Bihar dereng hatibû. Gul û sosin, binevşên sor û kulîlkên cûrbecûr… Zîlan wek bûkekê xemilandî bû. Bêhna sipîtang û mendê, kereng û karîbelg wek bêhneke beheştî di pozê meriv da kon vedida. Dar û bel û gîhayê beyanî her alî xemilandibû. Zevîyên Gelîyê Zîlan di nav gîha de winda bubûn. Dengê şalûl û bilbil û civîkên biharê di devê çeman de wek sitraneke evînî olam didan û di guhê meriv de bi cîh dibûn.
Îsal bihar dereng hatibû. Hê di serê hinek çiyayên Zîlan de berf û belekên berfê cîh bi cîh mabûn. Her aliyên Zîlan daristan bû. Di nava van daristanan de her cûre heywanên biyanî hebûn. Biharên Zîlan şênahî jî bi xwe re dianîn. Lê îsal salek xerîb bû. Milletê Zîlan isal bi hatina biharê şa nebûbûn. Destê kesî bo karekî ranedibû. Milletê Zîlan îsal zevîyên xwe ji bo çandinê ranekiribûn. Cot û kotan û erebe yên ga îsal di şûna xwe de zeng girtibûn. Milletê ceh û genimên xwe yê tov ê ku ji bo çandinê hiştibû hemû di aşan de hêrabû. Kes nediçûn nav zevîyên xwe. Kesî amadehîya çinîna gîha nedikir. Di her alîyê Zîlan de dengeke bêdeng hakim bû.
Mele Ehmed, li ber paca mizgeftê dêna xwe dida çêmê Zîlan. Çemê Zîlan har bûbû. Kevir, dar û ber dabû ber xwe, bûbû lehî û diherrikî Behra Wanê. Mele Ehmed li çemè Zîlan dinêrî û kûr difikirî. Gelo ev hal wê çawa be. Ev zulma ku mîna van kevir û dar û bera me dide ber xwe wê me bi ku de bive. Ev dûjmin bê insaf û zalim e. Ev dujmin xwînxwar û bêeman e. Ev dujmin ji merhemetê bêpar e….
Zordesta dest bi zulma xwe kiribûn. Li gundên nêzîkê navenda bajarê Erdişê digerîyan. Dilê wan kê bixwesta digirtin û berê wan didane hebsa Erdîşê. Milîsan jî kesên belengaz didane ber gula. Millet ji van zalima emin nîne. Li aliyê din qacaxan girtine ser qereqkola Zîlan. Qereqola Hesen‘evdalê li her çar alî hatiya girtin. Pevcûneke mezîn çêbûye. Roja pevçûnê di wî gundî de dewatek hebû. Gundî tev bo dewatê kom bûbûn. Dorpêça qereqolê û naçarîya gundîyan. Gelo bayê qederê ji ku ve dihat û bi ku ve diçû….
Qomutanê romê ji eskerê xwe re gotibû hay ji xwe hebin. Rewşa Zîlan qet ne rind e. Qet tiştek belî nîne. Di nobetên xwe de hişyar bin. Esker tiştekî wiha ji gundîyan hêvî nedikir. Lê Qacaxa ji her cihî re ferman şandibûn. Gotibûn: “Em di nava Zîlan de eskerê romê qebûl nakin. Gundî di nava du agirî de mabûn. Du eskeran di mevzîya xwe de li dawetê temaşe dikirin û xeyalê dawata xwe dikirin. Behsa welatê xwe, ‘urf û ‘adetê welatê xwe ji hev re dikirin. Ji nişka ve dengê tivinga hatibû eskerek direjî erdê bûbû. Qacaxan qeqreqol ji her alî ve dorpêç kiribûn, gule lê direşandin. Eskerê qereqolê yek bi yek derb dixwarin û diketin ser erda sar. Eskerek di pişt qereqolê de bi alî germavê ve revîbû. Gundî şaş û mehter mabûn. Qacaxan zafera xwe îlan dikirin û şahî li dar dixistin. Xebera vê bûyarê di rê da berê xwe dabû artêşa Dewrêş Paşayê zalim û xwînxwar….
Ev xeber ji Mele Ehmed re îro hatibû. Behsa qereola Çaxirbegê jî hebû. Milletê gundê jêrîn xwe avêtibûn ser cîya û zozanan. Ji Mele Ehmed re name li ser nameyê dihatin. Çend roj berê keça Mele Ehmed Nazê tevî çend keçikên din çûbûn pincarê û rastî birrek Qacaxan hatibûn. Qacaxa der û dora van keçika girtibûn. Kecik tev bi qêrîn digiriyan. Qaçaxan ji wan di pirsîn:
-Hûn ji kijan gundî ne? Kecika digotin:
- Em ji gundê jêr hatine. Zirara me ji kesî re tune. Me berdin em herin mala xwe. Serokê qaçaxa gotibu:
-Em zirarê nadine we. Em ji ber Romê derketine. Dawa me bi we re nîne. Gelo di nav we de kesekî Mele Ehmed heye? Nazê ewil tirsîya. Paşê got: “Ez keça wî me.” Qacaxan gotin: “Ji Seyda re bêje em ji bo vî milletî rabûne. Li her alîyê welat hevalên me hene. Ji Surî û Iraq wê alîkarî ji mera were. Ji mizgîna serkeftina me re demek hindik maye. Bira seyda jî piştgirîya me bike. Eger ev zulm rojekî were ber derê we, em îdî di axa sar de ji cîh nabinîn. Seyda bira bavê xwe bîne ber çavê xwe.” Keça Mele Ehmed çawa ku gîha mal ev mesele ji Mele Ehmed re bi berfirehî got.
Ji alîkî ve gefên qaçaxa berdewam bû ji alîyê din ve eskera dest bi zeftkirina gunda kiribûn û ber bi Zîlan ve dihatin. Leşekeran li cem kê tiving bidîtina hema dukuştin. Qacaxan jî çend cîhên wek Panos, Muradiye, Arnis zeft kiribûn. Hem îşxala dagirkeran hem jî berxwedana qaçaxan li her derê zîlan belav dibû. Romîyan şûna bafiroka amade dikirîn û ji her derê welat esker dişandin herêmê. Wisa xwîya bû ku fermana gelî ji zû de rabûbû…
Leşkeran di her alîyê Zîlan de mewzî dikolan. Milîs jî ketîbun nav gel û propagada Romê dikirin. Milîsa digotin:
-Ji dewletê re dewlet lazim e. Dewlet zaf qewîye. Erê îro qaçaxa çend cîh girtine, ema zêde nakişîne dîsa ev der wê ji wan bênsitendin. Kî ji nuha ve xwe bide kêleka dewletê wê xwe xelas bike. Kî ‘eşîra xwe bîne rê û ji serhildanê vekşîne dewlet wê ‘efûya wî derîne. …
Li her derê Erdîşê ji bona hêsîra cîh dihate amadedikirin. Mala Reîs di warê amedehîyê de wezifa xwe bi cîn dianîn. Ji bajarê Wanê esker bi qeyîka dikşîyaan Erdişê. Aşê Dawûda ji boy esker bûbû qişleke mezîn. Qaçaxa bafirokek anîbûn xwarê û hinek esker hatibûn kûştin. Di taqîbata esker de jî Qacax di Gelîyê Zîlan de asê bûbûn.
Qaçaxan ji bo çareserîya pirsgirêkên xwe û qelaştina dorpêça esker di Zîlan de civînek pêkanîbûn. Qaçax ji boy stratejiyeke nû bi hev re dişêwirîn. Bes bo çareserî û sitratejîyê tu tifaqek çê nedibû. Navbera Seyyid Resûl û Zarwê Paşê hîç ne rind bû. Ji boy meseleke piçûk sîlah nîşanî hev didan. Seyda û Qacaxan di hinek mesela de ji hev vediqetîyan. Îttîfaq ji xwe saz nedibû bes bafirokan jî gelî bombebaran dikirin. Mesele roj bi roj giran dibû û rewşa Zîlan ber bi xerabîyê ve diçû
Mele Ehmed zaf ders hilda bû, zaf ders jî dabû. Lê ev îmtihan îmtîhaneke zaf mezin bû. Ji bo berxwedana li hember zalima quwet û tifaq lazim bû. Halê hazir peydabûna herduya jî nemimkûn bû. Mele Ehmed kur fikirî, girî ket qirikê, lorîk ji çavan barîn û ev kelam nuhurand
Îro ferz e li me serhildana li pêşber zalima
Ev bar barekî girane li ser pişta me aliman
Ji me ra lazim e paşakî xwedî ‘ilm û îhsan
Ya reb! Tu zû bişîne wî paşayî ji bo gelê Kurdistan
Ku li ber romê serî rake wek Rustemê Kurdan
Bîr û bawerî min heye ji vî milletê xwedî dîn û îman
Em musluman in rêberê me Muhemmed, kitêba me Qur’an
Ev millet êdî qebûl nake zulm û zilleta korê şeytan
Wek her milletî em jî dixwazin jiyaneke îslamî ya Rehman!
Ya Reb! Tu bidî me feqîra hêz û quwwet û nusretê
Me tenê nehêlî li ber vê zulm û zorî û wehşetê
Li me rabû sufyanê dewrê, tu mehdî verêkî ji bo ummetê
Em mezlûmê ummeta Muhammed, sêwîyê demê ne
Xwîna me diherike li ser çol û li ber çem û gelîya
Zilan ji xwînê xemilî wek firat diherike çola kerbela
Ya Reb! Tu bidî me hêsîra hêz û quwwet û nusretê……