Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
Heger hûn dixwazin ferqa şêxên heqîqî û sexte nasbikin bala xwe bidin van tiştan:
“Heger şî’ara wan terka terftariya nefsê be” yanî ne li dû şuhret û nav û deng û zewqê bin û tiştê ku li xweşa nefsê diçe biterikînin û vêya di jiyana xwe de bikin şî’ar û êlamet dibe ku vana şêxê heqîqî bin.
Û heger “meşreba wan mehwiyet be” yanî heger uslûba wanî ku pê de dimeşin terka enaniyetê û fedaîtiya ji bo ehkamê Qur’anê be dibe ku ew kes murşid û şêxê heqîqî be
Û heger “terîqeta wan hemiyeta Îslamiye be” yanî terîqeta wan ne Neqşebendî yan Qadirî be, xwedîderketina li Muslumanan be û ğîreta Îslamî be, yanî himmeta wanî şamilî ser temamê Muslumanan were û terîqeta wanî şexsî li pişt vê himmetê bimîne dibe ku vana murşid û şêxê heqîqî bin.
Van wesfên ku me jimartin eger di wan kesan de hebin ancax wê çağê dibin şêx. Qiyas ev e. Bi vê qiyasê şêxên heqîqî û sexte ji hev tên naskirin.
“Bes heger meslekê wî; bi tenqîsa ğeyra meziyetên xwe îzhar bike” yanî ewê ku de’wa şêxêtiyê dike behsa nuqsanî û kêmasiyê ğeyrî xwe bike û li ser vêya meziyetên xwe derxe pêş û vêya ji xwe re bike wek meslek;
Û “bi dujminantiya ğeyra telqîna mehebbeta xwe bike” yanî vî kesa eger dujminantiya ğeyra bike û li ser vê dujminantiyê bixebite ji bo ku xwe bide heskirin;
Û “hissa tereftariyê ku înşîqaqa qûwwetê dike lazimê xwe” yanî vî kesa bêje ê rast ez bitenê me û bi hissa tereftariya xwe zirarê bide quwweta ‘umûmî a Musumanan;
Û “mehebbeta ji xwe re girê bide bi xusûmeta ji ğeyra re ku ev jî meyla ğeybetê çêdike” yanî kesê ku jê hesbike gerek dujminantiya ğeyra bike ku ev jî meyla ğeybetê çêdike, ğeybet jî heram e;
Kesê bi vî şeklî ku de’wa şêxîtiyê dike “ew muteşeyyixê muteewwiğ e” yanî ew ne şêx e, ne dostê Xweda ye, eslê wî ağa ye lê de’wa şêxîtiyê dike û mustebidd e, zordar e.
“Û gurekî di şeklê miyê de ye.” Yanî gur e lê postê miyê li xwe kiriye.
Van kesan “di bedêla destê xwe li defêxin, destê xwe li terîqetê yan jî li kitêbê dixin ji bo ku bexşîş û şabaşa bigrin.” Ji bo ku pera ji xelkê bidin hev di nav komên însanan de wek daholvanan ku li defê dixin.
“Bi dîn derdikevin nêçîra dunyayê.” Hissiyatên dînî dikin alet, dîndar xwe didin nîşandan, wek hawê ku ji dîn re xizmet dikin bes hedefa wan dunya ye.
“Yan lezzetek e menhûs û bê oğir yan heweseke suflî yan îctîhadeke ğelet wan xapandiye, wan jî zen kir ku ew însannî qenc in û riya sûê zennê li wan meşayixê mezin û zanayên mubarek vekirin.”
Van kesan ewwil yan bi lezzeteke dinyewî yan bi heweseke suflî yan bi îctîhadeke ğelet hatin xapandin. Pişt re xwe şibhandin Şahê Neqşebend û Ğewsê Geylanî. Kesê ku ji derve ve li wan dinere û rewşa wan ya heqîqî dizane, van zatên mubarek jî wek van şêxên sexte zen dike û dikeve ğeletiyê.
Yanî destpêka şêxîtiya sexte jî hezkirina dinyayê ye. Zirara wê jî ne li xwedyê wê tenê ye, murşidên kamil jî jê zirarê dibinin.
S: - “Gotinên te baş in, bes ka ê ku guh bide? Mesleka te ‘ali ye, bes tabi’ên wê ê kêm in.” Kî wê guh bide van gotinan û ki yê li pey vê mesleka qenc were? Îdî qîmet ji qenciyê re nema ye. Hezkirina dinyayê ketiye pêşiya her tiştî.
C: - ﴿اِنَّمَاالْاَعْمالُ بِالنِّياتِ ... مَالَايُدْرَكُ كُلُّهُ لَايُتْرَكُ كُلُّه
اَلْمَلامُ عَلَى مَنِ التَّبَعَ الْهَوَى، وَالسَّلَامُ عَلَى مَنِ التَّبَعَ الْهُدَى﴾
Yanî ‘emel ancax bi niyeta ye.” Yanî ‘emel ancax bi niyetan dibe ‘emel. Yan na tu qîmet ji wan re tune ye. Li gora Îmamê Şafi’î sihheta ‘emelan bi niyeta ye.
Û “tiştê ku bi tememî nayê îdrakkirin (bi destxistin) nayê terkkirin.”
Û “Lome li ser kesê ku dibe tab’ê hewa xwe, selam jî li ser kesê ku dibe tabi’ê hîdayetê.”
Muhîm ew e ku bi niyeta qenc em rastiyê bibêjin û meslekê ‘alî bimeşînin. Li gora dile me tabi’ên wê çênebin jî, tabi’ên wê ê kêm û nizmbin jî nabe ku em mesleka ‘alî biterikînin.
Li hember van heqîqetên ku ez î’lan dikim kesê ku nebe tabi’ê heqiyê û bibe tabi’ê hewa xwe lome her li wî ne. Kesê ku bibe tabi’ê hîdayetê jî selam û rehmet û bereket di dinya û axretê de li ser wî ne.