Piştî ku Şervîn û Filyûs ketin qesrê û gelê Meyyafarqînê bindest kirin, Şervîn ji bo merhaleya dawî ya plansaziyê pêk bîne, çalakî pêk anî û derbasî qonaxa duyemîn a planê bûn. Plan jî, binçavkirina Nesruddewle bû. Ji ber ku waris û mîratgirê textê Nasruddewle bû û nehatibû girtin, dikaribû dawîya wan bîne. Roja sisiyan piştî ku Şervîn kete Meyyafarqînê, ji bo ku Nasruddewle bigire, yekîneke 500 siwarî şand Tanza û Sêrtê. Û ji xeynî vê yekîneyekê di bin fermandariya ‘Ebdurrehmanê kurê Ebû’l-Verd ed-Dunbulî de komek leşker şandin Erzenê ji bo ku Hoca Ebu’l-Qasim binçav bikin (Merwânî Kürtleri Tarihi: s.106). Hoca Ebû’l-Qasim, di serdama Emîr Ebû Elî û Emîr Mumehhidûddewle de waliyê Erzenê bû, serokê ‘eşîran bû û yek ji navdarên Kurdan bû û bi wêrekiya xwe dihat naskirin (İbn Şeddad; el-A’lakü’l-Hatîre,c3/1,s,341). Sedema bikaranîna leşkerên Deylemî ew bû ku serhildêr nekarîn piştgiriyê bibînin. (Ripper; Diyarbekir Merwanileri: s.359)
Sibt Îbn’l-Cewzî berdewamiya bûyeran wiha vegot: Ebû Nasr li bajarê Sêrtê dima. Hoca Ebû’l-Qasım jî li Erzenê dima. Dema Şervîn ji bo Ebû Nasr bigre, yekîneyek şand Sêrtê. Şervîn beriya ku nûçe belav bibe, xwestiye kela Erzenê jî bi dest bixe. Ji bo vê yekê di bin fermandariya ‘Ebdurrehmanê kurê Ebû’l-Verd ed-Dunbulî de yekîneyek şand Erzenê. Dema hatin Erzenê, şev bû. Dema gazî notêrvanê ber derî kirin, notirvan jî pirsî bê ka kî ye. Wî xwe da naskirin û got ku ew ji bo karekî girîng hatiye. Dema ku Hoce Ebû’l-Qasim hat agahdarkirin, ferman da ku wî bihêlin. Ew ketin hundur û nameyek da Hoca Ebû’l-Qasim. Di nameyê de mohra Mumehhîduddewle hebû. Dema ku Hoce Ebû’l-Qasim mora li ser nameyê dît, got “ezê îtaat bikim” Û Hoca Ebû’l-Qasim ber bi Meyyafarqînê ve bi rê ket û bajar radestî Îbn Ebû’l-Verd kir. Îbn Ebû’l-Verd xwest zilamên Hoce Ebû’l-Qasim mejîyê wan biçeliqîne, lê wan guh neda Wî.
Di vê navberê de Hoca Ebû’l-Qasim li ser rêya Meyyafarqînê leqayî zilamekî siwarî ku bi lez û bez hespê xwe dajot hat. Wî ew rawestand û jê pirsî bê ka çi bûye. Siwarî jê re got “Ma te ne bihîstîye ku çi bûye?” Hoca Ebû’l-Qasim “Got na, ma çi bûye?” Zilamê Siwarî got ku Şervîn, Mumehhîduddewle kuştîye û got ku wî du sed siwarî şandine Sêrtê da ku Emîr Ebû Nasr û yên di qesra Wî da binçav bikin. Û temamê rêyan girtine daku xeber jî belav nebe. Hoca Ebû’l-Qasim vegeriya Erzenê. Li ber deriyê wê, gazî notirvanê derî kir. Îbn Ebû’l-Verd ew dît. Hoce Ebû’l-Qasim şêx û navdarê Kurdan bû û kesekî wêrek û jîr bû. Gazî Îbn Ebû’l-Verd kir û şûrê xwe kişand. Sond xwar ku eger rast nebêje dê wî bikuje. Dema Îbn Ebû’l-Verd rewş jê re got, Hoce Ebû’l-Qasim cilên xwe çirandin û giriya. Ji bo hişyarkirina Ebû Nasr, wekîlê xwe bi du sed siwarî şand Sêrtê. Lez kirin û berî zilamê Şervîn hatin Sêrtê. Rewşa Nesruddewle agahdar kirin û Wî anîn Erzenê (Sibt İbnü’l-Cevzî, Mir’atü’z-Zaman. C.18. s.206-207—İbn Haldûn; Tarihu İbn Haldûn, c.4, s,412)
Li ser vê bûyerê Îbnü’l-Ezreq bi awayekî cuda vedibêje. Li gorî wî; “’Ebdurrehman ed-Dunbulî çû ba Ebû’l-Qasim û bi nermî bi Wî û merivên Wî re peyivî. Lê wan tu yek jî gotinên Wî venegerandin. Paşê Ebû’l-Qasim û ‘Ebdurrehman ed-Dunbulî çûn nêçîrê. Piştî demekê Ebû’l-Qasim bi tenê ma. Di vê navberê de Wî zilamek dît ku bi lez diçe. Wê gavê gazî mêrik kir û jê pirsî “Çi heye?” Mêrik lê vegerand û got: “Şervîn Mumehhîduddewle kuşt û leşker şand da ku Ebû Nasr bigrin. Ezê herim û berî ku ew bên, ezê wî agahdar bikim. Ji bo ku xeber belav nebe jî ji her âlî de rê û dirb girtin. Li ser van gotinên rêwî, Hoce Ebû’l-Qasim xemgîn bû. Her tim Ebû Nasr bi Wî re dişêwirî. Dema gihîşte Erzenê hîn kir ku ev xeber û nûçe rast e, kincên xwe çirandin, li rûyê xwe xistin, giriya û nalîn. Paşê bi yekîneyeke leşkerî ve ev xeber ji Ebû Nasr re şand: “Bi hespên ku bi çar gav dimeşin werin ba min!” Li ser vê xeberê roja din Ebû Nasr hat Erzenê û haya wî ji rewşê çêbû û li cem Ebû’l-Qasim ma. Di vê navberê de leşkerên Şervîn hatin Erzenê. Leşkerê Şervîn êrîşî Erzenê kirin. Ebû’l-Qasim jî bi wan ra şer kir. Hoce Ebû’l-Qasim, ji Ebû Nasr ra got “Tu derîyê Kelê biparêze, ezê wan bidim der” Dema leşker hîn bûn ku Ebû Nasr hatiye Erzenê û li wir sax e, dîsa berê xwe dan Meyyafarqînê. Û wan rewş ji Şervîn re ragihand.
Bi kurtayî di encama hewldanên Hoce Ebû’l-Qasim de Nesruddewle nehate girtin û dewleta Merwanîyan, ji hilweşîne rizgar bû.
Îlankirina Emîrtîya Nesruddewleyê Merwanî:
Hoca Ebû’l-Qasim, Nesruddewle wek Emîrê Merwanîya îlan kir. Îbnû’l-Ezraq derheqê vê bûyera qewimî da wiha vedibêje: “Ebû’l-Qasim, Ebû Nasr anîbû û sond xwaribû ku ewê li pêşberî hemûyan baş tevbigerin û bi gelê xwe re baş tevbigere. Her wiha sond xwar ku ewê di bin fermana emîrê nû de be û hemû fermanên wî bi cih bîne. Got: “Ezê can û malê xwe ji bo xatirê te xerc bikim.”
Paşê derket derve, xelkê bajêr, leşker û qazî kom kir û Nesruddewle dîsa li ber wan jî sond xwar. Ewan jî sond xwarin ku ewê li ber destê hukumdarê nû bin. (Tarihu İbn Haldûn, c.4, s.412)
Paşê Hoca Ebû’l-Qasim xezîne vekir û mal, pere û çek li gel û leşkeran belav kir. Li ser nivîsandina nameyê, Eşîrên Kurdan ji her alî ve li hev civiyan û civata mezin a gel sond xwarin ku ewê di bin fermana Nesruddewle de bin û guh bidin fermanên Wî û tiştek ji wî nexwazin. Ku ewê bi wî re bin heta ku Şervîn bikuje û welat têxe bin desthilatdariya xwe (Îbnü’l-Ezraq, Tarihu’l-Fariqi, s.95).
Ji aliyê Hoce Ebû’l-Qasim ve bi Nasruddewle û gel sond dan kirin ku ewê Nesruddewle bi ‘edalet bi gelê xwe re bimeşe û gelê Nasruddewle jî ewê iteata Wî bike, dide nişandan ku pozîsyona Hoce Ebû’l-Qasim xurt bû û rewşa Mîr dijwar dida nîşandan. Ji ber ku dema mîrnişînî ji mîrên berê yên Merwaniyan re hat spartin, tetbîqatek wiha nehat kirin. Tevgera Hoce Ebû’l-Qasim gelekî girîng e ku wê sinifên leşkerî, gel, dadwerê ku nûnerê edaletê ye, desthilatdariyê bigre ser hev û sond bixwe. Ev pir girîng e. Divê tabloyê de hemû pêkhateyên ku wê dewletê ava bikin hatin cem hev û bi rizamendiya hemû aliyan desthilatdariya dewletê ava bû…..