Dîsa merheba ji we re û ji mezinên we re! Selama Xwedê li ser we be. Rûyê we geş, dema we xweş, zihna we zîrek, tevger û qîmeta we, bi edeb û gelek be.
Ezîzên dê û bavan! Em di demsala biharê de ne.
Bihar li ber dilê însanan tim xweş û şên e. Mîna ciwanîyê, dar û ber, newal û guher, terr û teze, şîn û nû dibin. Dar gupik û xonçe û bişkok vedikin, çîçek û kulîlkan didin. Baxçe û rez, bi darên behîv û mişmişan, bi kulîlkên sipî û sor û mor dixemilin. Cemre dikeve hewa û av û axê, dest pê dike dema birîn û kesaxê. Bilbizêk û berfîn, nêrgîs û nesrîn der tên. Dengê bilbil û kew û kerrolan, alan dike li deşt û zinar û newalan. Kanî der tên, çem û robar diherikin. Legleg û hechecik vedigerin ser hêlînên xwe; mîh û bizin ji bo dankirinê diçin nav berx û karikên xwe. Welhasil rez û bez, ajal û newal, xebat û nebat candar dibe ji nû ve.
Bihar xweş û geş e, rengîn û zengîn e, can û candar e, lê zarokên ezîz û delal! Bihar; bi zafera ehlê Ğezzeyê, bi dilşadîya ehlê Ğezzeyê, bi geşbûn û avabûna Ğezzeyê xweş û şahî ye. Ger zarok û dê û bavên Ğezzeyê, bi fedl û lutf û kerema Xweda şad bin, wê çaxê ji me re jî bihar e. Dema heyf û xwîna mezlûmên Ğezzeyê, ji sîyonîstê mel’ûn Îsraîlê bê stendin, emê bikin bihar. Wexta siyonîst Îsraîl zelîl, helak û xusran bû, dawî li sîyonîst Îsraîlê û li zulma wê hat, Ğezze û Qudsa Şerîf û temamê erda Filîstînê bi Îslamê azad û xelas bûn, ew dem ji me re dibe bihara heqîqî.
Delal û berxikên ber dilê dîya xwe!
Hûn halê zarokên Ğezzeyê dibînin û dizanin. Ji lew lazim e xilç û gulçanê we, nifirên li siyonîst Îsraîlê bin; kardîyû kerengên we, duayên ji ehlê Ğezzeyê re bin; kuvark û dolberanên we, alîkarîyên ji bo Ğezzeyê bin.
li ser bafirok û teyarokên we, peyv û sloganên ji bo desteka Ğezzeyê hebin. Ji lew de ka helbesta li jêr bixwînin.
Zarok û ciwanên delal! Vêga em ji Mesnewîya Mewlana vê hîkayeyê bixwînin.
Text û Cennet?
Îbrahîm Edhem, padîşahê bajarê Belxê bû. Şevekê li ser sedîrê, xwe dirêj kirîye. Piştî demekê lê dinêre ku ji ser xênî, dengê teqereqê tê. Ji xwe re dibêje: “Heye tune hinek li ser xênî nin.” Rabû serê xwe di pacê re derxist û bi hêrs got: “Îşev kî li ser xênî çi dike? Ma bi çi cesaretî çûne ser serayê?”
Kesekî ku berî niha li tu cîyê nehatibû dîtin, serê xwe dirêjî xwarê kir û weha got: “Ez li tiştê min wenda kirîye digerim?” Îbrahîm Edhem got: “Ma te çi wenda kirîye?” Wî jî got: “Min deva xwe wenda kirîye. Ez lê digerim.”
Îbrahîm Edhem, li cewaba wî şaş ma û bi heyirî got: “Ev çi ecêb e? Ma meriv li ser serayê li deva digere?” Kesê han jî weha got: “Ma meriv li ser textê seltenetê, li Xwedê û cennetê digere?”
Piştî vê gotinê, Îbrahîm Edhem mesele fêm kir û dev ji seltenetê berda û bi çolan ket, derwêşî kir heta ku bû sultanê îrfanê.
Ezîzên dê û bavan! Niha jî emê me’na van gotinan biellimin.
Derew dijminê Xweda ye. Ev gotina pêşîya ye. Lazim e meriv derewan neke. Gava meriv tiştek got, divê meriv rast bibêje. Tu qîmeta derewçînan li ba Xweda tuneye.
Xweda dibêje li te cahd, li min mirad. Ev jî gotina pêşîyaye. Meriv ji bo qencî û xêrê cehd û ğîretê bike, Rebbê me jî meriv dighîne meqsed û mirada meriv. Kesê ji bo Xweda bixebite ewê Xweda lê qencîyê bike.
Das a Wî ye, dahl a Wî ye. Evya jî gotineke pêşîya ye. Yanî das jî a Xweda ye, dahl û daristan jî a Xweda ye. Li ser bawerîya mirin û qederê tê gotin. Ji her kesî re umrek heye. Dema qedera wî bê, ewê koç bike. Kes nikare ji emrê Xweda re jî îtîraz bike. Lewra her tişt mulkê Wîye.
Zarokên hêja, niha de ka cewabê wan mamik û têderxistinokan bidin.
1. Fetlek gîya, li pişta çîya
2. Kofîya jinxalê, gêr bû newalê
3. Hespê qer, berx li ber
4. Apikê sincik, baz da quncik
5. Darek, ser darê hinarek, ser hinarê gopalek, ser gopalê ristek, ser ristê bihostek
6. Hespê şê, baz da hewşê
7. Sênîya savarê, ser guhê darê
8. Çûm serê zinarek, dikutim bizmarek, deng diçe hezarek
9. Difire bask tuneye, vedide ling tuneye, şîr heye guhan tuneye
10. Hin ji min hin ji bizin, hin ji gayê mezin, tev bi min ra dibezin
Zarok û ciwanên delal! Ez hal û rewşa we napirsim, lê ji Xweda hêvî dikim ku hûn baş û rihet û li ser xwe bin.
Selama Xweda li ser we teva be.
Sihhet nî’met e, lê qatem bin; ciwanî xezîne ye, qîmeta wê zanibin; rastî xelasî ye, bi rasta re bin; dê û bav dana Xwedê ye, ji wan re hurmetkar bin; îman û Qur’an cennet in, xwe jê nekin; hevalê baş lutfek e, pê re bin; kar û xebat bereket e, lê sist nebin; nimêj û mizgfet sitarî ye, her wext amade bin.
Heta mewsîmeke din, emanetî Xweda bin.
Cewabên tiştanokan
1. Por 2. Pişkul 3. Petêx 4. Mişk 5. Teşî 6. Kêç 7. Hinar 8. Dengê ‘ewran 9. Kereng 10. Çarox