Pîrekek bî bi zarokekî xwe yê sêwî re, di ‘erefa ‘îdekê de diçe dikana hecîkî maldar û ji bo Xwedê alîkarîyê jê dixwaze.
Hecî him alîkarîyê bi pîrekê re nake him jî jê ra dibêje: “Ez ji we ‘aciz bûm... Ma ez ji bo we dixebitim, de ka here ji vir!” û bera wan dide.
Pîreka bî guman nedikir ku Hecî bi vî rengî me’mele pê re bike. Wexta melûl û mehzûn ji dikana Hecî der tê, dilê cîranê Hecî yê Cihû bi pîrekê dişewite û jê dipirsê: Çî ye xwişka min, hecî çima bi te de diğeyîde?
Pîreka bî, erê feqîr û jar bû belê xwedîyê bawerî û şîyarbûneke dijwar bû. Ji dêleva ku gilîyê xwe bi Cihû bike, jê ra weha got: “Ew mezinê min e, wê biğeyde jî, wê li min j, bixe.”
Belê Cihû mesele fêm kiribû. Nîyeta wî jî ne xerab bû. Bi zor û bergerê pîreka bî û sêwiyê wê bir dikana xwe û çi ji wan ra hewce bû da wan.
Pîreka bî berîya ku ji dikana Cihû derkeve weha got:
- Xweda hîdayetê nesîbê te bike. Çewa te em bi cil kirin, Xweda jî di cennetê de koşkê bi nesîbê te bike û te li cennetê bi cil bike.” Sêwiyê bi wê re jî ji duaya dayika xwe ra got “Amin.” Dê û law bi kêf û xweşî ji dikanê derketin.
Hecîyê ku bera wan dabû wê şevê di xewna xwe de dibîne ku dinya xera bûye û ew dikeve cennetê. Wexta li cennetê digere, koşkeke pir xweşik dibîne. Wexta dibîne ku navê wî li ser deriyê koşkê nivîsandîye, dixwaze têkeve hundirê koşkê. Belê dergevanên koşkê Hecî naxin hundir û jê re dibêjin: “Bisekine Hecî!” Hecî disekine û dibêje: “Çima ez nikarim tekevimê, ma ne koşka min e?”
Melaîket weha bersiv didin:
- Heta doh ya te bû, belê doh ji te dewrî yekî din bû. Navê ser derî hê nehatîye guhertin. Di nêz de wê nav jî bê guhertin.
Hecî ‘ecêbmayî mabû. Di wî haletî da şîyar dibe, dinêre di nav nivînan de ye.
Serê sibehê çawa diçe dikanê, dihere cem cîranê xwe yê cihû, piştî silav û halpirsînê dibêje:
- Avram Beg! Doh te bi çi qasî cil dabe wê pîreka jinebî, ez ê perê wê bidim.
Cihû dibêje: “Qasî zêrekî min cil dabûnê.”
Hecî dibêje: “Ew çax ji te re du qatê wê.”
Belê çi ğerîb e ku Avram Beg qebûl nake. Avram Beg çiqas qebûl neke, hecî perê ku wê bidiyê zêde dike. Hecî qasî 100 zêrî, 200 zêrî teklîf dike. Belê sebra Cihû diqede û dibêje:
“Nabe Hecî nabe! Ew koşk bi 100 zêrî, bi 1000 zêrî nayê firotin... Ew xewna te dîtîye, min jî dîtîye û va min bawerî anî ez bûm Misliman. Ew koşk heta doh ya te bû, te bi xêr û hesenatên ku berê kiribûn ava kiribû. Belê doh min ji te kirî. Tu niyeta min tune ye ku bifiroşim te. Tu êdî feqîr û firsendê ku bên ber deriyê te, vala venegirîne û ji xwe re koşkine din li cennetê ava bike, milkê Xwedê fireh e.“
Hecî piştî vê bersiva Cihûyê ku bûye Misliman, soz dide ku wê firsenda bê ber derî êdî ji dest bernede. [1]
***
Çîroka me qedîya. Ka em binêrin bê mirov dikare çi ders û şîretan ji xwe re bigire ji vê çîrokê.
A yekemîn: Muşterî çawa ji maldar û bazirganan re hewce ne; wiha jî feqîr û jar, sêwî û berdîwar jî ji bawermendan re firsend in. Lewra mal, milk û maldarî ne bi xêra feqîr û jaran bûya, ji ğeyrî dinyayê wê çi feydeya wan hebûna?
A duyemîn: Yetîm û sêwî, emanetên Pêxemberê Xwedê ne. Qur’ana pîroz dibêje: “Weyl li kesê ku li sêwîyan xwedî dernayê û xwarinê nade feqîran” [2] Dîsa dibêje: “Me emrê qencîyê ji bo dê, bav, eqreba, sêwî, feqîran... kir...” [3]
A sêyemîn: Pîreka jinebî, gilîyê birayê xwe yê Misliman li ba kesê Cihû nekir. Meriv ji alîyê malbatê ve lê binêre; pirsgirêka ku jin û mêr ‘eleqe dike, divê di navbera wan de hel bibe, li der û dor neyê behskirin.
A çaremîn: Erdnîgarîya/coğrafya Îslamê di bin zulm û zordarîyê de dinale. Li Araqan, Kurdistan, Filistîn, Cimhuriyeta Efriqaya Navîn, Surîye, Iraq, Efğanistan, Pakistan, Çeçenistan, Turkistana Rojhilat û li deverên din, xwîna Misilmanan weka lehîyê diherike. Xwîna erzan a Misilmanan e ku ewqas xwîna wan tê rijandin û ji tu kesî re ne ğem e. Qîr û hewar û nalînên ketî, jar, mezlûm û mustez’efan di çiyayê dil de li hev vedigere. Îcar ê ku li hember zulm û zordarîyê, li cem mezlûma bisekine, heger îman û bawerîya wî hebe, wê di cennetê da jê re koşk hebin biîznîllah. Heger em li Ğezze, Kurdistan, Surîye û Iraqê xwedî derneyên, koşkên ku me berê bi xêr û fedakarîyê bi dest xistine, wê ji destê me herin. Him Misliman wek mîsala “kel bunyanûn mersûs”[4] yanî wek dîwarê ji risasê bi hev ve jidandî, di muhebbet û merhametê da weke wicûdekî ne. Wexta ‘uzwekî wicûdê diêşe, temamê wicûdê pê diêşe, pê ra bê xew dimîne û tev ji bo çareserîya ji nexweşîyê re mijûl dibin. Misliman mîna vê mîsalê ger alîkarîya hev bikin.”[5] dîsa “kesê midafe’a birayê xwe yê misliman bike, Xweda jî wî ji agirê cehennemê mihefeze dike”[6] dîsa “ ‘Emelê li cem Xwedê yê qenc, kêfxweşkirina Mislimanan e, yan jî çareserkirina pirsgirêkeka Mislimanan e.”[7]
Naxwe ji me re hewce ye ku ji bo razîbûna Rebbê ‘aleman, ji bo biratî û aşîtîyê, ji bo şahî û xweşîyê, ji bo mirovatîyê, divê em li hev xwedî derkevin. Em bixebitin di ber “...wan kesên ku ji teref zaliman ve ji welatên xwe hatine derxistin û dikin gazî û hewara xwe ji Xwedê re dikin.”[8]
Bibin çare ji pirsgirêkên hev re, bibin derman ji derdên hev re, bibin hacet ji kêmasîyên hev re.