1—Ey ewê ku ‘îzzet û cemal her ji bo Wî ye!
2—Ey ewê ku mulk û mezinahî her ji bo Wî ye!
3—Ey ewê ku qudret û kemal her ji bo Wî ye!
4—Ey ewê ku mezin û bilind e!
5—Ey ewê ku cezayê Wî bi şiddet e!
6—Ey ewê ku ‘ezabê Wî bi şiddet e!
7—Ey ewê ku hîsaban bi lez û bez dibîne!
8—Ey ewê ku xêra herî qenc her li ba Wî ye!
9—Ey ewê ku diya kîtaban her li ba Wî ye!
10—Ey ewê ku ‘ewrê barkirî dişîne!
Tu ji hemî kêmasîyan pak û berî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Ewlehîyê bide me. Em ewlehîyê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.
(5)
Ya Rebbî! Ez bi heqê van navên te ji Te dixwazim!
1—Ey Hennan, xwedîyê merhameta daimî.
2—Ey Mennan, xwedîyê qenciya heqîqî!
3—Ey Deyyan, ewê ku bi ‘edalet hukum dike!
4—Ey Xufran, ewê ku dibexşîne!
5—Ey Burhan, xwedîyê delîlên aşîkar!
6—Ey Sultan, xwedîyê quwwet û mezinahîyê!
7—Ey Subhan, ewê ku pak û berî ye ji hemî kêmasîyan!
8—Ey Muste’an, ewê ku her tim alîkar e.
9—Ey Zelmennî welbeyan, ewê ku xwedîyê nî’met û beyanan e.
10—Ey Zeleman, ewê ku xwedîyê emniyet û emanê ye.
Tu ji hemî kêmasîyan pak û berî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Ewlehîyê bide me. Em ewlehîyê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.
(6)
1—Ey Ewê ku her tişt li hember mezinahîya Wî xwe datîne.
2—Ey Ewê ku her tişt teslîmî qudreta Wî bûye.
3—Ey Ewê ku her tişt li hember ‘izzeta Wî zelîl e.
4—Ey Ewê ku her tişt îta’eta heybeta Wî dike.
5—Ey Ewê ku her tişt bi qudreta Wî dimeşe.
6—Ey Ewê ku her tişt ji tirsa Wî xwe kêm dike.
7—Ey Ewê ku ji tirsa mezinahîya Wî çiya qelişiye.
8—Ey Ewê ku asîman bi emrê Wî sekinîne.
9—Ey Ewê ku serzemîn bi izna Wî tebitiye.
10—Ey Ewê ku neheqîyê li gelê/xelqê welatê xwe nake.
Tu ji hemî kêmasîyan pak û berî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Ewlehîyê bide me. Em ewlehîyê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.
(7)