Zarokên me pêşeroja me ne. Heke kû em xwedîtiyê li wan bikin û bi perwerdehîyeke Îslamî wan perwerde bikin, wê pêşeroja me ronî be. Nifşên nû wê bi perwerdehîya xwe ya Îslamî 'edaleta Îslamê bijîn û emê jî ji her alî ve rihet bimînin
Bila em bizabin ku îro kufrê di her alî de xefkên xwe vedane û li hêviya zarokên me ye ku wan bike ‘eskerê Ebû Cehîl û Ebû Leheban. Ji ber ku karê min perwerdehî ye, ezê çend şaşîtiyên dê û bavan bênim ziman.
Dema ku zarok sipartekên xwe çê nakin, dê û bav ji wan re dibêjin: “Ezê ji mamostê te re bêjim kû te bikuje û te di polê de bihêle.” Mamoste li ber çavên wî zarokî weke qatila, weke zalima tê nîşandan ji teref dê û bavan ve. Deka wê ew çawa zarok hez ji mamosteyê xwe bike?
Dîsa wexta ku zarok nimêja xwe neke anjî şaşîtîyekê bike, jê re dibêjin heke ku tu nimêja xwe neke, tê bikeve dojehê, wê Xweda te bixe kuç. Dê û bav dibêjin qey bi van gotinan tiştekî baş dikin, lê ew nizanin kû bi van rê û rêbazên bikar tînin, zarokên wan hin bi hin ji hizjêkiriyên xwe nefret dikin û dûr dikevin. Îja ew zarokê ji mela, mamoste û Xweda hez neke, wê çawa sûdê bide xwe û malbata xwe û gelê xwe.
Dê û bav zarokên xwe hînî virra(derewa) dikin, lê ne di ferqiyê de ne. Hatiye serê min, şagirtek (telebek)e min, amûrên hevalên xwe didizî, min bakire diya wê, diya wê li cem min digote keça xwe: “Bêje mamosteyê xwe: Min dizi nekiriye, ew amûr çawa ketine çenteyê min, ez jî nizanim.” Şagirta min zanîbu kû ez kurdim û bi kurdî dizanim, li min meyzand û rengê wê sor bû. Min ji diya wê re got: “Em li vir ji bona zarokê we vira nekin dixebitin, lê tu li ber çavê min, dibêje zaroka xwe vira bike. Ka gelo ev zarok wê bi ya kê bike. Şexsîyeteke çawa lê peyda be?”
Rojekê Nesreddîn Xoce li sûkê leqayî dostekî xwe tê, pirsa halê hev dikin. Piştî ku ji hev vediqetin, dostê wî dibêjê: “Divê tu sibê teqez werê mala min! Emê bi hevre xwarinekê bixun û behsa paşerojê bikin.” Roja din xoce diçe mala dostê xwe, ji dûr ve serê dostê xwe di şibakê re dibîne. Destê xwe li derî dide, bermalî derî vedike, dibêje “malxwê malê ne li male.” Xoce dibêje kebaniyê: “Bêje mêrê xwe! Wexta ku çû deverekê bila serê xwe li mal jibîr neke''. Ji bona nifşê paqij û rast û durust, pêwist e ku em 'ewil ji xwe dest pê bikin.