De ka vêya bihesibînin:
Çar bi çelî çel û çar çerm çend çarox dikin?
Ka cewabên vana tê derxin:
1- Kumê hûtik, tije nûtik
2- Hilindir milindir, law ji bavê bilindir
3- Bi şev bela, bi ro kela
4- Şiva ter, li kuher
5- Ka çû ma dan
Çiye:
Reng kesk û sor
Girover û beşe
Şêrîne ne şor
Xweş û dendikreşe
Wê çawa bibe:
Zilamek û qeyîka wî heye. Ewê bi qeyîka xwe mîhek û gurek û hinek gîha, ji alîyekî çem bibe alîyê din. Lê her carê encax dikare yekê tenê bi xwe re bibe. Gava ku yekê bibe, divê yên mayîn zirarê nedin hev. (Weka gur û mîh li cem hev nemînin yan jî mîh û gîha) Gelo wê ev zilam vana çawa çerbasî hêla din bike?
Cewab: (Çar sed û çel / 1- hejîr, 2- agir û dû, 3- nivîn, 4- mar, 5- bêndera zad / zebeş. / Wê ewilî mîhê bibe. Vegere bê îjar gîha bibe û di vegerê de mîhê bi xwe re bîne. Çawa hate wê mîhê bihêle û gur bi xwe re bibe, li wir bihêle û vegere mîhê jî bi xwe re bibe.)