Qur'ana Pîroz, ji hêla Xwedê ve hatîye şandîn û bi rêya Pêxemberê Îslamê, Hz. Muhammed (sav), ji mirovan re hatîye pêşkêşkirin. Yek ji taybetmendiyên herî girîng a wê î'caz e. Ji bo vê yekê jî mu’cîza herî mezin e. Qur'an, di rewşa edebî de wekî her wiha di pirsên zanistî, qanûnî û exlaqî de, pirtûka taybetmend e.
Quran bi uslub û nezma xwe xwedî şêwazek bêhempa ye. Her çendî di dema ku edebiyata Erebî di herî pêş da bû derkete holê. Ji hêla peyvan û kûrahiya wateyên wê, helbestvan û wêjevanên ‘Ereb heyirî man. Ev aliyê Quranê şêwazeke wisa pêşkêş kiriye ku kesên bi ‘Erebî jî dizanin nikarin teqlîd bikin û di vî warî de îtîraz bikin. Bi rastî di ayeta jêrîn û ayetên wek wê de tê gotin ku tu kesek nikare sûreyek mîna wê çêke. Ji vê dijwariyê re “tehaddî” tê gotin. Tehaddî gef xwendina Quranê ye. Heta îro tu kesî nikariye bersiva vê gefê bide.
“Heke hûn di wan tiştên ku me ji pêxemberê xwe re daxistîye dudilî ne, heke hûn rast dibêjin, sûreyek wekî wê çêkin û ji bilî Xwedê gazî şahidên xwe jî bikin.” (Beqere, 2/23)
Î'caza Qur'anê di Warê Zanistî û Dîrokî de
Tê dîtin ku di Quranê de hin rastiyên zanistî hatine destnîşankirin ku mirovên wî zemanî nedizanîn. Gelek rastiyên zanistî, wek pêvajoya pêşketina embrîyo di malzarokê de, firehbûna gerdûnê û hatina hesin ji çavkaniyên derveyî dinyayê… Ev mînak û mînakên din nîşan didin ku Quran bi agahiyên ku piştî sedsalan hatine keşfkirin re hevaheng e.
Her weha, nêrîna Qur'anê li ser bûyerên dîrokî de nakokî tune ye û dema ku qisseya pêxemberên berê vedibêje zimanekî berfireh û hevgirtî bi kar tîne. Ev yek jî îsbat dike ku Quran ne gotina beşerekî ye.
Î'caza Qur'anê di Warê Qanûnî û Exlaqî de
Pirsgirêkên wekî qaîdeyên huqûqî, mafên mirovan, edalet, hiqûqa malbatê û nîzama civakî di Quranê de nîşan dide ku ew pergaleke gerdûnî pêşkêş dike. Quranê, bêadaletîyên di zemanê cahîlî de ji holê rakir û huqûq û qanûnên layiqî mirovatîye danî. Mafên hemî zindîyên li ser rûyê erdê parast.
Daxwaza Qur'anê
Quran rêbernameyekî giyanî û exlaqî dide mirovan ku jiyana xwe birêxistin bikin. Prensîb û hînkirinên exlaqî yên ku tê de hene, ji kes û civakan re dibe alîkar ku bi dadperwerî û bi rûmet bijîn. Quran cesaretê dide fezîletên wek durustî, dilovanî, edalet, sebir û tehamûlê…
Quran li ser têgehên edalet û wekheviya civakî radiweste. Alîkariya feqîr û belengazan bi îbadetên wek zekat, înfaq û sedeqeyê dike. Her wiha di Quranê de qanûnên ku di derbarê mafên jinan, parastina sêwiyan û rakirina koletiyê de jî hene.
Quran teşwîqa yekîtî û hevgirtina misilmanan dike. Ibadetên wek limêj û rojî û hecê dibe alîkar ku misilman bên cem hev û têkiliyên xwe yên civakî xurt bikin. Quran şîretan li mirovan dike ku bi biratî û hevgirtinê bijîn, ev yek jî dibe sedema yekitiya civakê.
Quran bandorên kûr li ser civakên rojevê dike. Aliyên wê yên giyanî, exlaqî, perwerdeyî, hiqûqî, çandî û civakî ji gelek pirsgirêkên ku cîhana nûjen pêre rû bi rû dimînin re çareseriyê pêşkêş dike û di civakan de jîyanek dadperwertir, aştiyane û aramtir dike.
Encam
Qurana pîroz bi hunera xwe ya edebî, zanistî, dîrokî û yasayî ve îspat dike ku ew peyveke sermirovî ye. Taybetmendiyên wê yên mucîzevî hem ji bo bawermend û hem jî ji lêkolîneran re bûye çavkaniyeke balkêş. Alim û ramanwerên Îslamî bi sedsalan e ku van aliyên Quranê dinirxînin ku Quran di her serdemê de bi mucîzeyên nû xwe eşkere dike. Ji ber vê yekê Quran ne tenê pirtûkek dînî ye, di heman demê de rêberekî îlahî ye ku rêberiya mirovahiyê dike.
Quran ji dema hatî şandin heta weke îro, gazî dike ku yên di şandina wê de bi guman in bira mînakeke wek wê bînin. Ne tene ew di vê mijarê de dikarin gazî cinan jî bikin. Wek divê ayêtê de hatî gotin:
“Bibêje: “Eger hemû însan û cin ji bo anîna wekî vê Qur’anê bicivin, wê nikaribin weka vê Qur’anê bînin, eger hinek ji wan piştgirîya hinekan jî bikin.” (İsra 17/88)