Wellah ji herdu ‘aleman min husnê canan e ğered
Lew min ji husna dilberan her sun’ê Rehman e ğered
Yek ji wan zatên ku îro pêwistiya me gelek zêde bi naskirina wî heye bê şubhe Melayê Cizîri ye. Melayê Cizîrî di serdema xwe de maddî û me’newî li ser însanan tesîr hiştiye, pêşiya wan ronî kiriye, kurt û kêmasiyên wan te’mir kiriye. Di roja me de bi heqî nehatibe naskirin ev qusûr û kêmasiyek e ji me re. Heger şexsiyeta wî ya tesewwûfî û batinî, ‘alema wî ya fikrî û ‘irfanî û meşrebê wî were naskirin û wek projê were qebûlkirin pirsgirêkên me yên sereke wê bên çaraserkirin û nemînin.
Ji bo ku Mela were naskirin helbet lazim e qesîde, ğezel, şi’r û terkîbên wî yên di dîwana wî de werin tedqîqkirin. Bi vî şeklî ‘alema wî ya fikrî, kûrahî û berfirehîya wî ya me’newî wê derkeve holê. Her îstîlah û remzeke ku bi kar aniye, her te’bîr û terkîb û kelîmeya ku pê xeber daye, her îstî’are û mecaza ku îfade kiriye di vî warî de gelek girîng in. Zimanê ku bi kar aniye û hudûd û xusûsên zimanê wî, wî xweşik dide naskirin.
Medreseya Mela çi ye?
Mela bi hemû meşreb û meslekên Îslamî re rabûye û rûniştiye. Ji vanan hemûyan di tesewwûfê de qerar sitendiye. Yanî Mela “sûfî” ye, meşreba wî “tesewwûf” e. Di tesewwûfê de jî li ser fikra “îşraqî” ye. Tesewwûf, ne ‘elaqebirîna ji xelkê ye, ne meşğûliyeta bi şexsê xwe tenê re û terka civakê ye. Belkî tesewwûf di nav ummetê de wek rih e, can e, havênê muhebbet û dilşadiya dunya û axretê ye, bi bal pêkanîna ferzan û terka gunehan ve teblîğ û îrşada li xelkê ye.Di destpêka belavbûna Îslamê de li welatan kesên ku pêşkêşiya vî karî kirine mutesewwûf bûne. Mutesewwûfan ne şev ne roj ji xwe re hiştine welat bi welat geriyane û ji bo dilşadiya însanan xebitîne.
Secdeya ber eswedan nadim bi sed hec ekberan
Sond bi wan zulfan û xalan heçwekî bêjim we ye
Di Mela de tesewwûf û îşraqiyet du cewher in ku hevdû temam dikin. Meriv dikare bibêje tesewwûf meslek e yan jî rê ye, îşarqiyet jî ji bo wê riyê fikr û hîkmet e. Me’naya îşraqê di luğet de derketina rojê ye. Di îstîlaha tesewwûfî de ronîbûna qelb e, zanîna keşf û zewqê ye. Yanî di tebî’etê însan de ronayî heye, ronayiya ku pê heqîqeta bibîne heye. Mutesewwûf jî dibin wesîle ku ew ronahî di însan de xwe nîşan bide. Wek roja ku dertê, wek ava ku diherike bê zor û zehmetî însan îrşad dibin. Însan ku talibê ronayî ye, talibê dilşadiyê ye, dema dîwana Mela dixwîne damarên fitreta wî dilebitin, wek roja ku dertê û dunyayê ronî dike, bi şi’rên Mela hindirê wî ronî dibe.
Ji ‘ebdan re hatiye emirkirin ku li hember hukm û selteneta Rebbê xwe îta’et bikin, jê re îbadet bikin. Lê di meslekê Mela de cebr û îkrah tune ye. Çimkî tesewwûf ‘eşq û muhebbetê dixe vê îta’etê. ‘Ebd bi hezkirineke qelbî û bi ‘aşiqtî berê xwe dide Rebbê xwe û bi vê riyê bi Xwedê ve tê girêdan. Sûfî ji ‘eqil zêdetir bi dil Xwedê nas dike. Di dilê sûfî de Xweda me’şûq e, dildar e, rih e, beden e, can e, cewher e. Xweda di kelîma “eqil” de hilnayê, nayê hepiskirin, ne tişteki ye ku tu karibî bi delîlên ‘eqlî wî îsbat bikî. Belkî Ew ji her tiştî re dibe delîl û burhan, ji her mewcûdî re dibe sebebê hebûnê. Munasebeta di navbêna Xaliq û mexlûq de jî ‘eşq e, hezkirin e, xweşkayî ye. Hinik mutesewwûf vê ‘eşqê bi “muhebbet”, “şewq”, “uns”, “riza” yê jî îfade dikin. Ev ‘işqa tesewwûfî ku Mela bi quwettirîn yek ji mumessilê wê ye, di tu dîn û fikrên din de tune ye.
Tu’j Melayî her bipirs esrarê ‘işqê hel dikit
Vê mu’emmayê çi zanin sed mela û muste’id
Nêrîna Mela li dunyayê jî ev e: Bi zimanekî tesewwûfî û bi balkêş dide îfadekirin ku ev kaînat û tiştên di nav de di eslê xwe de xiyal in, nabe ku meriv qelbê xwe bi wan ve girê bide. Hemû mewcûdat berê xwe dane Rebbul’alemîn. Ji bo dilşadiyê lazim e ku însan jî berê xwe bidin Wî.
‘Aşiq ew e, dilber ew e, zahir ew e, mezher ew e
Rûh û beden gewher ew e, d-her şahidek durdane da
Yek ji tesîr û fêkiyên tesewwûfê jî ev e ku ‘urf û ‘adetên millet û qewman û ziman û edebiyata wan pêş de dibe. Bi saya mesleka tesewwûfê hemû xelk û qewmên Musluman bûne xwedîyê edebiyateke taybet. Li mintiqeya Kurdan zimanê medreseyan Kurdî bû. Ev jî dibû wesîle ku zimanê Kurdî xwe muhafeze bike û pêş de biçe. Ji hêla din ve şi’r û edebiyat jî bi tesewwûfê pêş de çûye. Çimkî şi’r û tesewwûf di mecaz, remz û îşaretan de dişibihin hev. Ji bo famkirin û gihaştina heqîqetê, bi taybet jî fêmkirina tesewwûfê, tiştekî ji şi’rê bi qewettir tune ye. Dema em bala xwe didin klasîkan em dibînin ku hemû jî berhemên tesewwûfê ne. Ji dîwana Mela, a Xanî, Feqîyê Teyran û Bateyî bigirin heta bi van demên paşî hemû dîwan ji tesewwûfê peyda bûne. Ji xwe navê “dîwan” bi xwe jî di îstîlaha tesewwûfê de bi me’naya ciyê civîna murîdan a li dora şêx e. Bes ji hêla ziman û edebiyata Kurdî ve di nav hemû dîwanan de dîwana Mela wek şaheserekê hatiye qebûlkirin. Di zimanê ‘Erebî de Îbnul Farid, di zimanê Farisî de Hafizê Şîrazî, Mewlana Camî û Mewlana Celaleddîn, di zimanê Tirkî de jî Xoce Ehmed Yesewî, Yûnus Emre û Fuzûlî çi bin di zimanê Kurdî de jî Mela ew e.
Ji bona Mela jî tesewwûf û şi’r du heb me’den in ku ji hev venaqetin, wek goşt û nenûk bi hev ve mezc bûne. Zimanê tesewwûfê ji bona Mela bûye wesîle ku hissiyatên xwe yên hûr û kûr û şexsiyeta xwe ya fikrî îfade bike. Dema meriv dîwana wî dixwîne ‘alema wî ya fikrî û kûrahîya wî ya tesewwurî meriv kare îdrak bike. Ji ber ku ev hemû berhemên tesewwûfê ne heta ku meriv tesewwûfê hîn neke meriv nikare van berheman fêm jî bike. Ji dervayê mesleka tesewwûfê dema meriv li dîwana Mela binihêre meriv dê gelek netîceyên tewş jê derxe.
Bi î’tîbar netîce: Mela ‘aşiqekî Rebbanî bûye. Vê ‘işqa xwe bi zimanekî tesewwûfî di qesîde û şi’rên xwe de aniye ziman da ku hem ji nî’metên Xudê re şukr bike hem jî însan jê îstîfade bikin. Mela, digel ku bi zimanên din zanibû jî şi’rên xwe bi zimanê Kurdî nivîsîye. Zimanê Kurdî di şi’ra tesewwûfê de bi hostayiyeke mukemmel bi kar aniye ku dîwana wî di dunyayê de wek şaheser hatiye qebûlkirin. Da’wedarên huqûqa însanan û xebatkarên xelkan yên roja me muhtacê naskirina Melayê Cizîrî û projeya wî ya çareseriya dilşadiyê ne. Çimkî Mela bi hemû wesfên xwe ji însanan re rêberekî me’newî yê gelek biquwwet e ku bi heqî neyatiye naskirin.
Medreseya Mela, projeya wî ye ku li ser esasê meslek û fikr û tesewwûra wî hatiye avakirin. Dîwana wî vê medresê di xwe de dihewîne. Digel ku bi çend caran hatiye çapkirin, hatiye şerhkirin, bi ‘Erebî, Farisî, Tirkî, Soranî û Rûsî hatiye tercumekirin û şerhkirin jî baş nehatiye naskirin. Bes musteşriqan (oryantalist) gelek îhtimam pê kirine, birine welatê xwe Ewrûpa û li wir çap kirine û wek xezîneyekê ew muhafeze kirine.
Hemû qewmên Musluman, di serî de jî qewmê Kurd muhtacê naskirin û îhyakirina Medreseya Mela ne..