Bihar hat, şîn bûn giya
Cil ber kirin, xemilîn çiya
Geştan bikin, ser kaniya
Ji xêzê diçît, şibhî ziya
Beraq û pak û safiya
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat
Carek dî min dîba xwezî
Konê di reş, keriyêt pezî
Tomast li ser avêt tezî
Zeriyêt wek sirmekezî
Li bêrî li pê biznan dibezî
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat
Bo çi ji te em bûn cuda
Me terk kirin lezet û sefa
Şahan kuçe dane geda
Hatin li bin xaniyê me da
Terka te kir bona Xweda
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat
Kanê welatê Serhedan
Sotin ewan ateşgedan
Lewra ku gur bûne şivan
Dengê bilûlan, naliyan
Dengê hewaran, gaziyan
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat
Dengek tune, şolek ecîb
Em mane ser gerdan xerîb
Dûr bûn ji welatê dilfirîb
Carek dî dê bibite nesîb
Çûna li wê rebbê mucîb
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat
Dibêjin welat bo dijmin e
Ez sax bibim qet mimkun e!
Xîret hemiyet zamin e
Eşqa wî mêhvanê min e
Qurban ji wî ra mergê min e
Eşqa welat, eşqa welat
Te cerg û mêlakê me pat
Hişyar Bûm Ez
Hişyar bûm ez, dinya hemî kerr
Bi dengê melayî "Ellahu ekber"
"Ellahu ekber" dengê mînarê
"Rabin" dibêjit, her wek hewarê
"Rabin" dibêjit, weqtê sibê ye
Sahibxebatan, şeytan li pê ye
Mexlûb nebin hûn ji destê leînî
Bona Xwedê ye, rabin bi çînî
Paqij bikin xwe ji kemê û qirêjê
Hazir bibin hem bona niwêjê
Hazir bibin û `efwa qusûran
Ku Xaliqê we, we d`xwazit dîwan
Wext teng e, lez kin, bigîhne mizgewt
Li pey melayî, hej roj nederkewt
Emrê Xwedê xwe em pêkve bînin
Ca xelq nebêjit "bêhiss û dîn in"