Dîsa merheba ji we re, dîsa selam û rehm û bereketa Xwedê li ser we be û dîsa hemd û sena ji Xwedê re ku em gihandine vê hejmar û mewsîmê. Hemd ji Xwedê re be ku ewRebbê me ye, me xwe spartîyê, di tengîyû xweşîyê de di her rewşê de ew bi me re ye, haya Wî ji me heye, me jibîr nake.
Ezîzên dilan, berxik û ğezalên dilê dê û bavan! Payîz jî qedîya. We zer bûn û morbûna rengê payîzê temaşe kir li derûdora xwe. Ji we hinekan kar û hazirîyên zivistanê seyr kirin li kuçe û li ser xanîyan. Ji we hinekan bi xwe jî amade kirin. Ê berî zivistanê gelek tişt lazim in. Hewce bi ardû û zexîreyê heye. Kinc û cilên qalind û germ û zexm, sol û şekal û botên saxlem divê. Ji şivan re goreyên hirî, kulavê naylonkirî lazim e, ji heywan û dermaleyan re, ka û ceh, rêsî û alif, axur û pace hewce ye. Ji xanî re sobe û komir û êzing, maşe û maqilk, bermalka berfê, qeysika gundorê ser xênî, don û çira pêwiste.
Belê, kenê we hat! Evana pirê wan êdî tune ne, tenê li hinek deverên bêceryan peyde dibin. Erê îro elektrîk û ceyran, gaza tabiî û apartiman hene. Hewce li gelek tiştên berê nake. Pir rihetî çêbûye. Jixwe serma û şilî û berfa berê jî nemaye. Berê carna metro û nîvek berf dibarîya, bi hefteyan li erdê dima, pêzûn û tîpîyê rê digirt. Wesayît di rê de diman. Gur û rêvî û keftaran xwe bera nav mehelleyan didan. Kesek newiribû ji malê derkeve. Zûrezûra guran li newalan alan dikir. Wê demê zivistan zivistan bû, kar û amadehî giranbiha bû. Mezinan ji bo biçûkan bitirsînin daku bi şev dernekevin derve digotin “Keftar hatine ber derî” û manîya keftarê digotin:
Keftarê çîyakê çîyaaake
Tu tûrê xwelî bi serî dake, deng naaake
Îro rêyên bi qîrûzift û asfalt, wesayîtên hijdîn û otomatîk, telefon û cîhazên teknolojîk, hewce bi gelek hazirîyên berê nehiştine. Lê ez dibêjim we îja baş fêm kir ku pêşîyan belasebeb negotine “Kevrê havînê, bavê dawîya kadînê” “Nû hat, kevin bû xelat”
Delalên dila!
Bipirsim ji we bê ka hûn dizanin an na. Hem biharê, hem payîzê hem jî zivistanê, dema baran barîya be, erd şil bibe û paşê tav derketibe, kulîlik zîl dide, pelên wê sipîyê şînike. Ji ber xweşik e, navekî xweşik jî lê kirine. Gelo navê wê kulîlkê çiye? Bipirsin ji mezinan, ku cewab nedin ezê bêjim. Niha jî em vê hîkayeta Mesnewîya Mewlana bixwînin. Şîret ji we.
Ğezala li Axur
Seydvanekî ğezalek girtibû. Ew xistibû axur li hewşê li nav ker û gayan. Ğezalê bi tirs bi vir de bi wir de baz dida.
Seydvan, nîvê şevê hat alifê heywanan bi ka dagirt û çû. Ga û keran, kaya li ber xwe mîna şekir be, bi ser hûrê xwe da berdan. Ğezal ji ber toz û duxana wan aciz bû. Berê xwe bi vir de bi wir de zivîrand. Kerên ziktêr, rabûn henekên xwe bi Ğezalê kirin.
Kerekî weha got: “Li ser ğezalan, exlaqê padîşah û mîran heye. Ji kerema xwe dengê xwe nekin, Ğezalê nerihet nekin.”
Kerekî din henekê xwe bi tirsonekîya Ğezalê kir û weha got: “Jê re bêjin bila bi vê nazikîya xwe li axurê me nemîne, bila here li ser textê padîşah rûne.”
Kerekê din jî ku ewqas ka xwaribû, bi hûrê xwe yê tirş orîya û ji Ğezalê xwest ku ew jî kayê bixwe. Ğezalê jê re got: “Ker! Ma’dê min tuneye, tu xwarina kayê dewam bike.” Ker: “Belê, halê te dibînim. Tu pir nazan dikî yan jî fedî dikî û naxwî” Ğezalê weha got: “Tu kayê dixwî, jê feyde dibînî. Ez dostê mêrg û çîmenan im. Ji bağ û baxçeyan xwedî dibim û ava xwe jî ji delavan veduxim. Qedera min, ezabek da min. Lê belakek anîbe serê min, ma ez tu carî dev ji exlaqê xwe yê xweşik berdidim? Yekê ku simbil û lale û heta reyhanê jî bi hezar nazî dixwe, tu çawa teklîfa xwarina kayê lê dikî?”
Kerê di ber xwe de mîna bêje tu ji min re çîroka rêz bike: “Bêje bêje, li ğerîbîyê peyvên weha beradayî pir tên gotin.”
Bi vê gotinê Ğezal zêde aciz kir. Ğezalê weha got: “Bîna miskê ya navika min, şahidê min e. Lê ka ew pozê we yê wê vê bîna bîn bike? Hûn tenê bîna hev a nexweş bîn dikin, jixwe bîna miskê li we heram e.”
Zarokên û ciwanên ezîz! J ixwe hûn dizanin, hîkayeyên Mewlana ên Mesnewîya wî bi ders û hîkmet in. Ders û hîkmeta xwe jê derxin. Me behsa ğezalê kir, ez cewaba pirsa li jor jî bêjim; Navê wê çîçekê, ğezalok e.
Hey me behsa ders û hîkmetan kir, ka em van gotinên pêşîyan ên di heqê zivistanê de hatine gotin bixwînin bê ka çi şîret di wan de hene:
Agir, stara zivistanê ye.
Barana zivistanê, mîna ava pizdanê.
Berf xezîney erdê ye.
Bihar hat, rûmeta kincê zivistanê hilat.
Bihar û havînê rez, zivistanê jî pez.
Dizê bîstanan, li xwe mukur tê zivistanan.
Heta seh hestîyan nekoje, tav serîyan nesoje, zivistan naqede.
Rojên zivistanê, wek şilmaqan e.
Delalên dila! Rojên zivistanê kin, şevên wê dirêj in. Şevbihêrkên şevên zivistanê meşhûr in. Kom û kuflet dicivîyan û rêsipîyên mezin ji wan re dipeyîvîn. Carna çîrok û hîkaye, carna tiştanok û pêderxistinok, carna henek û lîstok mijara şevbihêrkan bû. Niha bi tu hawî telefon û televîzyon nikare cîyê wan şevbihêrkan bigire. Sar û seqem bû, lê li ber sobeyê û dilê ferdên malê pir germ bû. Kes nediket quncika xwe û bi tenê nedima. Hemî li cem hev, hurmet û muhabbet peyde bû. Carna çîrokên kal û pîran bi şevan nediqedîya.
Delalên dila!
Îcar vê şî’rê bixwînin û xweşîya zivistanê hilînin.
Suğre bi zerf û herf e
Kar û hazirîw serf e
Xezîna erdê berf e
Zivistan hat zivistan
Berf dibare ji ezman
Rehm dibare ji Rehman
Dibe xweşîyû derman
Zivistan hat zivistan
Dermanê dil û derda
Zozan û deşt û erda
Berf barîya bi serda
Zivistan hat zivistan
Bi ser da bila were
Berfa Rebbê Dawer e
Pê îman û bawer e
Zivistan hat zivistan
Me bawere va hate
Kanûn Çillew Sibat e
Berfa tê de xilat e
Zivistan hat zivistan
Delalên dilan, şêrînên malan! Her mewsîm xweş e, zivistan jî xweş e. Lê bila xêr û xweşîya zivistanê li gorî dilê ehlê Ğezzeyê be, bi şahîya zarokên Filîstînê be, bi îzzet û zafera Hemas û cîhada Fîlîstînê û ummetê be. Li gorî dilê ğeyretkêşên Qudsê be. Bi xusranîya zalim Emrîka û Yehûdî û sîyonîstan be.
Heta Adar û biharê; li xwe miqate bin, serma negirin, nexweş nekevin, xatirê dê û bavên xwe zanibin, xwe ji dersa Qur’an û camîyê nekin, nimêj nûr e xwe jê mehrûm nekin. Sîyer û jîyana pêxemberê me, nûr û roniya her mewsîm û dema ye, bixwînin.