Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
S: - “Tu dibî mani’ê qenciya însanan. Gelo ev nayê ser me’na ku camêrî tişkî ‘eyb e?”
C: - “Qencî qenci ye, heger ji bo fêda ‘umûmî be yan jî ji bo muhtacan be. Lê ku ne li muhtacan werekirin ew qencî bê fêde ye.”
Qenciya ku ji bo Xweda tê kirin kes nikare jê xeberde. Mesela qenciya ku ji bo ‘umûmê însanan tê kirin yan ji bo feqîran tê kirin ew di ciyê xwe de ye.
“Camêrî ku ji bo millet be dibe camêrî. Yan jî li yekî werekirin ku ew jî ji bo millet serf bike baş e. Heger li yekî ne muhtac camêrî were kirin wî kesa bi wê qenciyê tembel dibe û hînî cengenetiyê dibe. Welhasil dîn û millet baqî ne, ferd jî fani ye.”
Camêriya ku ne ji bo dîn û muslumanan be qencî nayê hesibandin. Bi vê nêrînê merev li ferdekî jî li millet tev jî camêriyê bike netîce naguhere.
“اَلْمِلَّةُ باقِيَةُ وَما اَمَدَّها؛ وَالْفَرْدُ فانٍ وَما يَتَمَثَّلُهُ
Yanî: Millet baqi ye, kesê ku alîkariya millet dike ew jî baqi ye. Her tiştê ku ji bo Xweda dikî ebedî ne. Ferd jî di gel her tiştê ku dike fani ye.”
S: - “Di nav pêşiyên me de wan kesên salih ku ummet bi wan emîn bû, li ser riya rast bûn, wek şûrê dewletê bûn û wesîle bûn ji bo ku dewlet rast bi meşe, qenciyên şexsî bi hev dikirin. Tu ji vê re çi dibêjî? Li hember şi’reke ku libeke ceh nake camêrî dikirin deh zêr didan. Kesên ku wan deh zêran digirt jî qîma we bi wan ne tanî, me’dê xwe tirş dikir. Ev me’de tirşkirin jî jê re şeref dihat hesibandin. Der heqê vana de tu çi dibêjî?”
C: - “Di vê derê de tiştik heye, vana ne tiştnî baş in, lê ez nabêjim. Di netîcê de ev qencî dîsa dibin malê milletê Musluman. Çimkî zimanê ku şi’r jê re xizmetê dike bennikê milliyetê ye. Ev şi’r dîsa bûn malê Îslamê. Mumkun e ku ew dewr dewra ferdiyetê be. Lê ev dewr dide nîşandan ku kombûna li dora Qur’anê bûye îhtiyac û ji bo vê meqseda ‘alî derî vedike.”
Mumkun e ku hinik dewr, ê ferdiyetê bin. Di wan dewran de qenciyên ku bi ferda tên kirin fêda wan ji ‘umûmê re ye. Zimanê ku îro em pê xeber didin û di edebiyat û şi’rê de bi kar tînin (Kurdî, ‘Erebî, Tirkî, Farisî) di wan dewran de bi nivîsandina şi’ran xizmet jê re hatiye kirin û bedêlkî giran di ber de hatiye dayîn. Qîmeta şi’ran di wan deman de bi hindikayî deh zêr bûn.
Lê îro ne roja ferdiyetê ye, roja kombûn û cema’etê ye.
S: - “Serokên zalim xwe bi xwe bi hev ketin, deriye zulme li ser çavê wan hat girtin. Ê ketî merev niga li wan naxe. Dev ji ê di sekeratê de berde, bira sekerata xwe temam bikin.”
Dewra kesên seltenetû îstîbdadê xelasbû, îdî tu ji wan xeber nede.
C: - “Ez dixwazim usûl û rêça şûra ya şer’î û hurriyeta şer’î bi wan bidim ezberkirin. Heger ne miribin bira fam bikn. Belê, kesên ku bi quwweta îstîbdadê hatine xwedîkirin ewana ketin. Bes di nav wan de kesên dîndar hene, em ji wan re teşekkur dikin; hinekî keslan hene, em ji wan şîkayet dikin; hinekî heyirîmayî hene em dixwazin wan îrşad bikin; hinekî jî mirî hene, em dixwazin mîrasa wan muhafeze bikin. Ji bo ku hinik zalimên nû dernekevin.”
Di hengama ku îstîbdad rabû û ‘edaleta şer’î xwe nîşan da gelek cûrê însanên me her yek bi şeklekî tesir li wan çêbû. Lazim e vana neyên jibîrkirin. Her yek li gora halê wan mu’amele û çareserî ji wan re lazim e, da ku qîmetê şûra ya şer’î were fêmkirin û zalimnî din dernekevin.
S: - “Çewa yanî?” Kî ne van zaliman?
C: - “Ez ditirsim ewanê ku ne ehl in û de’wa şêxîtî û seyidtiyê dikin li nav ‘eşîran bigerin û ji serokên ‘eşîran re bêjin em ê hev in û mîrasa wan werbigrin û bibin belayekî duserî û mezin li ser serê me.”
Xwe şêx bidin nîşandan û bêjin “em hevalên serokên we yên berê bûn” û wê mirasa zalimên mirî dîsa sağ bikin. Talûka herî mezin ev e.
“Çimkî cehaleta we ya kor û îta’eta we ya bikoranî hukmê tanasuxê dide ağatiyû zordariyê.”
Nezaniya we dibe sebebê ku rihê zordari ya mirî derbasî şêx û seyidên sexte bibe. Îja wê zordariya şêx û seyidan ê neehil dest pê bike.
“Yanî zordariya di sûretê ağatiyê de ku bimre wê di qalibê efendîtiyê de yan jî di cismê teşeyyuxê de yan jî di şeklê esilzadetiyê de bi rih bibe.” Tirsa min ji vê ye.
“De îja meqseda min ev e. Ez dibêjim: Ew meyla ağatiyê û xwestina zordariyê û heskirina serokantiyê ezê wisa bikujim ku heta bi qiyametê gerek ranebe.”