Gelî zarokên hêja û delal! Xwedayê Tea’la du ‘îdên pîroz û mubarek dane me. Ji wan yek ‘Îda Remezanêye ku em piştî meha rojîya remezanê dikin ‘îd. A din jî ‘Îda Qurbanêye. Ez dibêjim hûn tev dizanin ku ‘îda qurbanê ji mesela Hz. Îbrahîm pêxember û kurê wî Hz. Îsmaîl tê.
Hz. Îbrahîm dixwaze tiştê herî şêrîn ê liber dilê xwe ji Xweda re bike qurban. Xweda jî bi xewnê pê dide zanîn kurê wî Hz. Îsmaîl dixwaze. Ew jî hewl dide ku kurê xwe ji Xweda re bike qurban. Lê kêr sitûyê Hz. Îsmaîl jê nake. Xweda bi vî awayî bi Hz. Îbrahîm dide fêmkirin ku qurbana wî qebûl kiriye û di bedêla Hz. Îsmaîl de jê re beranê ku Hz. Habîl qurbanî Xwedayê Teala kiribû dişîne. Ew jî ew beran dikin qurban.
Musluman ji bona van tiştan di ‘îda qurbanê de heywanan serjê dikin, ji Xweda re dikin qurban:
- Ji bona hezkirina Xweda
- Ji bona nêzîbûna Xweda
- Ji bona bibîranîna Hz. Îbrahîm û Hz. Îsmaîl
- Ji bona kêfxweşîya xelasbûna Hz. Îsmaîl ji qurbanbûnê
- ji bona bicîanîna sunneta pêxemberê me Hz. Mûhemmed (s.‘e.w)
Gelî zarokan! Vêga cewabên van pirsan bidin:
1- ‘Îda qurbanê di kîjan meha hîcrî de ye?
2- ‘Îda qurbanê di roja çendan a vê mehê de destpê dike?
3- ‘Îda qurbanê çend roj in?
4- Ji heywanê ku di îda qurbanê de tê serjêkirin re çi tê gotin?
5- Meriv goştê qurbanan çawa dike?
6- Di ‘îda qurbanê de sewta (dengê) herî xweş çiye?
7- Lafzên vê dengî çiye?
8- Kengî tê gotin?
9- Kê gotiye “Ez kurê du zilamên qurbanîme”?
10- Ev herdû zilam kînin?
(1- Zîlhîcce, 2- Di roja dehan de, 3- Çar roj in, 4- Boraq, qurban, 5- Meriv bike sê paran, yekê li cîran û eqrebeyan, yekê li feqîran belav bike, a mayî jî ji xwe re bihêle gelek bixêre. 6- Dengê tekbîrên teşrîqêye. 7- Allahû Ekber, Allahû Ekber, Laîlahe îllallah, wellahû ekber, Allahû ekber, welîllahîl hemd. 8- Ji nimêja sibeha roja ‘erefê destpê dike, heta nimêja ‘esrê ya roja çaran a ‘îdê dewam dike ku piştî ferzê nimêjên wextê tê gotin. Di dema serjêkirina boraqan de jî tê gotin. 9- Pêğemberê me Hz. Mûhemmed (s.‘e.w) 10- ‘Ebdullahê bavê pêxemberê me û ji ceddên pêxemberê me Hz. Îsmaîl)
Îja em me’na van gotinan hîn bibin.
“Yek bi yekîye, herdû bi Xwedêne”: Ev gotina pêşîyan jibo kal û pîrê yextîyar tê gotin. Herdû bi alîkariya hev li ser pîya dimînin û dijîn û disitirin. Hewceyê alîkarî û xizmetêne. Li hêvîya rehma Xwedêne. Tu kes alîkariya wan neke, ewê perîşan û şerpeze bibin.
Gelî zarokan! Hûn kesên weha yextîyar li derûdora xwe carna dibînin. Divê meriv xatrê wan zanibe û alîkariya wan bike. Lewra Xweda bi xatrê yextîyaran, bela û mûsîbetan ji meriv dûr dike.
“Liber tayê tolikê direqise” Ev îdyom ji bo kesên kêfokî re tê gotin. Tu bihane tune be jî, yan jî bi sebebekî pir biçûk jî dikarin bireqisin, kêf û qeşmeriyan bikin. Li meydanê tu sebeb û mesele tune be jî xwe li qeşmeriyan digrin, xwe davêjin nav şên û gengeşîyê, zû tên ğeleyanê.
Zaroknê delal! Em li hal û hereketên xwe dîqet bikin, bila kes henekê xwe bi peyv û tewrên me nekin. Bila qeşmerî û beradayî dûrî me be. Lewra zarokên efendî û baqil û zana û bîrbir, li cem Xweda û însanan biqîmetin.