Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
(Hûn dibêjin; yekî ku şêxê te înkar bike yan jî tu şêxê wî înkar bikî li gora rêzika terîqetê a giştî mehebbet û hevaltiya we bi hev re heram e. Ma we ev ayet ne bihîstiye ku Xweda dibêje اِنَّماالْمُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ)
“Yan jî ma qey hûn kor bûne û vê destûra Nebewî nabînin ku dibêje:
لايُؤْمِنُ اَحَدُكُمْ حَتَّى يُحِبَّ لِاَخِيهِ مَا يُحِبُّ لِنَفْسِهِ
yanî yek ji we ew tiştê ku ji xwe re dixwaze hetanî ku ji birayê xwe yê Musluman re jî nexwaze ewî tam îman naniye. Gelo ev gotina Resûlê Ekrem ‘eleyhîsselatû wesselam ji bo kê ye?
“Gelo vê înkara ku di navbêna rastî û derewiyê de ye çewa çêbû ku van herdû esasên mezin û qewîn nesixkir?” Ma ev çewa çêbû ku gotinên şêxan hukmê vê ayet û vê hedîsê ji holê rakir? Muslumanên ku gotinên şêxan ji ayet û hedîsan mestir bibîne ma ne ebleh û ehmeq e?
“Em ferzbikin di mesela înkara hevdû de tiştên ku şêx dikin rast e. Lê dîsa ma gotinên wan ne kelamê xweda ye ku nayê nesixkirin. Zeman bixwe gotên wan nesix dike. Zirara wê ya ku ji fêda wê bêtir e fetwa goherandina wê dide. Tiştê ku hatiye nesixkirin ‘emelkirina pê ne caiz e.”
Gotinên beşer ji ber ku ne wehy in, tên guhertin. Zeman bi xwe dide nîşandan ku hukum ji gotinên şêxan re nema ye. Ew gotinên wan û helwesta wan di weqtê xwe de rast be jî îro zirara wan ‘eleni ye. Zeman fetwa guhertina wan dide. Hukmê ku tê guhertin jî ‘emel pê nayê kirin. Çimkî îro roja biratiyê ye, roja qebûlkirina hevdû ye. Ne roja înkarkirin û qebûlnekirine ye. Roja qewînkirina biratiya Îslamê ye, roja yekîtiyê ye li hember qewmiyetperestî û dunyaperesti yê.
S: - “Belkî şêxan hinik fi’lên ne şer’î ji hev dîtine loma dujminantiyê li hember hev dikin.”
C: - “Mehebbeta nav muminan ku ji îman û Îslalmiyet û însaniyet û cinsiyetê peyda dibe belkî bi qasî çiyayê Sîpanê mezin e. De îja ew ‘edaweta wek me’niyên zarokan ku ji hinik herektên neşer’î peyda dibin gelo bi çi cîhetî, bi çi însafî, bi çi şeklî vê mehebbetê meğlûbkir?”
Li gorî qa’îdeyên ‘ilmê mentiqê; mumin ji alî rihberiyê ve bi cinsiyetê, ji alî new’iyetê ve bi însaniyetê, ji alî me’newiyetê ve jî bi Îslamiyet û îmanê bi hev ve girêdayî ne. Mehebbeta nav wan li ba Xweda gelek bi qîmet û girîng e. Bi teşbîhê em karin bêjin bi qasî çiyayan mezin e. Jihevheznekirin jî wek şuğlê zaroka ye, ji ‘emelên neşer’î peyda bibe jî me’nî û bahane ne. Gelek bê qîmet û besît in. Îja ev çewa çêbû ku vî çiyayê mezin li hember şuğlên zarokan meğlûb bibe?
“Belê, Îslamiyet û însaniyeta ku mehebbetê pêwist dike wek çiyayê Uhudê ye, mezin e. Sebebê ku ‘edawet û dujminantiyê netîce didin jî wek xîçikan e, biçûk in. Kesê ku mehebbetê bi ‘edawetê dide meğlûbkirin di nêrîna heqîqetê de bi qasî ku çiyayû Uhudê ji xîçikekî biçûktir bike şuğlekî bi ehmeqî dike.”
Kesê di bedêla ku ji muminan hez bike rabe dujminantiyê bi wan re bike li gorî qiyasên Xweda Te’ala ji ‘eqil dûr ketiye û ev şuğul, şuğlekî ehmeqi ye.
“’Edawet û mehebbet (dujminantî û hezkirin) wek ronayî û tarîtiyê ne, ticarî nayên ba hev. Dema dujminantî bi ser bikeve hezkirin îdî werdigere bibal îdarekirinê ve. Dema hezkirin bi ser bikeve dujminantî îdî werdigere bi bal merhemet û dilşewitandinê ve.”
Dema yek dijminê yekî be, ew hezkirina ku li hemer wî dide nîşandan bes ji bo ku wî îdare bike dike. Tu carî ji dil jê hez nake. Îja ku hezkirina yekî ji yekî re zêde be dijminantiya wî bi şeklê şefqet û dilşewitandinê xwe nîşan dide.
“mezhebê min; ji mehebbetê re mehebbet, ji xusûmetê re jî xusûmet e. Yanî di dunyayê de tiştê ku ez zêde jê hez dikim mehebbet e (li hember muminan) û tiştê ku ez zêde jê diğeyidim jî xusûmt û dijminantiye.”
Mezhebê her muminî jî gerek ev be. Heta ku mumin viya ji xwe re nekin mezheb dijminantiya navbêna wan ranabe û yekîtiya Îslamê çênabe. Şêx û rêberên ku helwestên wan di vê meselê de ğelet in, zirarê didin hemî Muslumanan. Pêwist e li hember vê ğeletiyê xebat were kirin.
S: - “Şêxê ku dostê Xweda ye û ê ku sexte ye çewa ji hev tên naskirin? Ferqa wan çi ye?”
Heger hûn dixwazin ferqa wan nasbikin bala xwe bidin van tiştan:
C: - “Heger hedefa meqseda wan; yekbûna Îslamê bi ronaya qelb re be û (yekbûna Îslamê) bi nûra fikrê re be” dibe ku vana şêx û murşidên heqîqî bin.
Yanî gerek Îslam bi ronaya qelbê wan re mezc bibe û bi qelbê xwe di ‘alema me’nenewî de li dû keşfê bin. Her wiha bi ‘eql û fikra xwe jî gerek li dû nûra ‘ilmê bin ku ew fikir, nûra xwe ji ronaya qelb distîne. Yanî hem gerek ehlê keşfê bin hem jî ehlê ‘ilmê bin.
Û heger “mesleka wan mehebbet be”, yanî hezkirinê têxin navbêna muminan, ji ber qewmiyet û ferqên beşerî ferqê nexin nav wan dibe ku ev şêx û murşid heqîqî bin.