Pêşgotineke Kurt: Li Rojhilata Navîn, di qadeke berfireh de zimanê kurdî tê bikaranîn. Li tevahiya dinyayê nezîki 40-50 milyon kes zimanê kurdî bikar tîne. Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn pişti ‘Ereb, Faris û Tirkan yên herî zêde dijîn Kurd in. Ango li Rojhilata Navîn ji aliyê nifûsê ve Kurd di rêza çaremîn de ne. Ji nifûsa Kurdan a herî zêde jî li welatê Tirkiyeyê dijin. Di nav zaravayên Kurdî de ya herî zêde tê axaftin û bikaranîn jî Kurdiya Kurmanci ye. Îroj ji aliyê baweriyê ve axlebê Kurdan Misilmanên sunnî nin û bi mezhebê Îmam Şafî ve girêdayî ne.
|
TAYBETIYÊN ZIMANÊ “KURDIYA KURMANCΔ |
TAYBETIYÊN ZIMANÊ “TIRKΔ |
|
Kurdî zimanekî Hînd-Ewropî ye û di nav koma zimanên Îranî de tê senifandin. |
Tirkî di nav koma zimanên Ûral-Altayî de tê senifandin. Bi taybetî jî di bin şaxa Altay de cih digire. |
|
Gelek zaravayên zimanê kurdî hene. Ev zarava:
|
Gelek zaravayên zimanê tirkî hene. Yen sereke:
|
|
Herî zêde li welatên: Tirkiye, Îran, ‘Iraq, Sûriye, Ermenîstan, Gurcîstan û Azerbaycanê tên peyivîn. |
Herî zêde li welatên: Turkiye, Îran, Azerbaycan, Ozbekîstan, Kazakîstan û KKTC de tên peyivîn.
|
|
Bi awayekî fermî tenê li Başûrê Kurdistanê (Kurdîstana ‘Iraqê ) derbasdar e. |
Zimanê Tirkî bi awayekî fermî li Turkiye, KKTC û hin herêmên lokal wek Balkanan de derbasdar e. |
|
Pergala nivîsa Kurdî piştî sala 1932an hêdî hêdî derbasî pergala Latînî bûye. |
Pergala nivîsa Tirkî piştî sala 1927an derbasî pergala Latînî bûye. |
|
Zimanê kurdî zimanekî fonetîk e ango çawa tê nivîsandin wiha jî tê xwendin. |
Zimanê Tirkî jî bi heman awayî zimanekî fonetîk e. |
|
Alfabeya “Kurdiya Kurmancî” ji 31 tipan pêk tê. |
Alfabeya “Tirkî” ji 29 tipan pêk tê. |
|
Ji van 31 tîpan 8 tîp dengdêr in ango bideng in. |
Ji van 29 tîpan 8 tîp dengdêr in ango bideng in. |
|
Ji van 31 tîpan 23 tîp dengdar in ango bêdeng in. |
Ji van 29 tîpan 21 tîp dengdar in ango bêdeng in. |
|
Di zimanê Kurdî de tîpên “Ö,ö ” û “ Ğ,ğ ” tune ne. |
Di alfabeya Tirkî de ; “Ê,ê” “Q,q” “W,w” “X,x” “Û,û” “Î,î” tune ne. Dengên “U,u ” “I,i ” hene lê belê dengekî cuda derdixin. |
|
Di Kurdî de “pevdeng” ango dîftong heye. Du tîp bi hev re dengekî taybet derdixe. Ev dîftong “xw” ye. |
Di zimanê Tirkî de pevdeng tune ye. |
|
Di Kurdi de du cur rayek hene:
|
Zimanê Tirkî zimanekî yekrayekî ye. Tenê ji yek rayekê ve pêk tê. Rayeka Tirkî her tim di forma fermanî de ye. |
|
Zimanê Kurdiya Kurmancî digel zayenda fizyolojîk xwediyê zayenda rêzimanî ye. Di zimanê Kurdî de taybetî jî di zaravayên Kurdî yên Bakur de zayend heye. Lê belê di zaravayên Başûr de zayend ji holê rabûye. |
Di zimanê Tirkî de zayend tune ye ango zimanekî nêtar e. |
|
Kurdî zimanekî tewangbar e. Mêjer û zayendên navdêran bi riya tewangê tê nîşandan. |
Di zimanê Tirkî de zayend tune ye û mêjera peyvê gelemperî bi qertafên “-lar,-ler” ve tê nîşandan. |
|
Zimanê kurdî zimanekî qertafî ye. Hem pêşgir hem paşgir û hem jî li gorî zimanhezan navgiran jî digrin. |
Di zimanê Tirkî de tenê paşgir heye. |
|
Di dema borî de ergatîfî heye lê di demên din de ergatîvî tune ye. Lêker di bin bandora bireserê de dimîne. Ev yek tenê di dema borî û lêkerên gerguhêz de çêdibin. Ji ber vê yekê zimanê kurdî zimanekî nîvergatif e. |
Di zimanê Tirkî de ergatîvî tune ye. |
|
Cînavkên xwerû dixwaze bireser be an jî kirde be her tim lêker li gorî cînavkên xwerû tê kişandin. Ango lêker li gorî cînavkên tewandî nayê kişandin. |
Di zimanê tirkî de lêker her tim li gorî kirdeyê tê kişandin. Tu carî li gorî bireserê nayê kişandin. |
MÛQAYESEYA HIN TÎPÊN CUDA
|
Rêza Tîpê |
Tîpa Kurdî ya Girdek |
Tîpa Kurdî ya Hûrdek |
Tîpa Tirkî ya Girdek |
Tîpa Tirkî ya Hûrdek |
|
1 |
Ê |
ê |
- |
- |
|
2 |
I |
i |
I |
ı |
|
3 |
Î |
î |
İ |
i |
|
4 |
Q |
q |
- |
- |
|
5 |
U |
u |
Ü |
ü |
|
6 |
Û |
û |
U |
u |
|
7 |
W |
w |
- |
- |
|
8 |
X |
x |
- |
- |
|
9 |
- |
- |
Ö |
ö |
|
10 |
- |
- |
Ğ |
ğ |
|
11 |
XW |
xw |
- |
- |