Merheba ji we teva re! Em dîsa bi hevre ne. Ez halê we napirsim vê carê. Ez zanim kêfa we li cî ye. Lewra em ketin mewsîma havînê. Ji lew wûn pir kêfxweş in.
Lê tatîl û havîn çawa be û em li ku derê bin jî, tiştekî ku em jibîr nekin û nayê jibîrkirin heye di vê heyamê de! Herhalde we pê derxist! Dersa Qur’anê û çûna camiyê.
Zarok û ciwanên hêja û delal! Niha em, di heqê havînê de van gotinên pêşiyan ezber bikin. Ez me’neya wan ji we re nabêjim. Yên nizanibin, wunê ji mezinên xwe bipirsin.
Kevrê havînê, têxin binê kadînê
Ê ku jar e, havînan jî pê sar e.
Havîn çû ma zivistan.
Havîn bavê feqîran e.
Ne zivistana bê berf, ne jî havîna bê tav.
Ji havînê heta havînê, te rist cila mehînê, nebû bendê doxînê.
Zivistanê pez, havînê rez.
Hezîran, hezra teyran.
Sêzdehê Hezîranê, garisê ewwilîye.
Mehên Temmûz û Tebaxê, ecêb ku agir neket axê.
Temmûz e, kakil kete gûze.
Temmûz dipêje, Tebax dirêje.
Vêga jî em vê helbesta li ser Bîlalê Hebeş hatiye nivîsandin ezber bikin:
BÎLALÊ HEBEŞ
Ey koleyê Hebeşî
Li Mekkê giha xweşî
Çi mêrxasê dilgeşî
Dostê pêxember Bîlal
Tu kole û bê halî
Bi îşkencê dinalî
Dîlawer û delalî
Serferazî ey Bîlal
Te-j bo nûra Muhammed Ey Bîlal
Cefa kişand got “Ehed” “
Te-j bo ‘eşqa Muhammed “
Îşkence dî got “Ehed” “
Ji ber te îman anî
Bi Mûhammed mêranî
Muşrîka ferman danî
Dane îşkencê Bîlal
Te girê dan bi zomê
Razandin li ser qûmê
Di havîn fena Rûmê
Qamçî li te dan Bîlal
Kevirkî mezin anîn
Li ser sînga te danîn
Tirs û te’de kar anîn
Ji bo înkarê Bîlal
Lê bi navê Muhammed
Bi wî Xwedayê Ehed
Anî îman û eşhed
Bi “Ehed Ehed” Bîlal
Ew Xwedayê ‘alemê
Li te hate keremê
Te ji zulm û elemê
Xelas kirye ey Bîlal
Ebûbekîr dişîne
Sed dîrhemê datîne
Te ji muşrîk distîne
Te azad dike Bîlal
Delalên dila! Hûn dizanin, dê û pîrka zarokan, ji gedên biçûk re lorîkan dibêjin. Hem dilê wan xweş dikin, hem wan dielimînin şî’r û helbestê, hem wan aş dikin, bi wan dilîzin, hem jî qîmetê didin wan, ji bo pêşeroja wan ew li ser jîr û jêhatîbûnê diellimînin sebr û tebatê. Ji lew lorîk di dema zaroktiyê de weka dersên ewilîye. We jî gelek caran ji dayikan lorîk bihîstine. Niha li jêr yek ji bo we hatiye dayîn.
Gewra boza li gunî
Mîna kewa dixwînî
Xal jêr bûye xwazgînî
Zarokên ezîz! Niha jî ezê ji Rîsaleya Nûr ji peyva yekem, hîkaya du zilaman bibêjim ji we re:
“Di çola Erebên bedewî de zilamê ku seyahetê bike, jê re lazim e ku navê reîsê qebîlekê hilîne û bi wî navî têkeve bin hîmaya wî reîsî, da ku ji şerrê şeqî û rêbirran xelas bibe û pêdivîyên xwe peyde bike. Yan na bi tena serê xwe, li hember dijmin û hewceyîyên xwe yên bêhed ewê perîşan bibe.
A ji bo seyaheteke wiha du zilam derdikevin çol û sahrayê, bi rê dikevin. Yek ji wan mutewazî bû. Ê din mexrûr bû.
Yê mutewazî navê reîsekî girt û derket rê. Yê mexrûr û qurre negirt. Yê girt, li her derê bi selamet geriya. Dema li rêbirrekî rast dihat, digot “Ez bi navî fîlan reîsî digerim.” Rêbir dev jê diqeriya. Dema têketa konekî, bi wî navî rêz û hurmet didît.
Lê yê mexrûr di temamê seyaheta xwe de belayên wiha dîtin ku nayên gotin. Daîma diterpilî, diricifî, destê xwe li ber însanan vedikir û parsekî dikir. Hem zelîl bû, hem jî rezîl bû.
Ey nefsa minî mexrûr! Tu ew kesê derketiye seyahetê yî. Ev dinya çolek e. Ecz û feqîrtiya te bêhed e. Dijmin û pêdivîyên te bêdawî ne. Madem wihaye. Tu navê Malikê ebedî û hakimê ezelî yê vê çolê bigre, da ku ji parsekiya temamê kaînatê û ji ricifîna li ber her hadîseyê xelas bibî.”
Ez dibêjim kêfa we ji hîkayê re hat. Belê hinekî kin bû. Lê meqsed muhîm e. Ders û îbret girîng in. Hîkaye ji bo hişyariya însan, hinek tiştan tîne ber çavan.
Ezîzên dila! Min got ez halê we napirsim. Lê ezê halê ders û xwendin û elimandina we bipirsim. Ku qarnê û notên we baş û serkeftî bin, we bi derence û jêhatî sinif û dersên xwe derbas kiribe, ‘eferîn ji we re. Jixwe wun jêhatîne, ne hewceye ez bêjim.
Lê jêhatî û zîrekbûn, wesfê zarokên biîmanin. Hûn jî zanin, Xweda û Resûlê wî ji jîr û jêhatiyan hez dikin. Em li ders û xwendina xwe nexebitin, emê ji xwe re û ji mezin û mala xwe re jî bibin derd û bar. Lê ger em jîr û jêhatî bin, em îcar ji wan re dibin wesîla şahîw û bextewariyê.
Ji lew divê em di ders û xwendina xwe de jîr û jêhatî bin û tiştên hîn bûn jî, em jibîr nekin. Sibê du sib ewê dîsa ji me re lazim bibin.
Ciwanên hêja! Şîret şîret e, çi ji mezinan çi ji biçûkan, ser çavan ser seran.
Tatîla me li ger û seyrana, li deşt û zozana, li gund û bajara, li ber berx û kara, li nav kar û dikana derbas bibe jî, lazime em dev ji xwendina xwe ya Qur’anê, elimandina dînê xwe bernedin. Hûn jixwe dizanin, havînan dersa Qur’anê li camiyan dest pê dike.