Wergera ji Tirkî: Ehmed FARÛQ
Jînenigriya (biyografi) ulema, di dîroka civakî-çandî de cih digire. Dema meriv li jînenigariya ulemayê Kurd dinêre, meriv dibîne ku Îslamê kurdayetî avakiriye. Hem jî qewmê Kurd ji wendabûyînê xelaskiriye û wek sehabiyekî wî mezin kiriye û qedr û qîmet dayiyê. Li ber vê heqîqetê merev dikeve dehşetê.
Bi rastî hîkayeta ciwanekî Qureyşî yê Mekkeyê Ebû Ubeyde b. Cerrah ê ku Herakliyûs têkbir çi be, hîkayeta pêkhatina Kurdayetiyê di nava Îslamê de jî heman tişt e. Heta ku bilindbûna Ebû Ubeyde neyê famkirin, bilindbûna Selahedîn û Îbrahîm b. Hesenan jî nayê fêmkirin.
Îslamê Kurdan ji çiyayên wan daxist, mezin kir û xiste nav serokên cîhanê. Di vê çarçoveyê de ulmayê Kurd ji sedsalên yekem ve di dîroka Îslamê de xwedî cihekî taybet in. Ev meqam ne meqamê ilmî tenê ye, di heman demê de meqama îmam/rêbertiyê ye jî. Rastî ev e ku ‘ulemayê Kurd, bê şik, di hemû qonaxên dîrokê de di nav rêberên Misilmanan û yên mirovahiyê de cih girtine.
Ev gotin dibe ku ğerîb be lê ev ğerîbî ne li dijî rastiyê ye.
Hîkayeta jiyana Mela Îbrahîm b. Hesen yek ji wan rastiyên bi hêz e.
Navê Mela Îbrahim yê kamil: Ebu'l-‘Irfân (Ebû Îshaq) Burhanuddîn Îbrahîm b. Hesen b. Şîhabiddîn el-Goranî el-Şehrezûrî el-Şehranî el-Kurdî, di sala 1025 / Cotmeha 1616'an di Şewwalê de li gundê Şehranê yê Şehrezûrê hatiye dinê.
Dersên xwe yên yekem ji bavê xwe girt. Paşê wek ku di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê el-Umem de behsa mamosteyên xwe kiriye, li bajarê xwe ji Mela Mûhammed Şerîf el-Goranî û Mela Ebdulkerîm el-Goranî ders wergirtiye.
Di wê demê de Misliman li hemer du pirsgirêkan rûbirûbûn: Yek: Ewrûpa bi keşfên xwe hêz digirt û ji başûr ve ‘Alema Îslamê dorpêçkiribû û xwe gihandibû başûrê Asyayê. Dido: Sîyaseta serdestiya Dewleta Sefewîya di navenda ‘Alema Îslamê de, hem bi şêwazê bawerîyê û hem jî bi hêza sîyasî. Helwesta Misilmanan di vê derbarê de dê wê çawa be? Emê rewşê qebûl bikin yan li hemberî wê, berxwedanê pêş bixin?
Hewzeya Şam-Hîcaz-Misrê ya Alema Îslamê li hember vê yekê xwe bi ilmên neqlî yên ku piştî rojên Selahedîn bi hêzeke mezin bi dest xistin, girtin û li ber xwe da. Lê di vê hewzeyê de di navbera peyrewên Îmam Îbn Teymiye û Şêx Muhyedîn El-Erebî de nakokî derketibû û hewze ji bo li hember derketina bandora Sefewiyan têr nedikir.
Di vê nuqteyê de ulmayê Kurd di navbera her du parzemînan de hem bûn pir hem jî bûn asteng. Wan bi vê rola xwe nehişt ku her dû aliyên Alema Îslamê bi tevahî ji hev bên veqetandin. Her wiha rê nedan ku bandora Sefewiyan derbasî nîvgirava (cezîreya) Erebistanê bibe. ‘Ulemayê Kurd alîgirê neqlê ne, lê ilmên ‘eqlî jî dizanin. Ji ber vê yekê, dema ku ‘alimên ‘eqlî ku sembola wan Nasîreddîn Tûsî ye, bi ‘alema navendî ya Îslamê dan naskirin, wan ji bandorên nebaş ên vî alî parastin.
Du alimên ku di vî karê dîrokî de derdikevin pêş Mela Muhammed Şerîf el-Kurdî li Şehrezûrê û Mela Mehmûd el-Kurdî li Şamê ne. Felsefe û matematîk dizanibûn û ders didan, lê mucahidên dînê îslamî ya resen bûn, bi zuhd û teqwa xwe dihatin naskirin. Herdû alimên ku di pirtûkên Teracim de pir têne teqdîrkirin, hema bêje heman kes in. Ew Alim-Zahid û Îmam in; di vê rola xwe de, ew pêkhêner in, ne parçekirin. ‘Ulemayê me tomar kirine ku Mela Mehmûd 135 salîbû ye û rêya mala xwe (ji ber ku nizanibûye) pirskiriye, lê hema hema hemû pirtûkên ku xwendibûn ezberkiribû.
Em ji vir pê ve biçin ser hîkayeta Mela Îbrahîm. Dema ku bi bavê xwe re diçe hecê, piştî ku birayê wî nexweş dikeve, neçar dimîne û li Beğdayê radiweste. Ew jî wek ‘alimên Kurd yên din dibêje, ez di Sarf û Nahveyê de baş bûm, lê min bi ‘Erebî nizanîbû. Di demeke kin de ez fêrî zimanê ‘Erebî bûm. Dema ku hinik xwendekarên Tirk ji min xwestin ez dersa wan bidim, ez di demeke kin de fêrî Tirkî jî bûm da ku ez karibin dersa wan bidim. Bi qasî ku ji pirtûkên felsefeyê fêm bike bi farisî jî zanibû.
Rojekê Mela Îbrahîm di xewna xwe de Şêx ‘Ebdulkadirê Geylanî dibîne û şêx jê re dibêje here rojava. Ji wir diçe Şamê. Di felsefe, mantiq, hendese, tefsîr û fiqhê de heta niha bi pêş ketiye, lê di hedîs û tesewufê de xwe kêm dibîne. Bi taybetî di hedîsê de yekem car rastî alimên ku dibêjin “exberena, heddesena” tê. Li gor gotina wî heta ku nedît, nizanibû ku li ser rûyê erdê alimên ku hê jî vê gotinê dibêjin hene. Wî berê xwe da ‘ilmê hedîsê û ji muftiyê Şamê Necmeddîn el-Ğezzî ders girt û îcazeta Sahîhü'l-Buxarî jê wergirt.
Mela Îbrahîm ji bo hedîsê ji Şamê diçe Misirê û li wir ‘alimê mezin ê wê demê yê bi navê Şêx Sultan nas dike. Lê ew li Misirê dirêj namîne û biryara çûyîna Hîcazê dide. Ew îdi di warê ‘ilmê hedîsê de kûr çûye. Bi hawakî werê ku di dema seferê de eger keştî di behrê de ğerq bibe, ditirse ku ‘ilmê wî winda bibe. Ji ber vê yekê dixwaze di zûtirîn demê de xwe bigihîne Hecazê û li wir dersê bide.
Di netîcê de li Hîcazê dibe şagirtê Kuşaşî şêxê sûfî yê serdemê. Kuşaşî ne tenê alimekî mezin bû, ji gelek terîqetan jî îcaze girtibû. Ji terîqa Neqşîbendî jî îcaze wergirtibû ku di wan rojan de li Hecazê ne gelek belavbûyîbû.
‘Eqil û xebat, ilm û îxlas, îxlas û ‘ezim (sebir) di Mela İbrahim de hatin ba hev. Di mezheb de şafiî ye, lê di fiqha çar mezheban de îcaze wergirtiye. Weke gelek Kurdên zahid, hafizeyek wî ya dijwar heye. Ji ber wê yekê seydayê wî Mela Muhammed Şerîf got, heger heftê sal di ser fêrbûna wî re derbas bibe jî, ewê hem pirtûkê hem jî rûpelên wê bi bîr bîne.
Kûşaşî vê jêhatîbûnê di wî de dibîne û keça xwe pê re dizewicîne û wî dike xelîfê xwe. Bi vî hawayî ‘ilmê Mela Muhammed Şerîf-Necmeddîn el-Ğezzî û Kuşaşî tê de digihêjin hev. Yanî ‘ilmên zahirî û batinî tê de tên cem hev.
“Goranî ji ilmê tesewufî El-Futuhât û Mişkâtu'l-Enwâr xwendiye. Silsila vê îcazê dighîne Îbnû'l-Erebî. Di îlmên ‘eqlî de bi taybetî berhemên Teftazzanî, Seyyid Şerîf Curcanî û Celaleddîn ed-Dewwanî xwendiye û vê îcazeya xwe gihandiye van ‘aliman. Di nav ilmên neqlî de jî Goranî, giranî daye hedîsê. Berhemên bingehîn ên wekî Kutubê Sitte, Muvatte a Îmamê Malik, Musned a Îmamê Ehmed li ba şêxê xwe xwendine. Her wiha şerhên Sehîha Bûxarî, Îbnî Hecer el- ‘Esqelanî û Bedruddîn el-‘Eynî jî mutale’e kiriye."
Niha hem ‘alim hem jî şêxekî terîqeta Neqşîbendî ye. Ew helqeya xwe di Mescida Nebawî ya Medînê de pêktîne. Li gor şahidiya telebê wî Ebû Salim ‘Eyyaş ku di berhema xwe ya bi navê er-Rihle de derbarê wî de agahî daye me, ew li mezinkirina şaşika xwe naxebite û di nav kincên xwe yên sade de heta ku neaxive cudahiya wî ji şagirtên wî nayê fêmkirin.
Navûdengê wî ewqasî belav dibe ku jê re dibêjin "’ellame", "dermandarê dilên nexweş", "kêmpeydabûyê ‘esran", "ê wek wî nedîtî", "hilgirê ala şerîet û heqîqetê", "noqgerê nav deryayên ramanên hûr", "şevên me’qûlatan (ilmên ‘eqlî) bi ronahiya hişê xwe kir sibe", "bi ronahiya zanîna xwe di sibehên menqûlatan da rê dîtibû", "rêyên ku berê li ber kesên bi îrade hatibûn girtin vekir", "zanîneke nû ya ku di dema wî de nedihat famkirin derxist holê", "bi tena sere xwe bû milet", "îmamê îmaman", "warisê ilmên dawî”, “îmamê ‘esra XI.” û “şêx” hatiye tewsîfkirin. Lê bi dîtina min her dû sifetên wî yên herî xweş “feqîhê sofiyan û sûfiyê feqîhan”, “alimê salihan û salihê aliman” in. Ev du xisletên navdar ên alimên Kurd in di dirêjahiya dîrokê de.
Mela Îbrahim di 28 Cemâziyelevvel 1101/9 Adar 1690 de wefat kir û li Cennetü'l-Beqî’ê hate definkirin. Di navbera 80-100 berhemên ku nivîsandiye hema hema di destê me de tev hene. Bes di kutubxaneyên Sitenbolê de 72 berhemên wî hatine tesbîtkirin. Di van xebatan de ew hem rêberekî îhyayê ye û hem jî murşid e. Li ser çar pirsgirêkên Misilmanan sekiniye: Berfirehbûna Sefewiyan, rawestana Misilmanan, sekulerbûn û krîza Asyaya Başûr.
Sê ji van bi telîfatên wî ve girêdayî ne. Ya din jî perwerdekirina xwendekaran e. Li hember bandora Sefewiyan giranî dide tewhîdê. Ji ber vê jî li ser tefsîra Kelîma Tewhîdê berhemek nivîsandiye. Wî li hember rewşa Misilmanan ku rawestana naçarî û ji ber vê yekê bêçalaktî tê dîtin, rastiya qederê nivîsand û li ser cihê îradeya mirovî di çalakiyê de berhemek nivîsand. Di heman çerçoveyê de li dijî sekulerîzmê bal kişand ser sofîtî û zuhdê.
Di wan rojan de di navbera kesên di rêza Îbnî ‘Erebî û yên di rêza Îmam Îbn Teymiye de îthamên tekfîrê dihatin kirin.
Dema ku berhemên Îbnî ‘Erebî dixwend, wî teqlîd nekiriye, îzahatên ku weke rexne tê fêmkirin anîne û di baweriya xwe de dilsozê Selefê Salihîn maye. Xizmetên Îmam Îbn Teymiye û Îbnul-Qeyîm Îbnul-Cewzî ji Îslamê re hatin, bibîraniye. Heta hatiye gotin ku ew di hinik dîtinên xwe de pêgirtiyê Îbn Teymiye ye.
Di têgihîştina xwe ya qederê de, li dijî cereyana ku li Şam-Misir-Hîcazê çalak bû û hema bêje îradeya mirovî pûç dikir, ji aliyekî ve mensûbê Eş’erî bû, ji alîkî ve jî îradeya mirovî derxistiye pêş. Di her qadê de her dû aliyên ummetê anîye cem hev.
Yek ji şagirtên wî Ebû Sâlim el-Ayyâş e ji Sahraya Rojava, herî rojavayê Alema Îslamê ye. Yê din jî ‘Ebdurraûf es-Sikîllî ji Endonezyayê ye. Es- Sikîllî xîlafeta terîqeta Şettariyê ji wî werdigre, diçe Endonezyayê, Misilmanan birêxistin dike û Îslamê digihîne giravan û kûrahiyên girava ku Îslam negihîştiye wan. Bi bandora van xebatan gelê Misilman li başûrê Asya îro 300 mîlyon derbas kiriye.
Li gelek erdnîgariyên Îslamî yên wekî Hind û Sindê, her şagirtekî Mela Îbrahîm wek mînaka Şêx Xalid, wek îmamê sedsala wî û sedsalên paşerojê li herêmekê derdikeve pêş.
Di nav mala wî de, yek ji şagirtên navdar ê kurê wî Ebû Mûhemmed, muceddîd Şah Veliyullah Dehlewî bû ku ‘ilmên hedîsê li Hindistanê îhya kiribû. Yê din jî Mûhemmed b. ‘Ebdulvehhab e. Yek jê Henefî û yê din jî Hembelî ye û bandora herduyan li ser Alema Îslamê tê zanîn.
El-Goranî yek ji alimên Îslamî yên ku îro li rojava (Ewrûpa) û ‘Alema Îslamê herî lêkolîn li ser hatiye kirin. Li gorî raya giştî, îmameki ye ku herî zêde bandor li pênc sedsalên dawî yên Îslamê kiriye û hema bêje di rêza her tevgerên îhyayê de ye.
Em ji vir vegerin ser destpêkê: Gelo haya me jê heye ku xortekî ji gundê Şehran a Şehrezûrê çawa bû siltanekî ilmê ku sedsala xwe û sedsalên piştî wê, bêyî ku tu siltan li pişt wî, bi rê ve bibe? Ne hewce ye ku meriv şaş bimîne. Ev hîkayeta Şêx Xalid, Ustad Bedîuzzeman û gelekên din e. Îslamê hînî alimên me kiriye ku ji tunebûnê ber bi hebûnê ve bimeşin; Îslamê ew ji Cibalu'l-Ekrad birin, çawa ku Ebû Ubeyde ji kuçe û kolanên Mekkê girt û ew xiste nav serokên cîhanê. Di dîrokê de navûdengê herî mezin daye wan.
Ulemayê me di nav ulmayê Îslamî de ku nisbeta xwe bi qewmê xwe ve dikin ev tişkî îstîsna ye. Hema bêje hemû jî ji xwe re dibêjin “el-kurdî”. Lê ew ne nijadperest û ne neteweperest in.
‘Ulemayê me Şafiî û Eşerî ne û bi tundî li ser mezhebê xwe ne, lê mezhebên din nas dikin û dijminatiya wan nakin. Di navbera Misilmanan de wek pirekê bûn.
‘Alimên me hem ‘alim hem jî ‘abid in. Ew van herdû xesletan weke dijber nabînin, di çerçoveya ilm û teqwayê de bi hev ve mezc dikin. Her daîm aliyê îttîhada Îslamî digrin.
Ulemayê me ji qesran dûr in, lê ne dijberekî siyasî yê muzmin in, li gor meslehetê siyaseta xwe diyar dikin.
De îja vê helwestê, di hemû deman de ji alimên me re qedr û qîmetek mezin aniye. Îro, ku sêyemîn pênc sedsalên Îslamê temam dibin, ji bo ku em hesabek xurt bikin û wî navûdengî ji nû ve bi dest bixin û bidomînin, lazim e em li ser vê riya yekkirinê bi hişkî bisekinin.
Rola ulemayê Kurd di dîrokê de ne perçekirina Misilmana ye, yekkirin e. Belê ew e ku Misilmanan bigihîne hev. Îro hêzên emperyal ji bo yekitiya Mislimanan xera bikin, projeyên ciddî çêkirine ku ulmayê kurd ji dîrokê bavêjin û keda wan a ji bo pêkvejiyana Misilmanan biqeli’înin. Rêya ku Goraniyan ji çiyayên wan daxist û kir serokên cîhanê, bêguman dê van projeyan têk bibe.