S: - “Beiya înqîlabê bi deh salan te hem li hukûmetê îhtîraz dikir hem jî kesê ku hucûm didan ser hukûmetê te li wan îhtîraz dikir.” Tu hem li ber Sultan ‘Ebdulhekîm derdiketî hem jî kesên kul i hember wî derdiketin tu li hember wan derdiketî.
“Heta carna di dereca îfratê de te pesnên sultanên ‘Usmaniyan dida. Hetta te digot ‘Ebdulhemîd ne muqtedir e, loma hefsarê xwe sist nake, yan jî belkî bi îctîhadek ğelet ji xwe re ‘uzrekî meqbûl dibîne, yan di destên alîkarên xwe de hêsîr may.”
Te digot ji bo ku dewlet zirarê nebîne ‘Ebdulhemîd hukmê selteneta xwe sist nake, yan jî her çiqas li ba me ğelet be jî ew xwe li ser heqiyê dibîne. Yan bi gotinên hevalên xwe dixape.
“Piştre te temamê qebahet avêt ser wî. Çima te hem îhtîrz dikir hem hucûm dikir hem jî li hember hinekan te mudafe’a wî dikir?”
Ev helwestên te yên ziddê hev sebebê wî çibû?
C: - “Beriya înqîlabê bi şazde sala (1892) li hêla Mêrdînê ez leqayî zatekî bûm. Vî zatî min îrşdkir bi bal heqiyê ve û di siyasete de mesleka weset nîşanî min da. Hem di wê weqtê de ez bi “Ruya” ya Kemalê meşhûr şiyar bûm.” Min meqala Namiq Kemal a bi avê “Ruya” yanî “Xewn” xwend ku di wê meqalê de neqda hukûmetê dikir.
Bes me’elesef ez leqyî hinekî ehlê îfrat û tefrîtê hatim ku îhtîraz li hukûmetê dikirin.” Hınka hukûmetê derdixist ‘ezmana, hineka jî dixistin bin ‘erdê.
“Hinek ji ehlê îfratê, Tirka dibirin delaletê. Hal ew e ku Tirka, piştî ‘Ereba Muslumanan kirine dewlet û wan li piya dane sekinandin. Hetta hineka hewqas zêde tecawuz kirin ku ehlê qanûn tekfîr kirin.” Digotin wan kesên düstura 1876 çêkirine kafir in. “Qanûna esasî û î’lana hurriyeta berî niha bi sî salî ji bo tekfîrê delil dan nîşandan. Ayeta ku dibêje we men… ji bo tekfîrê huccet qebûlkirin. Rebeno nizane ku we men… bi me’na men lem…”
Di wê serdemê de di dewleta ‘Usmanî de di gel mehkemên şer’î mehkemên medenî jî hatin sazkirin. Bi zordana Ewrûpa ji bo teba’ên cihû û fille ji mecbûrî ev mehkeme çêkiribûn. Ne ku ‘eqîda wan xerabûbû. Ji hêla ‘eqîdê ve kesê ku wehyê tesdîq neke dibe kafir. Bes tesdîq bike û pê ‘emel neke nabe kafir lê gunehkar dibe. Tesdîq û terefgirî û ‘emelkirin temamen ji hev cuda ne. Mesela eger hakim qanûnekî ğeyrî şer’î tedbîq bike lê pê ne razîbe û terefdariya wî neke nabe kafir. Kesê ku şerî’etê qedexe bike û qanûna di dewsa wê de derxe ew dibe kafir. Dema ku şerî’et serbest be, kesekî rabe ji bo karên dinyewî qanûna derxe nabe kafir.
“Kesê ku îstîbdadê hurriyet zen bike û li hember qanûna esasî derkeve ezê çewa li wan îhtîrazê nekim?”
“Van kesan her çiqas li hukûmeta nû (hukûmeta Sultan Reşad) îhtîraz dikin jî lê ew îstîbdadeke mezintir dixwazin. Ji ber vê ez redda wan dikim. Ê ku ehlê hurriyetê tekfir dikin ji vî qismîne.”
“Beşê duduwan jî min dît ku ew jî ehlê tefrîtê ne. Vana dîn nizanin, bê merhemet in û li ehlê Îslamê îhtîraza dikin. Teessûbê jî ji vê îhtîraza xwe re delîl nişan didin. Îdî anha jî ê ku ji ‘Usmanîtiyê tecerrud kirine û bi temamî şubuhîne Ewrûpa ji vî beşine.”
Bi sebeb ğeletiyên ku berê çêbûne êrîşî ehlê Îslamê dikin, terka ‘urf û ‘adetên xwe dikin û xwe bi Ewrûpa ve digrin. Di şexsê dewleta ‘Usmanî de Îslamê û temamê Muslumanan mehkûm dikin.
“Di gel vê, îstîbdad ji bo ku xwe muhafeze bike bi her kesî re weswese çêkir. Berî înqîlabê (1908) bi deh salan min jî bi gotina “ekserê ehlê îhhtîlalê mason in” xapand. Elhamdu lillah ew weswese piştî salkê du salan çû. Wê weqtê min famkir ku ekserê hurriyetvanên me Muslumanên mu’teqîd bûne.”
Kesên ku îhtîlal li Sultan ‘Ebdulhemîd çêkirin ekserê wan ne masonbûn, hindik ji wan masonbûn û purrê wan Muslumanbûn. Bes wan masonên hindik înqîlab li Muslumanan jî kirin, wan meğlûbkirin û li ser hukum rûniştin. Çimkî wê demê mason nû derketibûn, Muslumanan wan nas nedikir, nizanibûn ku dujminantiya Îslamê dikin, zendikirin ku mason de’wa heqê bindestan dikin. Sultan ‘Ebdulhemîd bi xwe jî heta demekê wan nasnekir.
“Welhasil, ê ku hucûmî hukûmetê dikirin hinka ji wan digotin “Heydo, Heydo”, hinka ji wan digotin “Heyder Ağa, Heyder Ağa”. Min jî digot “Heyder”.
Wê çağê jî ez neketim îfrat û tefrîtê anha jî nakevimê.
“Ey gelî ehlê ‘ewam!
Anha bi xatirê we! Hûn bisekinin, bi ê xewas re de’weke min heye, ezê bi wan re xeber bidim. Li hember hukûmetê, li hember eşraf û Îttîhad û Tereqqiyê meselekî min î muhîm heye.” Bi dewletê re, bi hukûmeta Sultan Reşad re, bi lipêşhatiyên dewletên re û bi partiya ku li ser hukme ezê meseleke muhîm xeber bidim.
“Ey tebeqa xewas!” Ey îdarevanên dewletê!
“Em xelkê ‘ewam û ehlê medresî de’wa heqê xwe li we dikin.”