bû. Kesê ku rengê jiyana xwe ji boyaxa Ellah Te‘ala werbigirta îdî hew dikaribû di cîhê xwe de bisekine. Wî jî wilo dikir.
Wextê nimêj û secdê li nig wî wextek bêhempa û dema bêhnvedanê bû. Enerjîya xwe ya herî zêde ji nimêj û secdeyan werdigirt. Ji xwe temamê jiyana wî ji secde, şukir, alikariya feqîr û belengazan û mucadelya bi baronên tiryakkêş û xwedênenasan re pêk dihat. Li hevalê xwe vegerî û got:
-Kekê Salih! Ez dibêm em nimêja xwe bi cemaet eda bikin û hê dest bi karê xwe yên dî bikin. Hem xêr û bereketa cema’etê zede ye, hem jî bi vê wesîlê belkî xêr û bereket zêdetir bikeva karê me.
-Tu rast dibêjî. Xebera te ye. Haydê ya Ellah.
Rabûn qamet anîn, berê xwe dan qiblê û bi cemaet dest bi nimêjê kirin. Bes hayê wan ji bayê felekê tunebû ku dujminê xayin, baronên tiryakfiroş bi lehpekî û bêbextî ji paş ve dor li wan girtiye. Berê xwe dabûn secdê, di huzura Rebbê xwe da bûn. Pîyonek xayîn ji hîzba şeytan ji paş ve bi şûr êrîş anî ser wan. Dilop bi dilop xwîna pak û zelal ji bo şahidiya îmanê ji demarên pişta wî dawerivîn. Nuha seccade li ber wî şahidiya îmana wî dikir û bi xwîna sor dixemilî
“Eşhedû en la îlahe îllallah.” Êdî Ezraîl bi merhemet lê vebeşirî. Te didigo qey cîhê xwe li cennetê dît. Hema got:
-Salih bira! Zarokên min, Ronîya çavên min, fêkîyên ‘umrê min emanetî we, hûn emanetî Xweda bin. Ezê biçim û silavên we bigehînim serekê şehîdan. Digel Hesen, Huseyn, Îbrahîm, Sulheddîn û hevalên xwe yên dî konê xwe vegrim û li beheştê li benda we bim. Bila şair şîna me bigerînin, hunermend di civat û civînan de me bibîr bînin. Bi xatirê we. Bi xatirê we. Me şahidiya xwe pêk anî, dora me buhurî êdî. Em şehîd in êdî dora şehîdîyê dora we. Îdî bi xatirê we bila şair kerem ke:
Rê w mekteba jîn û jiyan
Şahidî ye ji bo Qur’an
Pir ezîzê ji Hîzba Xweda
Di wê oğirê canê xwe dan
Ey bira can Sacid delal
Ziman nikare bike qal
Wesf û ewsafê ku li we bûn
Teqwa û exlaqê delal
We li huzûra Rebbê Rehîm
Secde dikir ey dilhelîm
Şahidê îmana we ye
Dilopê xwînê di roja ezîm
Nabe nesîb bo herkesi
Ku sîwana secdê bike sî
Bi xwîna sor bixemlîne
Şahid ji bo wî ew besî
Sacid bira dilhezînim
Li ser we îro bi nalînim
Cî w meqamê ku we lê danî
Sed xwezîya xwe pê tînim
Lewra meqamek alî ye
Xwedayê we jê razî ye
Payeberze ji her meqamî
Şehîdan kon lê danîye
Ey şêhîdê bi dest ğafila
Derdê te bû kerba li dila,
Tu ji bîr nabî Sacid bira
Dê şax vedî li nava dila
Xwîna şehîd şûrek qewî
Şahid e ‘izzet dide wî
Qatila tim zelîl dike
Hem dinyewî hem uxrewî
Birije çavê neyara
Digel qatîl û xwînxara
Hem li dinya hem li axret
Bibin xurê mişk û mara
Cewat dibê de ka em rabin
Her dem li pêy şehîda bin
Gorî bikin em ruh û can
Di oğira dîn em feda bin