M. Abdussamed HILMÎ
بسم الله الرحمن الرحيم
S: - Te got wê îdî îhtiyaciya medreseyê bi we û malê we nemîne. “Çewa” dê îhtiyaciya wê bi me nemîne?
C: - “Ji gelek hêlan ve” dê warîdatên wê çêbibin.
“A yekem; heger ewqaf bi heqî werin tenzîmkirin bi riya pevgihandina (tewhîd) medreseyan wê kaniyeke muhîm biherike vî hawûzî.”
Heger weqif xweşik werin tenzîmkirin warîdatên ku tên weqifkirin ji medreseyan re wê tev werin vî hawûzî.
“A duduwan; zekat e.” Di sûretê Tewbeyê, ayeta şêstî de Quran dibêje ku zekat tê dayîn ji van heşt sinifan re: Kesên feqîr, kesên miskîn (ê ku me’aşê wî têra debara wî nake), karmendên zekatê, kesên ku qelbê wan li Îslamê tê germkirin, ‘ebdê ku dixwaze xwe ji xwedyê xwe bikire û azad bike, kesê deyndar, kesê ku di riya Xudê de dixebite, kesê ku di rê de maye.
Herfa lamê ku di kelîma “lîlfuqerî” de ye ji bo temlîkê ye. Loma zekat li komele û medrese û mizgeft û mekteban naçe. Telebeyên ‘ulûmê Îslamî û muderrisên wan her çiqas maldarbin jî dikevin sinifa feqîran. Sebebê wê jî ev e:
“Çimkî em hem Henîfî hem jî Şafi’î ne.” Di mezhebê Henîfî û Şafi’î de qismek zekat tê dayîn ji telebe û muderrisên ‘ulûmê dînî, welew zengîn bin jî. Ustad di Lahîqeya Qestemonû de wiha dibêje: “Şakirdekî Rîsaleyê Nûr ku têkeve tengasiyê dikare zekatê qebûl bike, alîkariya bi kesên ku xwe ji xizmeta Rîsaleyê Nûr re bexşkirine bi dayîna zekatê ew jî new’ek ji xizmeta Rîsaleyê Nûr e. Ji xwe gerek alîkarî were kirin. Bes gerek bi hirs û teme’ û bi zimanê hal neyê xwestin.”
“Çendek di ser re derbas bibe, bi xizmeta xwe ya ji Îslalmiyet û însaniyetê re ew Medresetuzzehra ji xwe wê qismek ji zekatê heq bike û wê ji xwe re hilîne.” Piştî ku medrese ket fe’alîyetê wê xizmetên wê, wê çağê werin fehmkirin.
“De îja zekata zekatê jî were dayîn kafî ye.” Yanî dewleta şer’î ne zekata kamil, zekata zekatê, yanî ji çilî yekî jî bide feqiyên medresê wê dîsa ew xizmet were meşandin.
“A sêyem: Ev medrese bi wan netîceyên ku wê belav bike, bi wê ronayîya ku wê bide ser ‘alemê, bi xizmeta ku wê ji Îslamê re bike; çewa ku li ba kesên bi ‘aqil mektebeke bilind e, li ba xwedîyê qelban jî medreseyeke mukemmel, di nezera ehlê ûcdan de jî zawiyeyeke muqeddes wê temsîl bike.” Ev Medresettuzzehra wê xizmet û netîceyên gelek xweşik belav bike. Wê hem mekteb hem medrese hem jî zawiye be. Wê wezîfa temaman pêk bîne.
“Çewa medrese ye her wiha mekteb û her wiha tekye ye jî. Ji ber vê, wek nezr û sedeqe û alîkariyên dînî yên Îslamî wê werin teweccuhkirin bi bal ve.” Ji ber ku ev medrese wezîfeya mekteb û tekyeyê jî dibîne ji wan heşt sinifên ku zekat li wan diçe di wir de hene; înfaq û teberru’ û sedeqe jî li wan diçin.
“A çarem: Ji bo tebadula telebeyên darulmu’ellimîn û Medresetuzzehrayê, çewa ku me di pîş de behs kiribû, lazim e medrese bi darulmu’ellimîn re îmtîzac bike. Ku îmtîzac çêbû warîdatê darulmu’ellimînê wê derecekî were zêdekirin û muweqqeten û bi î’are -heger mumkun be- were dayîn ji medresê re, di zemanekî kin de wê îhtiyaciya medreseyê bi viya nemîne û wê î’arê wê î’ade bike.”
Darulmu’ellimîn yanî mekteba ku mu’elliman dighîne resmî ye û mesrefê xwe ji budçeya dewletê distîne. Medrese jî ji ber ku ğeyrî resmî ye, di destpêkê de bira bi Darulmu’llimîn re têkel bibe û ji budçeya wê î’are bistîne. Di zemanekî kin de ku warîdatê xwe tehsîl kir wê î’arê û î’ade bike.
Ustad dixwaze ku Medresetuzzehra ne resmî be, ne di bin çavdêriya dewletê de be, ehlî be, ji resmiyetê azad be, di dersdana heqîqetan de ji sansûrê dûr be.
S: - “Fêda vê medresê çi ye ku ev serê deh salan e tu qirika xwe diqetînî?”
Herre were tev de medresek e. Bes tu pir pesnê wê didî em baş tê nagehên. Ka ji me re beyan bike.
C: - “Behsa vê Medresetuzzehrayê di sala sêyemîn a hurriyetê de bi şeklê nutqê li Bedlîsê, li Wanê, li Diyarbekir û li gelek ciyên din min ji xelkê re ders da. Xelkê bi giştî got: Evêya hem heqîqet e hem jî mumkun e. Yanî ez dikarim bejim; di vê meselê de ez tercumanê wan im.”
“Bi kurtasî: Temînkirina îstîqbala ‘ulemayê Kurd û di deriyê medreseyê de daxilkirina me’arifê li nav Kurdistanê û nîşandana delaliyên meşrûtiyet û hurriyetê û wergirtina îstîfadê ji wan.”
Ev medresaya ku bi salan e ez qirika xwe ji bo wê diqetînim fêdeyên wê ez dikarim bi kurtasî wiha bêjim:
Yek: Daxilkirina îstîqbala ‘ulemayê Kurdan di bin temînata dewletê de.
Dudo: Me’arif, yanî mezckirina dîn û ‘ilmên fennî û daxilkirina wê li nav Kurdistanê di deriyê medreseyê de
Sisê: Nîşandan û belavkirina delaliyên hurriyeta şer’îye bi wasîta medreseyê.