Te’ma Teva Yeke
Rojekê Nesreddîn Xoce, bi zembîlek tirî li ser kerê xwe ji nav rez vedigere. Kêliya wê bighê malê, zarok dor wî digrin û her yek jê tirî dixwaze. Xoce difikire, zarokan dijmêre û ji xwe re dibê “Ez her yekî gurşiyekê bidimê, ewê ji min re tirî nemîne”
Xoce radibe gurşiyekê ji zembîl derdixe û her zarokekî hebeke tirî didê. Zarok li hebên tirî dinêrin û ji wan yek dibêje “Xoca! Ev ne hindike gelo?” Xoce jî heman cewaba wî dide:
“Xalên bavê xwe! Ha hebek, ha deh heb! Çi ferq dike. Ma te’ma teva ne yeke?”
Zarok û ciwanên delal!
Ger we ev çîrok ecibandin, ders û şîretê tê de ji xwe re hilanîn, niha di heqê payîzê de em guh bidin van gotinên pêşîyan:
Mastê payîzan, bidin ber ezîzan: Payîzê, katix bi qîmet û qenc dibe.
Payîz bi nîşane, wextê dawetane: Ji ber ku di payîzê de kar hinekî kêm dibe, de’wet zêde dibin.
Payîzê gote çîya, bila rêwî ranewestin li ser rîya: Payîzê, rewşa hewayê bellî nabe. Haydar dike.
Payîz hat, mitêlên sêwîyan qetiyan: Payîzê ber û zekata wan zêde dibe, gerok û xwestin jî pir dibin.
Payîzê li me kir gazî, dar man rût û tazî: Haydar dike ku zivistan nêz dibe, hazirî lazime.
Zarokên hêja!
Vêga jî em hinekî exlaqê pêxemberê me hîn bibin.
1. Pêxemberê me digot “Cennet di bin lingê dêyan de ye.” û qencî û îkrama li dê û bavan, şefqeta ji wan re û ji wan xwestina dua xêrê tewsîye û şîret dikir.
2. Pêxemberê me dema ji kesekî re we’d û soz dida, muheqqeq soza xwe dianî cî.
3. Dema jê tiştek dihat xwestin nedigo na. Ku kariba bikira, muheqqeq alîkarî dikir.
4. Pêxemberê me weka di her karê xêrê de, bi besmeleyê û bi destê rastê dest bi kirîn û karê danûstendinê dikir.
5. Dema dipişkîya digot “Elhemdûlîllah: Hemd ji Allah re be” û tewsîye dikir ku kesê vê gotinê bibihîze bila bêje “Yerhemukellah: Allah li te merhametê bike” û paşê digot “Yehdîna we yehdîkumullah: Allah hîdayetê bide me û we”
Delalên şêrîn!
Berî em xatir ji we bixwazin, em çend şîretên din jî bikin.
Li sihhet û paqijîya xwe qatem bin.
Di ders û xwendina xwe de jêhatî bin.
Xwendina xwe ya Qur’anê û kirina limêja xwe bêkêmanî dewam bikin.
Xatrê dê û bavê xwe zanibin.
Bennî û bastêqa xwe ji zivistanê re bihêlin.
Berrûyên xwe têxin bin axê ji bo hûn zivistanê li ser sobe û êgir biqemirînin û bi bastêqê re bixun.
Guhîj û te’ewan bixun, lê dendikên xwe li malê û li sinif û mektebê li der û dor belav nekin.
Peyv û kelîmeyên li jor, we kîjan fêm nekir, ji mezinê xwe re bipirsin.
Hetta hejmareke din emanetî Xwedê bin, şad û bextiyar bin.