Civat germ bû, mêvanê Ristem odê dagirtibûn. Ew, çend roj berê ji nexweşxanê derketibû. Bi rastî nexweşîya wî ne pir giran bû. Lê lêpirsîna nexweşan adetekî wanî xweş bû. Gelek merivên wî ji bo lêpirsînê 3-4 rojan diçûn û dihatin.
Derî lêket, hin mêvanên din jî ji nav derî ketin hundir:
- Selamûn aleykum, şeva we bi xêr be!
- Şev baş, şev baş, kerem kin.
Mêvanên nû pismamê Ristem bûn. Fexredîn, bi malbatî hatibû pirsa merivê xwe.
- Pismam, hûn bi ser çavê min re hatin
- Ser û çavên te neêşin Ristem, Xweda şîfa xêrê bişîne, Xweda nexweşîya te bike kefaretê gunehan.
- Gelekî sipas dikim, her hebî.
Civata Rismet li gora dilê wî bû. Ji berê de ji mêvanan hez dikir. Kêfa wî ji xeberdanê re dihat. Lê demekî dirêj bû bi vî rengî mêvanan nehewandibû. Xeberdan çûn û hatin, behs û qala meseleyan dikirin. Di demeke nêz de Ristem kurê xwe zewicandibû, daweta wî kiribûn. Behsa dawetê jî vebû.
Fexredîn:
- Pismam, daweta we jî li ser xêrê be, Xweda hizûr û se’adetê bike nesîbê ciwanan, bi dilê rihet be.
- Sipas dikim birayê Fexredîn, aqûbet li serê xortên we be jî.
- Heqê xwe helal bikin, tu dizanî ez naçim dawetên tevlîhev. Tu ji min çêtir dizanî, bav û kalên me, pêşîyên me, heta çend sal berê jî, di şîn û şahîyan de li mehremîyetê miqate bûn. Jin û mêr ji hevdû cuda rûdiniştin. Kesê bi nezereke nebaş li namûsa hevdû nedinihêrt. Keçên me, jinên me nuxumandî bûn, xortên me bi edeb û heya dimeşîyan.
Xeberdan çiqas dirêj dibû, serê Ristem pel dibû. Xwest ku meselê biguherîne:
- Bi gora apê xwe, berîya dawetê min mewlûdê jî da. Wextê mele mewlûd jî xwend, min dengê saz û defê girt. Deng ji tu kesî dernediket. Bi Qur’ana te xwendîye, li ber mewlûdê ez rûniştim û girîyam. Ewqas xweş dixwend. Min ji pirê kesan pirsî, di vî memleketî da yê ji alîyê xwendina mewlûdê herî navdar kî bû, min ew anî. Ji xwe wextê mele ‘merheba’ xwend, te bidîtina temamê salonê rabû pîyan.
Fexredîn:
- Kekê Ristem, mixabin her diçe neslên me xera dibin, em ji dînê xwe dûr dikevin. Dewêlên xerbî, eleqeya xwe û dîn ji hevdû qut kirine. Di heyata wan de ji alîyê dîn û bawerîyê ve tu nîşaneyek nemaye. Ji xwe dînê xwe jî texrîb kirine, xera kirine. Jîyaneke nû derxistine, ew ji xwe re dibêjin em sekuler in, navê vê jîyanê jî sekulerizm e. Divê qey her diçe em jî ber bi wan ve diçin.
Li ser van gotinan bû niçe niça Ristem:
- Îca sekulerizm çî ye loo, tiştê beredayî! Xwedê hifza me ji wan kafiran bike. Tu dizanî Fexredîn, carekî ez bi hevalekî xwe re çûm Elmanya. Min heyata wan dît, neûzûbillah, li loqentayê araqê vedixwin, tev tazî ne, kes silavê li kesî nake. Hirmet û rûmet nemaye di nav wan de. Heyra bila ji me dûr be tiştê wisa. Şikir em Misilman in.
Fexredîn:
- Ez jî wê behsê dikim Kekê Ristem. Ma berê li kuçe û kolanên me keçikeke ser vekirî hebû? Ka ji min re bibêje, serê keçikên te tev ne vekirîne? Ji alîyê tazîtîyê, ferqa me û dewêlên kufrê çi maye? Zarokên me hatine wextê zewacê bi rêya camîyê nizanin. Araq û faîz tiştekî normal tê dîtin li welatê me!
Ristem:
- Bi gora apê xwe, her sal ez û jinapa te bi hevdû re diçin terewîhan. Heta vî emrê xwe hê limêja terewîhan li min neçûye. Di meha Remezanê de ez û dîya wan tim û daîm radibin paşîvan. Min tu carî bê paşîv rojî negirtîye. Meleyê me berê behsa xêra paşîvan dikir, xêra paşîvan pir mezin e tu dizanî?
- Keko, ez xulamê te me, zarokên me limêj nakin, rojî nagirin, tu ji min re behsa xêra terewîh û paşîvan dikî. Ez dibêjim ‘Selamûn aleykum’ tu ji men re dibêji ‘Şevbaş’, ez dibêjim ‘Xweda şîfa xêrê bişîne’ tu dibêji ‘her hebî’... Xeberdan û peyvên Îslamê jî li ser zimanan hunda bûne, ma tu ferq nakî? Di mala te de çend kes bi xwendina Qur’anê dizanin?
Li ser van gotinan Ristem destê xwe avêt berîka xwe, tizbîya xwe derxist:
- Ji dozde salîya xwe heta îro min tizbîya xwe ji destê xwe kêm nekirîye. Meleyê gundê me, Mele Huseyn ev ji min re hedîye kir, bi ser de jî xwendibû, tizbîya teberik e, her roj ez wirdên xwe pê dikşînim. Wextê ez nexweş bûm, li nexweşxanê sê roj wirdê min li min çûn, piştî ez hatim malê min wan jî qeza kir. Fexredîn, Mele Huseyn tê bîra te, çiqas alimekî mezin bû, maşellah...
Ristem careke din jî meselê guherand. Fexredîn:
- Rast e pismam, Mele Huseyn însanekî pir qenc bû, timî digot; li limêja xwe miqate bin, ji zaroktîyê pê de qîzê xwe hîni sernuxumandinê bikin, zarokên xwe hînî xwendina Qur’anê bikin, bila limêja wan li wan neçe... Ka ji gotinê Mele Huseyn me çi kirîye heta îro? Zarokên me rêya camîyê nizanin, heta êvarê di qehwe û cîyê nebaş de ne, qîzê me tev tazî digerin, tu ji min re behsa tizbîyê û paşîvan dikî.
Ristem e, ma di binê van gotinan de dimîne:
- Na ne ew tenê ne loo! Min li jinapa te wesiyet kirîye, her rojê êvara înê teyfikekî şîva mirîyan derdixe, dide cîranan. Carekî xwe ji bîra kiribû, bi kilamê qedîm ew şev xew neket çavê min, rihmetîyê bavê min hate xewna min, gazinên xwe kir, got te çima îro şîva min neşandîye...
Gotin û şevbêrk bi vî rengî diherikî... Fexredîn eslê meselê digot, Ristem berê hespê xwe bi alîyê din ve diajot... Esasên dîn ji me dûr dikevin lê bi hinek hûrgilîyan milletê me xwe dixapînin... Navê vê jîyana nû jî sekulerîzm e, lê kî pê dizane...