Bîsmîllah! Wext wextê nimêja sibehê ye. Wîle wîla çûka ye, li ber asîman diçin û tên. Rabû nimêja xwe ya sibehê eda kir û digel mexlûqatên hoşiyar ket hemd û senayê.
Rabûna bo nimêja sibehê, hişyarbûna piştî xewê li nik wî fereca xêrê, be’s ul-be’da piştî mewtê bû. Xewn û xeyalên tevlihev di zihnê wî de govend girtin. Ji xwe li nig wî tefekkur ‘îbadetek bêhempa bû.
Bişewite Stenbola wêran! Çiqas dem û dewran bi ser de buhurî bûn ku niha tenê rêç û şopa rêwîyên kevnar lê xwîya dikir. Şopa Nursî li serê girê Çamlıca, a şagirdê wî yê manewî Sedrettîn Yuksel li Fatîh, a Şehîd Metîn Yuksel li goristana Derîyê Edîrne, a Eyyub el-Ensarî li Eyup Sultan, a Hezretî Yûşe’ li Girê Beyqoz rû vedabûn.
Zîhnen geh diçû Amedê li ser bircê helbest dihûnand û pêşîvanên Îslamê bibîr dianî geh li rex şagirdên xwe di camiyên welat de dersa Qur’anê dida. Hesreta ğurbetê kederek dijwar bû. “Bişewite Stenbola wêran!” Got û sekini...
Stenbol bajareke mezinê navnetewî bû. Gelek medenîyetên muxtelif li ser axa wê dem û dewrana xwe borandibûn û ji qada dîrokê rabûbûn. Mirov dikaribû bêje ku ev bajar hem muzexaneyeke qedîma müşterek e bo gelek medenîyetan hem jî goristana gelek medenîneyeta ye. Tefsîra ayeta “Bo hilgirtina îbretê li ser rûkê erdê bigerin (çavên xwe vekin û bi nezereke îbretamîz li şop û rêça wan milletên berya xwe) binerin bê ka ‘eqîbeta kesên berya we bi çi rengî gihaye encamê. (Ji xwe) giranîya wan (kesên berya we) ji muşrîkan bûn[1]” li vî bajarî bêtir dihat fêmkirin. Lewra ev bajar û nîşaneyên li ser vî bajarî di vî warî de wêne û belgeyên muhkem bûn...
Li her derekî vî bajarî nîşaneya medenîyetek rû vedida. Her wiha nişana Medenîyeta Îslamê jî li her derî xwe nîşanî mirov dida. Tirba Hezretî Ebû Eyyûb el-Ensarî ji alî Ewrûpa ve silav dida Girê Hezretî Yûşe’.
Stenbola qedîm piştî Hezretî Yûşe’ di bin piyê ‘alema kufrê de gelek mehzûn mabû. Lê bi saya ğeyreta kesên wek Ebû Eyyûb El-Ensarî û mizgîna Pêxemberê Îslamê di dewra Fatîh Sultan Mehmedê ‘Usmanî de bûbû Îslambol. Li her derê Îslambolê nîşaneyên Îslamê ê wek camî, medrese, aşxane, sêwîxane, weqfên muxtelîf, tirba şehîdan, meqbera sehabîyan li mirov silav dikirin lê bi baskê şikestî…
Îslambol nuha guherî bû. Dem û dewran bi ser de borî bûn. Bayê ğezebê bi ser de hatibû, rûkê wê mehzûn, rengê wê qulibî bû û nuha şîn girê dabû.
-Aaaaaa..x Îslambol! Got û hilmek vekişand…
Nuha di welatê xwe de mehzûn, di welatê xwe de mihacir, di welatê xwe de mezlûm bû. Sekn û tebat nedihatê. Ğeyret lazim bû, ğîretkêşî lazim bu.
Bar giran, barhilgir kêm bûn. Barekî wisa giran ku çiya nikaribû xwe li ber rabigre û mesûlîyeta wî barî qebûl nekiribû. Bes însan tenê xwe dabû ber wî barî. Paşê jî gelek însan ji ber vekişiya bûn. Lewra însan nankor, cahil, nezan û ‘ecûl bû. Bar giran, barhilgir zeîf bû…
-Medet ya Ellah! Got û hêstir barand. Axînek kûr vekşand û li ser halê ‘alema Îslamê nexasim li ser halê merkeza xîlafetê ket xewn û xeyalan. Şîn û girîna Se’îdê Kurdî â li ser vî bajarî hat bîra wî. Şehadetnameya wî ya li dadgehê, xîtaba wî ya li hemalên Kurdan, ğeyreta wî ya digel sazîyên Îslamî, nivîsên wî yên di kovar û rojnameyan de, geşt û gera wî ya li welat a bê sekn û hedan, daxwaza vekirina zanîngeha Medrestuzzehra…
Heyhat! Bayê ğezebê lê hat, her tişt nîvco ma. Gel, bilxasse gelê hemcinsê wî bêkes, belengaz û nezan mabû. Pêşîvanek bo vî gelî lazim bû, rêzanek, rênîşanek. Lewra baş dizanîbû dema ku milletên belengaz û hêsîr ji şexsiyeta xwe ya eslî dûr bikevin, esaleta xwe winda dikin. Lê dîsa baş dizanîbû ku îman bi serê xwe îmkanek bêhempaye. Loma barê Se’îda hilda milê xwe û wek pêşîvan û rêzan ket pêşiya gelê xwe da ku wan bixe riya azadîya heqîqî, riya Îslamê...
Jiyana wî wek belgefîlmeke di ber çavê wî re derbas bû. ‘Ehd û soza ku digel hevalên xwe yê bijare dabû, Rebbê xwe bi bîr anî. Sekn û hedan ne karê wî/wan bû. Lazim bû ku bi şev û roj bixebite/bixebitin. Gel bi nûra Îslamê hişyar bike û bigehîne rêça wî ya eslî…
Xwedê li ser xêrê bigerîne. Dengê denbêjekî di guhê wî de olam veda. Dengbêj di sitrana xwe de şîna Şêx Se’îd digirt. Hema got: “Ji dengê mezin tenê rêç û şop man.” Û guh da sitranê:
Lê ey ey….. waa…x de lê waa..x
De lê lê sibe ye
Qudertê bi sê denga ba dikirî
Go: De lê lê muhbetê
Korê nemayê li dinyaye
Sibe ye minê li diyarê
Kele bi Kopê
Mûş û Melaazgirê Xinûsê diketim
Gidî gelo vê sibengê
Ji bo xatirê Xudê
Ca binhêre
Li qêrînê li qutînê
Li hewarê
Li gaziye
Li şînê li girînê
Eman hewara Xwedê
Reben ezim ca sêr bikê
Li vê zulm û dalalet û vê wehşetê
Eman ji bona Xwedê
Ca sêr bike li vê zulm û dalaletê
Eman reben ez im
Kesekî xwedanî xêra tune
Cewabekî bide Seyîdê Nêrîyê
Bê erê Seyyîdo!
Te malik mîrato!
Ocaxî koro
Tuyê li wî diyarî, li wî kevirî
Çi sekînî
Eman ca binhêrê
Bavê Şêx ‘Elî Riza
Şêxê îrşadê
Dîreka Dînê İslamê
Teyrê İspîrî girtin
Ca sêr bike
Vê sibengê birin Diyarbekra şewitî
Tevî sê sid siwarê me Hesena
Ji bo bibin ber kindîrê
Ji êvara xwedê de avêtin nezaretê
Ax neminim, neminim…..
Ezê li piştî bavê Şêx ‘Elî Riza
Şêxê îrşadê dîreka Dînê İslamê
Teyrê İspîrî vê sibengê
Ezê nemînim li dinyayê
Bi raya xwedê ezê piştî Bavê Şêx ‘Elî Riza
Şêxê Îrşadê
Dîreka Dînê İslamê
Teyrê İspîrî
Cotek galoş potînê Diyarbekir
Bi rehetî neqetînim……
Bi ser Şehadeta Şêx Se’îd de heştê sal buhurî bû. Bes birîn, êşû elema wê demê hêj jî taze bû. Hêj li gelek deverên welat meqberê ‘alim, zana û şehîdan veşartî bûn. Nûrsî û Şêx Seîd di vî warî de du numneyên sereke bûn. Meqbbera wan ne diyar be jî de’we û doza wan aşîkar bû. Ji ber vê yekê ne digot şev ne digot roj. Daîma ji bo belavkirina doza wan bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gun gerîya bû. Di vê geşt û gerrê de gelek hevalrêyên hêja bo xwe peyda kiribû.
Di navbera bîst salan de hêvîyên wî bi saya xwîna şehîdan zîl dabûn, fereca xêrê, be’sul be’dul mewta ummetê rû veda bû. Camîyên ku demekî bûbûn tewla hespan ji nû ve dibûn mekteb û medrese. Semera cehd û xebatê hêdî hêdî xwe nişan dida. Lê bişewite mala xêrnexwaz û koledaran bi geşbûn û xweşbûna doza Îslamê re beroşa xwe ya fîtneyê kelandin û bi dijwarî derîyê herbê lê vekirin…
Wî berxwedana xwe didomand, neyarên wî jî beroşa fitne dikelandin. Loma ji mecbûrîyetê berê xwe dabû bajarên mezin û nuha li bajarê Stenbol bû.
Her wekî ku pêşiyan jî gotine: “Zewala darê ji kurmê darê ye” Nuha kurm di qirna darê de bi cîh bûbû û dar pûç dikir. Ji lew bi hessasiyeteke mezin xebitî bo kurm ji darê veqetîne û birîna darê derman bike. Mixabin bi ser neket…
Nîhayet li bajarê Stenbolê digel çend hevalên xwe tenê mabû. Roja ku neyaran dor lê girtin dizanibû ku ew roj roja dawetê, roja wisletê, roja bidawîbûna hesretê ye. Ew roj sirrê dost û hevalên xwe yê bîst salan di qelbê xwe de sirr kir. Barê xwe yê giran, hêvîyên xwe yê bîst salan, mîrasa Se’îd û şehîdan teslîmî hevalên xwe kir da ku bar bigehînin menzîlê…
Hema ji nişka ve dengek ğeybî ji bajêr bilind bû, sewtek bilind olam da.
-Were! Tu çi sekinî li wî diyarî. Car heye mirin bixwe teblîğek sereke ye. Were! Wezîfa te qediya. Were îdî em li benda te ne. Ev deng dişibhî dengê Se’îd û Şehîdan. Teslîmîyeta bo qederê lazim bû îdî. Teqdîra Xweda, qedera Îlahî…
Rabû kelîma Şehadetê anî, şûr û mertalê xwe girê da, dor da dengbêj û şairan û xatir ji dinyayê xwest.
Derba her gulekî dibû gulek û li beheştê rû vedida. Sî û sê gule, sî û sê gul, sî û sê derîyên bağê ridwanê...
-Bi xatirê te eya dunya! Kerem ke sitranbêjo! Îdî dor dora te ye. Şîna me xweş bigerîne. Bike destan û bi nesla nû bigehîne. Kerem ke:
Wî de lê lê………hewî lê lê ….
Dayê rebenê Xwedê xera bike
Stenbola şewitî bişewite berî li behrê ye
Eman de belkî xwedê xera bike
Stenbola wêran berî li behrê ye
Ez bala xwe didimê
Ji şeveqa sibê de
Kelek û gemî di gerdenê de diçin û tên
Masîyê binê behrê ketine şînê ye
Di mabeyna Behra reş û sipî de
Di sar û serma Çilê Erbe’în de
Her dû behra bilq vedane vedireşin ji xwînê ye
Dayê! Reşxeberek hatî
Dibêjin li ber qeraxê gerdena vî bajarê wêran
Li hêlî tirba Hezretî Yûşe’
Yeqîn şerr e
Îro li ser serê mêr û mêrxasa
Roj roja oxilmê ye
Dibêjin sê berxê mala mêrxasa ketine tengasiyê
Îro li xurbetê mane di mehserê ye
Bavê bavê min
De ka werin em ji xwe re sêr bikin
Gelo îro kî berx e kî beranê di kozê ye
Wî de lê lê… dayê
Ax de lê lê daye rebenê pepûkê
Nemînim, nemînim…
Heta sax bim
Ezê li ser berxê mala Welî bavê Mucahîd
Xwîn vereşim axînek ji kezebê bikşînim
Merd û mêrxasê roja giran ji xwe re bi bîr bînim
De lê lê dayê
Wî de lê lê………hewî lê lê ….
Dayê rebbenê
Zivistan e sar û serma ye
Bişewite Stenbola şewitî berî li behrê ye
Wî de Xwedê xera bike Sitenbola şewitî berî li behrê ye
Sihara sibê bû
Min dî xeberek hatî dibêjin
Bavê Mucahîd berxê Mala Welî
Serê xwe rakir ji xewa şîrîn
Berê xwe da oxirê pişta xwe da felekê
Nihêrî li şubak û pencere ye
Gava ku dî dor li wan hatî girtin
Hê tê giha ku ew roj roja bicîhanîna ehd û sozê ye
Li mile rastê vegerî
Go: De lo lo bira ca rabe
Kekê min ca rabe
Beranê kozê de rabe
Berxê Gozê ca tu rabe
Xeberê bide beranê çargurçik
Berxê mala Mehmûd
Bê de rabe, bira de rabe
Keko de rabe
İro oxilme ye şer giran e
Barê ğîretê ketiye ser milê me her sê bira
Rabe emê kar û tevdîrekî bibînin
Ma nayê bîra te roja ku me ‘ehd û soz dabû
Me digot: Heta ruh di can da be
Em xwe naspêrin neyaran
Wê temmamî ehd û soz û sirrê dost û hevala
Hetanî roja mehşerê bi me ra be
Ax de rabe rabe…
Ax de lê lê dayê rebenê pepûkê
Nemînim, nemînim…
Heta sağ bim
Ezê li ser berxê mala Welî bavê Mucahîd
Xwîn vereşim axînek ji kezebê bikşînim
Merd û mêrxasê roja giran ji xwe re bi bîr bînim
De lê lê dayê
Wî de lê lê………hewî lê lê ….
Dayê rebenê
Xwedê xera bike
Stenbola wêran berî li behrê ye
Kelek û gemî di gerdenê de li hev civîne
Masîyê binê behrê ketine şînê ye
Gotina bav û kala ye ku dibêjin
Rom xayîn e, bextê Romê nîne
Tim û tim cara dek û dolaba digerîne
Find û çira xwe bi virr û derewa dişuxlîne
Ax de dayê reşxeberek hatî dibêjin:
Bavê Mucahîd berxê mala Welî
Beranê çargurçık
Li kambaxa Stenbola wêran
Digel du mêrxasên ji mala mêra
Serî hildaye li hember neyara
Ji destpêka sibehê heta nivê rojê
Bi tekbîr û selewata
Li meydanê diçe û tê
Çavê xwe ji gulê neyara naguhêze
Ax mala min bi şewite
Silavekî da Şêx Se’îd,
Nursî bi hêstirên çava birîna wî dikewîne
Eman dibên dewsa sî û sê gula li can û bedena wî dijmêr e
Welle bavê min mêrxas û mêr e
Kekê min pilng û şêr e
Çi bikim li welatê xerîb îro
Digel du mêrxasa tenê maye bêpişmêr e
Daye rebenê…
[1] Suretê Rûm, ayeta 42yan