Gelî xwendevanên delal! Her wekî ku hûn jî dizanin demeke dirêj bû ku me navbir dabû rêzenivîsa xwe ya bi navê “Tew Dinya.” Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide em dê vê rêzenivîsê bi domînin. Lewra Stran parçeyek ji jiyana Kurda ye ku rengê jiyana wan ji gelek hêlan ve raberî me dike. Ji lew em jî dixwazin di vî warî de xizmeta xwe bidomînin. Eger bi wesîla vê rezenivîsê xizmeta me a bo xelkê me bi qasî dilopek av be jî emê xwe bextewar bihesibînin.
Wekî ku hûn jî dizanin ji ber zulma zordestên Emewî û ‘Ebbasî nesla Nebî ku wek seyîd dihatin naskirin ji coxrafyayên ku di bin hukmê wan de bûn revîn û xwe sipartin deverên muxtelîf da ku jiyana xwe muhafaze bikin.
Li gorî Şerfnameya Şerfxanê Bedlîsî; Şêx Hesenê Zeraqî lawê Seyyîd Ebdurrehmanê lawê Seyyîd Ehmed jî yek ji wan seyyîda ye ku di dewra Artûk Beg de hatibû herêma Mêrdîn û li wir bi riyazet û îbadet ve meşxûl dibû. Ewil di mabeyna wî û Artûk Beg de hinek pirsgirêk çê dibin, paşê Artuk beg dikeve bin tesîra teqwa û îxlasa wî, ji wî hes dike û keça xwe bi Hesenê kurê wî re dizewicîne.
Şêx Hesen ji Mêrdîn tê li Mêranîya Hezro bi cîh dibe. Piştî ku Şêx Hesen wefat dike wî li Dêrxusta Licê vedişêrin. Nuha meqbera wî li Dêrxusta Licê a nevîyê wî Şêx Osman ku kalikên me jî xwe ji nesla wî dihesibînin li Mêranîya Hezro ye.
Ji bo xatirê xinamtiyê Artûk Beg îdarevanîya herêma Hezro û der û dora wê dispêre Şêx Hesenê Zeraqî û zarwên wî. Bi vî hawayî nesla Şêx Hesenê Zeraqî wek begên Etaq[1] Tercîl,[2] Derzîn[3] û Girdikan[4] wek çar beglixan li herêmê hukum dikin.
Mîrektîya Tercîl jî yek ji wan mîrektiya ye ku li Hezro hatiye damezrandin û heta destpêka damezrandina Komara Cimhurîyetê li herêma Hezro hukum kiriye û bûye şahidê hilweşîna gelek dewletên wek dewleta Selçûqî, Artûqî, Aqqoyûnî, Sefewî, Ûsmanî û hwd. Gelek muntesîbên vê malbatê di dewra Cimhûrîyetê de jî wek biroqrat kar kirine.
Li gorî şerefnameyê; Mîrektîya Ezraqîyan ji Şêx Hesen dest pê dike û heta sala 1595ê miladî wiha didome: Serektîya vê mîrektîyê piştî Şêx Hesen dikeve destê Seyyîd Huseyîn, piştî wî dikeve destê Umer Begê lawê Seyyîd Huseyîn, piştî wî dikeve destê Budaq Begê lawê ‘Umer Beg, piştî wî dikeve destê Ehmed Begê lawê Bûdaq Beg, piştî wî dikeve destê Elî Begê lawê Bûdaq Beg, piştî wî jî bi rêz Şemsî Beg, Heyder Begê lawê Şemsî Beg, Bûdaq Begê lawê Heyder Beg, Huseyîn Beg, Îsmaîl Beg, ‘Umer Begê lawê Heyder Beg dibin mîrê vê mîrektîyê.
Eger agahîyên Şerefnameyê rast bin Mîr Yaqûbê Zeraqî xwedî dîwaneke Kurdîya Kurmancî[5] bûye ku ev dîwan halê hazir winda ye. Li gor vê agahîyê em dikarin bêjin ku dîroka edebiyata Kurdîya Kurmancî berya Melayê Cezerî ji Mîr Yaqûbê Zeraqî dest pê dike.
Her wekî ku tê zanîn di Şerrê Sefewî û ‘Usmanîyan de mîrektîyên Kurd piştevanîya Yawuz Sultan Selîmê Osmanî kirin. Bi saya vê piştgiriyê Yawuz Sultan Selîm sitatuyek xweser a navxweyî da mîrên Kurd. Bi saya vê statuyê jî Kurdistan nexasim herêma mîran bû navenda medenîyetek Kurdewarî. Edebîyata Kurdî bi pêş ket, gelek şaheserên edebiyata Kurdî di vê dewrê de derketin qada medenîyetê, gelek birc, camî, pir, kelh, xan, seray, qesir û..hwd bi destê mîrên Kurd ava bûn, yên qedîm jî ji nû ve bi terzek teze hatin temîrkirin. Kelha Tercîl, Kelha Derzin, Seraya Îshaq Paşa, Pira Mala Badî, Birca Belek, Kelha Zembîlfiroş semerên wan dewra ne ku jî mîrên Kurd yadîgar mane.
Mîrektîya Hezro jî yek ji wan mîrektiya ye ku di wexta xwe de gelek karên giranbiha hem bo Kurdan hem jî bo dewletên Îslamî nexasim bo Osmanîyan kiriye. Heta destpêka qirnê 19mîn çi dema ku şerr di mabeyna Osmanî û biyaniyan de derketiye mîrên Kurd di hewara Osmanîyan de çûne, bûne bask û perrê wan. Digel vê Osmanîyan jî ew bi xelatên muxtelîf û rutbeyên cûrbecûr muşerref kirine. Mîrên Hezro jî di vî warî de wek mîrên hevçerxê xwe wezîfa xwe bikaranîne. Wek mînak;
Li gorî ku Murat Budak di kitêba xwe ya bi navê “Zırkan Aşîretînden Hazro Beylerî” de beyan kiriye; Sultan Mûradê çaremînê Osmanî di sala 1638ê miladî de diçe sefera Bexdayê da ku bajarê Bexda ji destê Îranê derxe. Îbrahîm Begê Mîrê Hezro jî digel wî bi tevlî leşkerên xwe diçe seferê, di vê Seferê de dema ku şerr sor dibe Îbrahîm Beg ji destê xwe brîndar dibe. Ji bo ku birîna wî bi cebirîne sultan Muradê çarem destê wî yê birîndar bi desmalekî ku bi têlên zêrrîn hatibû nexşkirin dipêçe. Li ser vê hedîsê bo ku wî ji hevalên wî veqetînin jê re dibêjin “Têllî Îbrahîm Beg.” Piştî vê bûyerê êdî malabata Mîrên Hezro wek Têllî Îbrahîmzade tên binavkrin.
Bi vî rengî dem û dewran diborin, sal û zeman diçin, mîr li ser mîrtîya xwe, wezîr bi wezîrtiya xwe dijîn ta destpêka sedsala hijdehemîn. Ji destpêka sedsala hijdehemîn vir de êdî Împeretora Osmanî di warê pevrejîn û sitatuya Kurdan de siyaseta xwe vediguherîne. Hêdî hêdî dawîyê li hakîmîyeta mîrên Kurd tîne.
Di sala 1808ê miladî de walîyê Amedê ji ‘Eşîra Mîllî Behram Paşayê Dîn e. Behram Paşa ji ber ku bi awayeke tund dest bi îdarê dike milllet zêde aciz dibe. Piştî ku Behram Paşa serekên wan bi sirgûnê tehdîd dike gel di sala 1819ê miladî de serî hildide. Behram Paşayê Dîn dema ku dikeve tengasîyê hewara xwe bi mîrên Kurd de dibe wan vedixwîne da ku serhildanê vemrînin û avek li agirê serhildanê bikin. Di wê hewarê de mîrên Hezro Têllî Îbrahîm Begê duyem jî heye. Di encamê de serhildan tê vemirandin bes Osmanî dîsa siyaseta xwe a di derbarê mîrên Kurd de naguherînîn. Ji xwe êdî Împeretora qedîm berê xwe ber bi hilweşînê ve vegerandîye. Ji Muslumanan bêtir dengê xerbperestên ku wek “Jontirk” tên naskirin bilind dibe.
Dewleta Osmanî bo ku dawîyê li Mîrektiya Mîran bîne bi behaneyên muxtelîf her carê diçe ser mîrekî Kurda û dawîyê li hakîmîyeta wan tîne. Digel mîran etbaên wan jî ji vê siyasete aciz dibin û car caran li hember Osmanîyan serî hil didin. Lê ji ber ku tifaqek di nav wan de nîne, dewleta Osmanî her carê bi siyasetek xerîb û we’dên cûrbecûr bi alîkarîya Mîrektîyekî diçe ser mîrê din û wî berteref dike.
Teqrîben li dorhêla sala 1820ê miladî de Mîrê Hezro Receb Beg e. Piştî Recep Beg dibe mîrê Hezro. Reşît Paşa jî di wan salan de dibe Walîyê Madenê. Receb Paşa piştî ku li bajarê Meletî diçe pêşbazîya Reşît Paşa di hengâma suhbetê de baş tê dighê ku êdî tehhemmula Osmanîyan bo Mîran nemaye, dê dawîyê li hakimiyeta wan bînin. Ji ber vê bawerîyê Recep Beg li Bismila Amed serhildanek li dar dixe, di demeke kurt de serhildana wan têk diçê Recep Beg jî ji Teref Reşît paşa ve dîl tê girtin.
Bi emrê dewleta Osmanî di ser riya Meletî, Sêwas û Stenbolê ve Recep Beg û malbata wî sirgûnî bajarê Edirne dikin, piştî zehmetîyeke dijwar wan dibin li Edirne bi cîh dikin. Seyfettîn Paşa ango Sêfdîn Axa jî wê demê digel malbatê bi sirgûnî diçe Edirne. Malbata wan sî sala bi sirgûnî li bajarê Edirne dimîne. Recep Beg di sirgûnê de wefat dike. Paşê dewlet di sala 1862yan de efwa wan derdixe û wan ji nû ve dişîne Hezro. Lê êdî Rewşa dinyayê rewşeke dine ku di vê rewşê de serdestiya gelên xeyrî muslîm û Jontirka bêtir xwîya dibe.
Piştî ku malbata Recep Beg vedigerin Hezro em dibînin ku wek serekê malbatê Seyfettîn Paşa derdikeve pêş. Seyfetîn Paşa lawê Recep Beg e û di nav gel de wek Sêvdîn Beg hatiye naskirin. Ji ber ku navê lawek wî Behram bûye bi navê Bavê Baran Begê jî hatiye naskirin. Em dîroka wîladeta wî nizanin lê ji ber ku sî sal li Êdirne di sirgûnê de maye em dikarin bêjin ku emrê wî di sala 1862yan de ji sî salan berjortir e.
Wextê malbata Mîrên Hezro vedigerin welat êdî rewşeke din heye. Milletê Musluman piştî î’lana Fermana Tenzîmatê bûye sinifa duyem. Li her terefê welat bi teşwîqa welatên xerbî û Jontirka gire girên filleyan gilîyê mîr û begên Kurd dikin. Bi destê deshilatdara wan didin cezakirin, carna jî dibin sebebê sirgûna wan. Ji lew digel hemû Muslumanan serokeşîr, axa û begen Kurd ji vê rewşê aciz dibin, gelek caran di mabeyna wan û cihûyan de şerr çê dibe. Elbet Mîrên Hezro jî ji vê rewşê bêrî nînin. Gelek caran bi wesîla îxbarên derewîn ê keşîş û serekên fillehan eziyet li wan tê kirin. Lê Jontirk her tim xwe bi xeyrî muslîman ve digrin û ezîyetê li gel dikin. Ji lew gel Jontirkan wek “mektevlî, xwedênenas, dogme, gawir û... hwd” binav dike. Terefdarên Ebdulhemîd jî wek “dîreka dîn, ehlê şerîetê û … hwd” tên binavkirin.
Di sala 1878-1881ê miladî de serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî pêk tê. Dewlet bi îthama îhtîmala tevlîbûna serhildanê digel gelek giregirên Kurd Seyfettîn Paşa jî sirgûnî Helebê dike û wî li wir dixe hepsê. Giregirên Ermenan jî nameyan bo merkeza Osmanîyan dişînin da ku Seyfettîn Paşa û hevalên xwe neyên berdan û neghên azadîya xwe. Lê seyfettîn Paşa bi awayek rêkî dibîne ji Hebsê Fîrar dike tê Hezro. Paşê masûmîyeta Seyfettîn Paşa di nezera dewleta Osmanî de derdikeve holê û Seyfettîn Paşa azad dibe. Di wan salan de di navbera Jontirk û Muhubê Sultan Ebdilhemîd de hem reqabet hem jî neyartiyek dijwar heye û Jontirk li ser text in.
Şayanî gotinê ye ku em bêjin li bajarê Amed serok û îdeologên jontirka xayet organize ne, pêşîvanê wan Ziya Gokalp û Îshaq Sikutî ne. Bi tesîra van herdû kesan li Amedê hêzeke qewî ya jontirkan heye. Ji ber ku Seyfettîn Paşa ango Bavê Baran Begê Mîrê Hezro terefdarê Sultan Ebdulhemîd e Jontirk nexasim Ziya Gokalp rikek dijwar bo Seyfettîn Paşa di dilê xwe de civandiye. Li gorî Beyana Mûrat Budak a di kitêba wî ya bi navê “Zîrkan Aşîretînden Hazro Beylerî” Ji ber ku Sultan Ebdulhemît bi derbeya Jontirka di sala 1908ê miladî de ji text hatiye daxistin, jiyana terefdarên wî ketiye talûkê. An wan dikin hebsê an jî dikujin.
Digel ku malbata wî naxwaze jî Seyfetîn Paşa rojek ji Hezro diçe Bajarê Amed. Bi cilên xwe yê maqûlî diçe nav bajêr. Zabitên Jontirka lê tên xezebê dixwazin ku wî dîl bigrin, ew jî ji ber xwe naxwe kulmek lê dide sereskerekî Jontirka serberjêr dike xwarê. Seyfettîn Paşa ango Bavê Baran Begê di wê demê de kalemêrek extiyar, şêrek naçar e. Gelek leşker û zabitên jontirka lê dicivin, lê dixin parsûyên wî dişkênin, destê wî dixin kelepçê, situyê wî li lelê dixin bi riya behra reş ve digel gelek kesên sirgûnkirî bi gemîyê Seyfetîn Paşa dibin Stenbolê, li wir bê tedawî wî dixin Hebsê. Li gorî beyana şahidên demê û stranên dengbêja gelek îşkenceyên dijwar di riya sirgûnê de li Seyfettîn Paşa hatine kirin.
Em nizanin ku Seyfettîn Paşa ango Sêvdîn Begê Bavê Baran Begê çiqas di hebsê de maye lê dema ku wî derdixin mehkemê gelek naçar û ji hal ketiye. Gerçê di mehkemê de dema ku ew parêznameya xwe raberî hâkim dike, hâkim wî berat dike û serbest dihêle. Lê mixabin Seyfettîn Paşayê Bavê Baran Begê êdî ji hal ketiye.
Seyfettîn Paşayê Bavê Baran Begê piştî ku li Stenbolê tê berdan diçe li Sîrkecî li otêla bi navê Şahîn Paşa Otêlî bi cîh dibe.
Bişewite mala bêkesiyê, paşayê dewrekî, hakimê dema, Sêvdîn Axayê Mîrê Hezro, Bavê Baran Begê li vê derê Silavek dide melkemotê bi navê Ezraîl û dighê Rebbê xwe. Hezar rehmet li gora wî bit, lanet li qatil û ehlê îşkenceyan be. Sêvdîn Axa ango Bavê Baran Begê Nuha li Stenbolê di xurbetê de medfûn e.
Dengbêjên me li ser vê bûyera hezîn bê deng nema ne û sitran avêtine ser Sêvdîn Begê Bavê Baran Begê. Ev sitran jî yek ji wan e. Kerem kin em guh bidin dengbêjê xwe, bila ew bi nuhurîne em biçin kurahîya dîrokê û şîna Bavê Baran Begê bigerînin. Kerem kin…..
Ay de mîrim lo oy oy
De mîrim lo oy…mîrim lo
Heyla lo mîro
Bejna Bavê Baran Begê Mîrê Hezro zirav e
Mîna gula tevî bîya
Hêşîn dike li kavilya Hezroyê
Li cot kanîya
Hela bala xwe bidê
Min dî li rû Aqdenizê Qeredenizê
Têne cotê qeretiya
Ezê çûme pêşiya komîsêr û xeftan
Min dipirsiya
Minê go: Mala we xirav be
Gelo ji wê da têne çi qeretî ne
Go: Ocaxê te kor be
Ji wê de tene sê gemî ne
Gemîya pêşîn yârim dinya ye
Gemîya ortê Cemal dinya ye
Gemîya paşîn ewraqê Bavê Baran Begê
Tevî hezar û pencsed mêrê di mefya ne
Mîrim lo oy oy… mîrim lo oy oy
Ax mîrim lo oy oy, mîrim lo oy oy…
Min dî gemîya paşîn
Ewraqê Bavê Baran begê
Tevî hezar û pêncsed mêrê di mefîya ye
Kesekî xêrxwaz tune
Cewabek bide Cemîlê Axê
Mîrê di Xerza
Bê: Mala we xirav be
Ocaxê we kor be
Kurrê we bimre
Bi destê Bavê Baran Begê girtin
Avêtne qeayikan û gemîya
Li Aqdenizê Qeredenizê
Berê wî dane dewalê ecnebîya
Kafirê contirka
Bi Bavê Baran Begê ra
Dibînin daw û doza dîne
Ê de van kafira
Şûşa bilûrê danîne ser enîya Bavê Baran Begê
Ji êvar de dişewtîne
Goşt û movika tevê van hestiya
Mîrim lo oy oy…
Mîrim lo oy oy.
Ax mîrim lo oy oy…
Ezê bi rebena Bavê Baran Begê Mîrê Hezroyî me
Mîrim lo oy oy….lo li min lo
Wayê hê hê…
Heyla mîro
Bejna Bavê Baran Begê Mîrê Hezro
Gula ca bi bîne
Hêşîn dike li kavilya Hezro cot kanî ne
Hela bala xwe bidê vê sibengê
Min dî li rû Aqdenizê Qeredenizê
Ji wê de tê ne sê qeretî ne
Ezê çûme pêşiyo komsêr û xeftana
Min jê pirsî ne
Min go: Mala we xirav be
Ji wê de têne çi qereçî ne
Go: Ji wê de têne sê gemî ne
Gemîya pêşîn yarim dinya ye
Gemîya ortê cemal dinya ye
Gemîya paşîn
Ewraqê Bavê Baran Begê Mîrê Hezro
Tevî hezar û pêncsed mêrê di mefî ne
Mîrim lo oy oy
Ax mîrim lo oy oy
Gemîya paşîn
Ewraqê Bavê Baran Begê Mîrê Hezro
Tevî hezar û pêncsed mêrê di mefî ne
Kesek tune cewabek bide Cemîlê Axê
Emînê Perîxanê
Bi mîrê Xerza ra bi gehîne
Bêje: Mala we xerav be
Ocaxê we kor be
Belkî kurrê we bimire
Kafirê Contirka
Îro vê sibengê
Bi destê Bavê Baran Begê Mîrê Hezroyê girtin
Berê wî dane dewalê ecnebi ne
Kafirê Contirka
Neyarê şer’a şerîf
Şûşa bilûrê
Li ser enîya Bavê Baran Begê Mîrê Hezro danîne
Goşt û movika tevî hestiya dişewtî ne
Mîrim lo oy oy……
Ax mîrim lo oy oyyy
Wayê ax mîrim lo oy oy….
Ezê bi rebbena bavê Baran bagê Mîrê Hezro me
Mîr im loy oy oyyy
Lo li min lo wayê ax wayê
Gelî xwendevanên delal bi vî hawayî rêzeninivîsa me a bi navê “Tew Dinya” beşa 27an jî bi dawî bû. Gelek stranbêjan ev stran gotine. Mihemmedê Canşah, Şakirê Kopê, Mihemmedê Beyro, Cesimê Dengzêrîn, Filîtê Aqtepe ev sitran nuhurandine. Me di vê nivîsê de ev sitran ji ber dengê Şakiro deşifre kir. Eger Rebbê me destûr bide emê vê rêzenivîsê bidomînin. Heta jimara dî bi mînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in. Fî emanîllah.