Di demên borî de, li nav kampusa Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê dîdara “Kurdnasî” an jî rasttir e ku bibêjim “Lêkolînên Kurdî” hate lidarxistin. Dîdar di rewşeke xuya de bi rêkûpêk derbas bû. Westandina organîzatoran, amadebûna komek zanyarên biyanî û navxweyî, çend panelên gotûbêjê û pêşkêşkirina helbest û hunera Kurdî tê de hatin kirin. Lê belê li bin vê rûkêşa bedew, bêhntengiyeke acizker û tevliheviyeke bingehîn hebû ku tenê di nav gotûbêjên hevalan û li pişt perdeya panel û dîdarê de xwe nîşan dida.
Ez, wekî kesekî ku piraniya zaroktiya xwe û tevahiya mezinbûna xwe li Brîtanyayê derbas kiriye û li rastî herikîna piralîya “yê din” hatiye; guhên min bi hemû awazên nijadperestiya bê deng hatine hînkirin. Di çend vegotinên beşdarên biyanî de, min êşa wê tevliheviyê bi tamên cuda hîs kir.
Çend caran di xeyalên xwe de min dixwest wêneyê wê yekê bikim ku çi diqewime ger komeke zanyarên Kurd û Ereb li Zanîngeha Londonê konferansek ji bo “Brîtanyanasiyê” li dar bixin û bernameya “Vedîtin û Rêkûpêkkirina Çanda Îngilîzî” ji bo Îngilîzan bi xwe deynin? Bê guman, ev ne tenê pêkenok belkî di heman demê de heqareteke eşkere ye li nêk Birîtanyayîyan. Lê belê li vir heman rewş wekî “karekî awarte” hate pêşkêşkirin, wekî ku miletê Kurd ew parzemîna “winda” be ku emperyalîstên îro ew nû dîtine. Ev mîraseke nebaş û şermezar a emperyalîzma fîkrî ye ku xwe bi cilên akademîk veşartîye.
Bê guman, ev hest tenê min negirtibû. Di van sê rojan de, hevalên akademîk, lêkolîner û nivîskar, ji her goşeyekê û bi zimanên pisporiya xwe yên cuda, heman nerazîbûna xwe bi awayekî digotin. Yek ji hevalên min ku ji Almanyayê hatibû, di dema firavîna roja duyemîn de bi hêrs got: Te bihîst ku wan emperyalîstan çawa behsa “vedîtina” çanda Kurdî dikirin? Vaye niha jî dixwazin nexşeya parzemînekê çêkin ku qet winda nebûye, dixwazin ronahiyê bidin wêjeyekê ku hezar sal e ronahiya wê besî hemû gefên tarî yên tunebûna me kiriye. Kengê ev tona oryantalîst a pûç bi dawî dibe? Kengê fêm dikin ku mîrasa me ya fîkrî û çandî li benda xelaskarê rojavayî nebûye? Ev heman nîşaneyên nexweşiya oryantalîzma kevn e ku me wekî objekteke lêkolînê dibîne, tiştek ji bo vekolîn û xwendinê, ne mirovek ji bo guhdarkirin û diyalogeke wekhev e. Kengê emê ji vî qalibî rizgar bibin û dest bi gotûbêjeke rastîn bikin ku mirov tê de li hember mirov rûniştibe, ne zanyar li hember materyalê lêkolînê?
Hevalekî din got: Niha têgeha “vedîtin” kevn bûye û zêde nayê bikaranîn. Niha têgeha "afirandin"ê bikar tînin. Wisa diaxivin wekî ku em di valahiyê de bin û li benda wan bin ku çarçoveyeke fîkrî ji bo me biafirînin. Her dem wisa dixuye ku tu li ser maseya emeliyatê dirêjkirî yî, çavekî sar û bêhest ji jor ve li te dinêre û te wekî cenazeyekî nîvcan, wekî laboratuareke ji bo fêrbûnê dibîne. Ger lêkolînek li ser Kurd nikaribe lêdana dilê Kurd wekî dilê xwe nas bike û hîs bike, lê tenê wekî “materyaleke xav” ji bo lêkolînê bibîne, wê demê em nebûne mijara lêkolînê, lê di rewşa herî baş de bûne ew heriyê pîşesazî ya ku ew bi dilê xwe şekil didin me û paşê jî bi navê lêkolînê pêşkêşî dinyayê dikin.
Tiştê ku ev emperyalîstên nû dikin, çi bi qestî be çi bê hiş be, ne tiştek e ji bilî dagirkeriyeke fîkrî û binpêkirina sînoran. Ew, vê fezayê dagir dikin û van sînoran derbas dikin ku tê de milet maf heye xwe pênase bike. Ev ne tenê pirsgirêka dîroka çewisandinê ye, lê di heman demê de şerê îroyîn e ji bo mafê xwevedîtin û xwepênasekirinê.
Rastî ev e ku li derveyî neteweperestî û tengbînî riya rast a fikirînê ev e ku em bi gumaneke kûr li niyet û armanca van projeyan binêrin û bi wan re tevbigerin. Heta ku em di gumaneke herî zêde de bibêjin ku ew bi xwe ji vê mîrasa emperyalî nizanin «ku ev sadetî ye», dîsa jî nêrîn û çarçoveya wan a fîkrî heman encamên tarî derdixîne ku tarîtî bi tama tund û tûjiyeke zanistîya nazik lê kujer e.
Pirsên rastîn ev in: Lêkolînerê Kurd çawa dikare warê lêkolîna Kurdî ji kolonyalîzma zanistî rizgar bike? Çawa em wan zincîreyên nedîtî bişkînin ku me wekî “mijara xwendinê” ne nivîskar û afirîner û xwedî gotar ji xwe biyanî dike? Çawa em ji qonaxa beşdarbûna di gotûbêja wan de derbas dibin û dibin xwedî ziman, metod û vegotina taybet bi xwe?
Erka me ya sereke niha ne tenê vegotina çîroka xwe ye, lê di heman demê de girtina amûrên berhemhênana fîkrî ya xwe ye jî. Erk ev e ku em bi hêzeke xwezayî ya xwecihî vê çarçoveya kolonyalî hilweşînin û li ser bingeha ezmûn, dîrok û cîhanbîniya xwe -ne ya wan- kevneşopiyeke lêkolînê ya rexnegir û resen ava bikin ku ewqas xurt û serbixwe be ku pêwîstiya wê bi çepikan û pejirandina çavekî derve tune be.
Ev şerê rizgarbûna ruhê miletî ye ku bi sedan salan e, xwedî çand, ziman û şaristaniyetê ye, lê hîna jî neçar e ku li ber nihêrîna “dîmenekê” ku xwe wekî pîvan û standarda cîhanî pêşkêş dike, hebûna xwe biparêze.
[1] Serenc: Hişyarî