Yehya ÊZDARÎ
Seyyîd ‘Eliyê Fındikî (rh.‘e) di dîwana xwe de li ser dostaniyê pir sekinîye. Di dîwana wî de nêzî deh qesîdeyên li ser dostaniyê hene. Di van qesîdeyan de Findikî bi piranî gazin û şikayetên xwe yên ji dostaniya derewîn aniye ziman. Dostaniya sexte û heqîqî daye ber hev. Di hişê wî de her tim dostanîyeke mukemmel heye. Li gorî wî dostanî meqameke wilo bilind e ku mirov ancax bi rastî û durustiyê dikare bighêje wê. Her wiha “dostaniya ehlê dewrê” rexne dike û dibêje ku mirov ewlehiya xwe pê neyne. “Tu baweriyê bi dostê zeman tînî. Lê tu dibînî ku di weqteke hindik de xaîntî bi te re kir û berê xwe ji te zîvirand.” Seydayê Findikî dibêje ku ev dostaniya bi sixtekarî li cem herkesî peyda dibe û weha dibêje:
Cem kes nema bextê temam
Ağa bibin yan jî ğulam
Ha me’mûmî bî ha îmam
Nînin ji ğeyrî rehtiyê
Seyda (rh.‘e) dibêje ku dostaniya ehlê zeman, ewwil dostan nêzîkî hev dike, peyre vê dostaniyê jibo neyartiyê bikar tîne. Jibo dostê dewrê dibeje ku soz jî nemaye. Soza ku didin, bi cih naynîn. Ji destê van dostên nerast, xelasî û rev hew bibal Xweda ve ye. Encax Xweda Teala me ji destê wan xelas bike. Gotina wî pir balkêşe:
Emnîyet nîne li ser dostaniya ehlê zemên
Pir ecêb û pir ğerîbe rêz û resma ew dikin
Îro dost in ew ji hevra can fîda
Roja paşî tu dinêrî erzûhala lev didin
Ji ber vê dostaniya derew û bi hîlebazî, dibêje ku dubendî ketiye nav alemê û bihev ketine. Heqîqeten jî berî ku siyaset li herêma me hewqasî bela bibe, carna bi eşîran bi bavikan millet dikete ber hev û şer û pevçûnên mezin çêdibûn. Di van pevçûnan de kuştin jî çêdibûn. Piştre diçûne cem şêx û melan ji bona sulhê. Niha jî şer û pevçûnên bi vî rengî carna diqewimin. Seyyîd ‘Elî tîne vê me’neyê ku ev şer û pevçûn ji bêbextî, nesekna li ser soza xwe û ji dostaniya sexte diqewimin. Ji lew dibêje:
Tu dinêrî ew kesê muteber û bi nav û deng
Xatirê qevdek ji pûşê bêkemal hev dikujin
Têne nik şêx û mela goya ku ew sulhê bikin
Halbûkî kengî bi ya şêx û mela dikin
Her wiha Seyda dibêje ku dostaniya ehlê zemên, jibo menfîetê ye, ne jibo Xwedê ye. Dibêje “di vê dewrê de tu li dostê heqîqî bigerî, tu wan peyde nakî. Di vê dewrê de ji Xwedayê Teala pê ve tu dostê heqîqî nînin”
Kesê vê weqtê bixwaze dostê safî
Ji Xweda pê ve bila bawerke mafî
Ne ‘Emr e, ne Bekr e, ew ne Zeyd e
Ne Xalid ew ne Bişr e, ne ‘Ûbeyd e
Tu nabînî ji ğeyrî dostê feyde
Eger feyde nebîne wê biğeyde
Di van beytên qesîdeyên Seyda Seyyîd ‘Eliyê Findikî (rh.‘e) de gelek ders û ‘îbretên em bigrin hene. Lazim e ku esasê dostanî û biratiyê, li ser biratiya Îslamê ava bibe. Dostanî û biratiya ku Îslam nîşanî me dide, mukafata wê li vê dunyayê nayê xwestin. Ji lew dostaniya jibo Xwedê li vê dunyayê li menfîetekê nagere. Soza ku te ji birayê xwe yê Musluman re da, lazim e li ser bisekinî, zanibe ku tu vê sozê xera bike, ewê bibe ‘elametê munafiqtiyê û sebebê ‘ezabê axretê. Hem Îslam emrê me dike ku em temamê Muslumana bira zanibin. Feyda birayê xwe feyda xwe bibînin. Seyda bala me dikşîne ser biratiya Îslame; dostaniya sexte ku Seyda jê şikayet dike, dostaniya cahilî ye, bingeha wê nîne, ne daimîye.