Niha jî cewaba van pirsan bidin:
1. Ji van îbadetan kîjan bi îmkanên maddî tê edakirin?
a) Limêj b) Zekat c) Rojî d) Dua
2. Îbadetên ku Xweda ji me kirina wan qet’î dixwaze kîjanin?
a) Sunnet b) Sewab c) Ferz d) Heram
3. Tiştên ku Xweda kirina wan qet’î li me yesax kirine kîjanin?
a) Ferz b) Sunnet c) Sewab d) Heram
4. Ji van îbadetan kîjan tenê bi bedenê tê kirin?
a) Rojî b) Hecc c) Zekat d) Sedeqe
5. Li camiyan destlimêj li ku derê tê girtin?
a) Mîhrab b) Şadirvan c) Mînber d) Mînare
(Cewab: 1B 2C 3D 4A 5B)
BÎSMÎLLAH
Bîsmîllah mifteyeke
Deryê xêrê vedike
Xêra wê çi geleke
Bîsmîllah-b navê Allah
Di serê her xebatê
Bo xweşîw xêratê
Bike zîkra heyatê
Bîsmîllah b-navê Allah
Bîsmîllah bereket e
Selamet û rehmete
Pê namîne zehmete
Bîsmîllah b-navê Allah
Erd û esman behr û ber
Bi Bîsmîllah-d kin tevger
Jibo Allahê Ekber
Bîsmîllah-b navê Allah
Bîsmîllah dibê ‘alem
Tu jî bêje ey adem
Di dil namîn qet’a ğem
Bîsmîllah navê Allah