Nasruddewle piştî ku li Meyyafarqînê aramî û ewlekarî peyda kir, derbasî qesra dewletê bû û Ebu'l Qasim û Şêwirmendê xwe kom kirin. Civîna şêwrê pêk anîn. Piştî şêwrê biryar da ku Meyyafarqîn paytext bimîne. Di vê civînê de biryareke din jî da. Ew hê li Erzenê bû Xoca Ebu'l Qasim ji xwer kiribû wezîr. Di vê civînê da jî wezîrtîya Xoca Ebu'l Qasim fermî kir. Nasruddewle piştî ku bajar aram kir, bi karûbarên xelkê re mijûl bû. Bi tayînkirina wezîrtîya Xoce Ebul Qasim karê dewletê jê re hişt. Wezîr Xoca Ebu'l Qasim jî bê fikr û ramanê Nasruddewle nemeşiya. Wezîr, kesên ku li bajêr bûn û hin karên neexlaqî, zerardar û wêranker dikirin jî ceza kir. Hin kesên ku ji vê rewşê bifikar bûn, neçar man ku ji bajêr birevin. (İbnu'l-Ezrek, Tarihü'l-Farikî, s.102)
Nasruddewle piştî ku Meyyafarqîn ji Şervînê girt, li ser pîvanên jêhatî û dilpakiyê, karên dewletê birêve birin û li derdorê walîtî û rayedarên dewletê tayîn kirin. Bi vî awayî serdestiya xwe bi hêz kir û aramiya gel misoger kir. Nasruddewle ji bo karên ewqaf û qezayan jî wezîfedar tayîn kirin. Ebû Muhammed Hesen b. Muhammed b. Muhawwir ji Midûriyeta Giştî ya Weqfan re, Elî b. Hemîd jî wek hakim û qaziyên Meyafarqînê hat tayînkirin. Her ku Nasruddewle bû mîrnişîn, di salên xelayê de soza ku dabû bi cih anî. Ew soz jî ev bû ku her roj li Mizgefta Meyafarqînê li feqîr û xerîba xwarin belav dikir. Û piştî sala 1017-18-an jî weqfeke jibo vêya ava kir.(İbn Şeddad, el-A'lakü'l-Hatire..c.3/1, s.353-354)
Li gorî Îbnul Ezrak, wî gotiye ku Nasruddewle welat bi îstiqrar birêve bir, ‘edalet di nav gel de belav kir, gel ji gelek erk û bac rizgar kir, dest bi sererastkirina gelek parçeyên sûrên Meyyafarqînê yên hilweşiyayî kir û hemûyan nû kir. (İbnü'l Ezrak, Tarihü'l-Farikî, s.114-122)
Di şerê Şervîn de Qesru'l-Atîk şewitîbû. Di şûna wê da di salan 1012an da li Burcu'l-Melîkê dest bi avakirina Qesra Nû kir û di sala 1013an de bi dawî bû û kanala avê ya ku ji Re'su'l-Ayn/Pinarbaşi hat kişandin, yek ji çalakiyên Nasruddewle yên yekem bû.. (İbnü'l-Ezrak, Tarihü'l-Farikî, s.106-108)
Daxuyaniya Îbn Dimne ji bo Nasruddewle;
Piştî ku Nasruddewle bû hukumdar, mîrê Amîdê Ebû Tahir b. Dimne, zavayê xwe fermandar Murtec ji Amîdê şand Meyyafarqînê û bi wî re diyarî, tiştên giranbuha û nameyên pîrozbahiyê şandin. İbn Dimne bi Nasruddewle û Xoca Ebu'l Qasim re li hev kir ku wek dema Mumehhiduddewle salê 200 hezar dirhem bac bide, xutbe bide û pere çap bike. (Sibt İbnü'l-Cevzi, Mir'atü'z-Zaman, c.18, s.208)
Berhevkirina Nasruddewle ya Serweriya xwe li ber Dewletên Hêzdar;
Di dawiya sala 1010-11an da Meyyafarqîn ji destê cuntaya Şervîn derket. Di bûyerên ku wê wextê qewimîn da, Qesra Hemdanîya hat rûxandin. Ji ber vê yekê Nasruddewle hewcedariya avakirina qesreke nû dît. Piştî ku Nasruddewle li bajêr serdest bû, qesra Şervîn kir navenda xwe. Nasruddewle ji bo ku meşrûiyeta xwe xurt bike, balyozên dewletên mezin li qesreka ku wê spehîtiya xwe nîşan bide, dixwest mazûvaniyê bike. Bi temambûna avakirina qesrê, balyoz ji dewletên mezin ên wek Bîzans, Ebbasî û Fatimiyan re hatin şandin. (İbn Şeddad, el-A'lakü'l-Hatire.. c.3/1, s.350)
Îbnul Ezrek got, sê roj beriya cejnê, sefîrên Xelîfeyê Ebbasî û Sultanê Buweyhî hatin Meyyafarqînê, sefîrê Misrê jî êvara wê rojê û sefîrê Bîzansiyan jî di sibeha rojê de gihîşt bajêr. Merasîma bi beşdariya hemû balyozan di roja çaremîn a cejnê de hat lidarxistin. (Tufantoz, Ortaçağda Diyarbeki... s.78)
Yek ji xizmetkarên Xelîfe Qadir Bîllah hat Meyyafarqînê û Sultanuddewle b. Buweyh, bi navê Ebul-Ferec Muhammed b. Ehmed b. Mezîd alîkarekî wî hebû. Vana nameyek ji Xelîfe û Siltan anîn ku bawerî, namûs û tevaya Diyar-î Bekr dane Nasruddewle. Û di nameyên da jî wan daxuyand ku sernavê Nasruddewle ji aliyê Xelîfe ve hatiye dayîn. (İbnü'l-Ezrak, Tarihü'l-Fârîkî, s.108)
Diyariyên ku hatibûn şandin ji heft perçeyan pêk dihatin: kemberek, ebayek, xiftanek, kemberek reş, du bazinên zêr ên xemilî û hespek zînê wî ji zêr. (Şeref Han, Şerefname Kürt Tarihi.. c.1,s.29)
Her wiha Îbn Ezrek dibêje ku fermanek îmzekirî jê re hatiye şandin û tê de hatiye gotin ku hemû keleh û bajarên Diyar-î Bekr ligel diyariyan dane wî. Nameya peywira xelîfe ji teref Elî b. Hemîd va hat xwendin û cil û bergên xil'et li Emîr kirin û ji ber vê bûyerê xelk kom bûn. (İbnü'l-Ezrak, Mervânî Kürtleri Tarihi, s.119)
Di nav mêvanan de kesê herî dawîn ku beşdarî merasîmê bû, balyozê Împeratorê Bîzansê Bsileious bû ku di sibeha heman rojê de hat. Li gel wî hesp, deve û zêrên hêja yên bêhempa hebûn. (İbnü'l-Ezrak, Tarihü'l-Fârîkî, s.109)
Nasruddewle ji bo ku tebrikê cejnê di 24ê Hezîrana 1013an de, roja çaremîn a cejnê, qebûl bike, hat ser text. Qasidên Xelîfe û Sultan li milê rastê Nasruddewle, qasidên Misir û Bîzans jî li milê çepê rûniştibûn. Helbestvan û qurra’an di vê demê de amade bûn. Ew roj rojeke mezin bû, cejneke navdar bû. Di merasîma ku balyoz jî tê de amade bûn, destnivîs hatiye xwendin û Nasruddewle diyarî qebûl kir. Hikumdar jî diyariyên bêhempa dan balyozan. (İbnü'l-Ezrak, Tarihü'l-Fârîkî, s.109)
Di salên 1012-13an de peymannameya ku Amîd, Diyar-î Bekr, Tûk û Sûr di bin desthilatdariya Ebû Nasr Ehmed b. Mervan El-Kurdî da dane, hat xwendin.( Ez-Zehebî, Tarihü'l-İslam.. c.9, s.13)
Ebû Nasr kesekî karîzmatîk û siyasetmedar bû. Ji ber ku wî nasnavê Nasruddewle ku Xelîfê Ebasî dabû tercîhkirin û qasidê Xelîfeyê Ebasî li milê wî yê rastê û qasidê Xelîfeyê Fatimiyan li milê wî yê çepê rûniştibû, nîşan dide ku wî xelîfeyê Ebbasiyan di ser xelîfê Misrê digirt. Nasruddewle pabendbûyê mezheba Sunnî bû. Ev jî di bû sedem ku tercîha xwe ji Fatimîya bêtir li ser Ebbasiyan dikir. Û misilmanbûna wî jî dibû sedem ku ew ji Bîzansiyan zêdetir ber bi Ebbasiyan ve diçû.
Nasruddewle bi rastî jî siyasetmedarek bû. Çunkî gazîkirina hem Abbasî-Buweyhîyê nûnerê rojhilat hem jî Bîzansa ku nûnerê rojava bû, ji bo merasîma ser text, tê wateya ku wî siyaseta hevsengiyê meşandiye.
Bi ser de jî, Nasruddewle qasid şand cem Bîzansê nemisilman û Ebasiyan ve, tevî desthilatdarên olî-siyasî yên sunnî û şîî yên cîhana îslamê. Bi vî awayî, Dewletên Ebasî-Buweyhî, Fatimiyan û Bîzansiyan desthilatdariya Nasruddewle nas kirin û têkiliyên xwe yên dostaniyê bi wî re xurt kirin. Her çar hêzên siyasî yên mezin, Merwaniyan bi awayekî xurt nas kirin, têkiliyên aştiyane bi Xanedaniya Kurdan re pêş xistin û gelek çavkaniyên rojhilatî behsa navûdengê ku Nasruddewle bi dest xistiye dikin. Emîrê Diyar-î Bekr di van çavkaniyan de wekî mîrekî herî navdar ê alema Îslamê tê binavkirin (Ripper, Diyarbkeir Merwanileri.. r.180)