Meha remezanê tê çi maneyê?
Li gor dînê Îslamê, meha Remezanê wek siltana 11 mehan tê binavkirin.
Lewra di vê mehê de Xweda rehmet û bereketa xwe dişîne dinyayê, şeytanê kor û le’în tê girêdan, Qur’ana Kerîm di vê mehê de hatiye şandin û ev meh wek meha Qur’anê jî tê zanîn.
Dîsa rojîgirtin yek ji şertên Îslamê ye û di vê mehê de tê girtin.
Ayetên Qurana Kerîm ên ewil di vê meha Remezanê de di şeva Leyletul Qedrê de nazil bûne.
Şeva Leyletul Qedrê di kîjan şevê de ye raste rast nehatiye eşkere kirin, encax 27ê Remezanê wek şeva Leyletul Qedrê tê qebûlkirin. Ev şeva mubarek di Quranê, sureya Qedrê de weha derbas dibe:
“Bê şik-şubhe me Quran di şeva Leyletul Qedrê de danî-nazil kir. Şeva Leyletul Qedrê ji hezar mehan bi xêrtire.”
Paşîv (sahor) çiye?
Di meha Remezanê de kesên rojîyê digrin, berîya roj hilê di saeteke binîşan-belî de xwarinê dixwin. Ji wexta vê xwarinê re tê gotin paşîv.
Fitar çiye?
Dema kesên rojîgirtî, piştî azana mexrîbê rojiya xwe vedikin, jê re fitarî tê gotin. Yanî rojîger difitirin.
PIRS Û BERSIV
Zarokên hêja! Wek tê bîra we di hejmara xwe ya berî niha de me hinek pirs ji we pirsî bûn, encax me bersivên wan nedabûn. Vê carê emê hem bipirsin û hem jî li jêr cewabên wan bidin. Lewra ev pirs û cewabên wan gelekî muhîmin. Divê hûn jiber bikin. Dema hûn çûn bal hevalên xwe, an jî di malê de ji ferdên malbatê re hem bipirsin û hem jî bersiva wan bidin. Bi vî şiklî wê di hişê we de baş cîh bigre. De haydê Bîsmîllah…
1) Gelo pêxemberê me ji milletekî tenê re hatiye şandin an ji hemî însanîyetê re?
2) Gelo wezîfeya Cibrîlê Emîn (milyaket Cebraîl) çiye?
3) Gelo wezîfeya Mikaîl çiye?
4) Gelo Îsrafîl bi çi wezîfedare?
5) Ma Ezraîl bi çi hatiye wezîfedarkirin?
6) Çar kitêbên mezin û pîroz kîjan in û ji kîjan pêxemberan re hatine şandin?
7) Çend heb Qendîl (şevên mubarek) henin?
8) Zikat çiye?
Cewab 1: Helbet ji hemî însanîyetê re hatiye şandin. Hetta ji alema cina re jî hatiye şandin.
Cewab 2: Ji pêxemberan re wehîy yanî emrê Xweda tîne.
Cewab 3: Bi hedîseyên di tebîetê de çêdibin û teqsîmkirina riziq re weîfedare.
Cewab 4: Wê di roja Qiyametê de pufî sûrê bike.
Cewab 5: Bi emr û destûra Xwedê rihê însên distîne. Ji xwe di nava xelkê me de jî navê wî wek “Rihustîn” tê zanîn.
Cewab 6: Tewrat ji hz. Musa (a.s.)re , Zebûr ji hz. Davud (a.s.) re, Încîl ji hz. Îsa (a.s.) re û Qur'ana Kerîm jî ji pêxemberê me hz. Mûhemmed Mûstefa ‘eleyhî selat û we selam re hatiye şandin.
Cewab 7: Pênc hebin.
Qendîla Mewlîdê: Şeva ku pêxemberê me hatiye dinyayê.
Qendîla Regaîbê: Ji ber ku di serê sê meha de yanê di hefteya ewil ya Recebê de tê îdrakkirin û maneya wê jî wek reğbet, xwestek tê zanîn di vê şevê de rehmet û meğfîreta Rebbê alemê bi ser dinyayê de dibare.
Qendîla Mîracê: Di vê şevê de pêğemberê me ‘eleyhî selam derketiye bal hizûra Xwedê te’ala.
Qendîla Beraetê: Di vê şevê de jî deriyê rehm û Kerema Xwedê tê vekirin û dûa û îbadet têne qebûlkirin.
Qendîla Leyletul Qedrê: Di vê şevê de Quran ji pêxemberê me ‘eleyhîs selam re nazil bûye.
Cewab 8: Zikat yek ji şertên Îslamê ye. Di Îslamê de li gor mîqtarê malekî zikat lê dikeve, divê vê zikata xwe derxin û bidin kesên mihtac û feqîr. Derbarê zikatê de ayet û hedîs pir in. Hûn dikarin bi berfirehî lê meyzînin.