Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
C: - “Heger tu bixwazî milliyeta Îslamê û kevir û neqşên îttîhada Îslamê bibînî temaşe bike.” Îttîhada Îslamê ancax di van haletan de pêk tê:
1- “Sorbûna ciwanmerdîtiya ku ji heya û hemiyetê peyda dibe.” Gerek ewwela merev li hember gunehan fedyok be, gerek merev bi edeb be. Zilamê muslumanê bi ğîret û bi exlaq ji ber heyaê wechê wî sor dibe. Gerek beriya her tiştî em xwedyê heya û ğîretê bin.
2- “Tebessumeke me’sûmane ku ji hurmet û merhemetê peyda dibe.” Mumin li hember hev devbiken in. Devlikeniya wan jî ji dil e, ji şefqet û merhemetê peyda dibe û li hember hev bi hurmet in.
3- “Şîrîniya rûhê ku ji xeberdana fesîh û xweşik peyda dibe.” Di têkiliyên nav însanan de zimanê muminan gerek fesîh be û gerek xeberdanên şîrîn bikin. Ger ziman fesîh be jî lê xeberdan ne şîrîn be kêmasi ye. Yan ziman ne fesîh be û xeberdan şîrîn be jî dîsa kêmasi ye. Bi ziman û xeberdana xweş rûh şîrîn dibin û însan ji hev hezdikin.
4- “Kêfa semawî ku ji hezkirina xortaniyê tê û ji îştîyaqa biharê peyda dibe.” Kêfa semawî haletê kêf û ‘eşqa bê hîsab e. Yanî bi qasî ku xort ji hev hez dikin gerek em ji hev hez bikin. Bê çawa bihar kêf û şewqê di me de peyda dike gerek bi birayê xwe yê musluman em hewqas kêfxweş bibin.
5- “Huzneke wek a ku roj diçe ava û ferehiyek wek a ku seher lê dide gerek di me de peyda bibe.” Dema em ji birayê xwe yê Musluman veqetiyan wek hawê ku roj diçe ava û merev pê mehzûn dibe gerek em mehzûn bibin. Û dema em gihaştin birayê xwe yê Musluman wek hawê ku seher dertê û merev kêfxweş dibe gerek em kêfxweş bibin.
6- “Zîneta muqeddesa ku ji husna mucerred û ji cemala mucella tecellî dike.” Husna mucerred xweşkayîya bê qusûr a sîfatê Xweda ye. Cemala mucella jî her bi wê me’nê ye. Di nav hadîseyên dinyayê de zînet û xemla ku ji xweşkayîya sîfetên Xweda peyda dibe gerek em bibînin.
“Dema ku van wesfan bi hev ve mezc bibin û rengê nûrnî ji wan belav bibe ancax ew reng kare derecekî menzera tîmsala rengê lacîwerdê nav heft rengên keskesor a qubbe ya bilind a ke’be ya se’adet a ku qabê qewseyna şerq û ğerbê ye, bide nîşandan.”
Dema van wesfan gihaştin hev û bi hev ve keliyan wê çağê tesîra van wesfan wek keskesorê wê şerq û ğerbê bighîne hev. Dema ev wesf bi hev ve bikelin tesîra wê wek ke’be ya se’adeta îttîhda Îslamê û qubbeya wê ya bilind wê xwe bide nîşandan.
Ger hûn van tiştan hemiyan bi hev re bifikirin ancax hûn karin cîhetekî îttîhada Îslamî, yanî yekîtiya Îslamê fêm bikin.
“Bes îttîhad bi cahiltiyê çênabe. Îttîhad îmtîzaca fikra ye. Îmtîzaca fikran jî bi tîrijên elektrîka me’rîfetê çêdibe.”
Yekîtî bi nezanî çênabe. Bi ‘ilm û siyaset û îz’an û fehmberiyê çêdibe. Yekîtî ne rakirina îxtîlafên fikrî û ‘eqîdewî û îctîhadî û mezhebi û siyasî û herwekî din e. Rakirina tefrîqê ye. Bes rakirina tefrîqê jî bi îmhakirin û qedeğekirina fikr û re’yên muxtelif nîn e, bi îmtîzaca wan û li hevanîna wan çêdibe.
S: - “Çima berê te sikût kir?” Te heta niha dengê xwe nekir, piştî gelek tişt guherîn hê tu derketî.
C: - “ لِاَنَّ الْاِسْتِبْدادَ كانَ مانِعًا لِلْاِتِّحادِ، فَكُنْتُ سَكَتْتُ عَلى جَمْرِ الْغَضَى”
(Yanî, îstîbdad mani’ê yekîtiyêbû. Ji ber wê ez jî wek hawê li ser bizotkê agir sekinî bûm. Min dixwest ez tişkî bikim lê ji destê min nedihat.)
S: - “Êrîşkirina li ser şêxan talûke ye. Di nav wan de ewliya hene.
“اَلَا تَخافُ اَنْ تُصِيبَهُمْ بِجَهالَةٍ فَتُصْبِحَ عَلَى ما فَعَلْتَ نادِمِينَ”
)Yanî tu natirsî ku tu bi nezanî hucûmî ser wan bikî û pişt re li kirinên xwe poşman bibî?”
C: - “إنَ الْمَوْلى جَلَّ جَلالُهُ قَدْ وَسَمَ بِقُدْرَتِهِ عَلى جِباهِهِمُ الرَّفِيعَةِ نَقْشَ الْحَقِيقَةِ... وَمُرادِى اَنْ اُرْشِدَ مَنْ طَاشَ فَهْمُهُ مِنْ ذَلِكَ النَّقْشِ
(Yanî: Xwedayê mezin bi qudreta xwe neqşê heqîqetê li ser enya wan xistiye, meqseda min ji wan kesên ku wî neqşî rast fêm nakin ez wan şiyar bikim.)
Yanî hinik ji wan hene xwe nas nekirine. Meqseda min ez wan bi wan bidim naskirin da ji xwe haydar bin û bizanibin her her tiştê ne li rê ku dikin gelek netîceyên menfî peyda dikin.
“Belê, êrîşa minî li ser wan ne di ‘eleyhiya wan de ye, di leha wan de ye. Wan kesên ku xwe dixin sûretê wan ji bo qîmet wan nexînin ez van êrîşan dikim.”