Zarok û Ciwanên Delal!
Em di havînê de gerîyan, em çûn ser erd û baxçeyan. Me zad çinî, paleyî kir, çûn ser bêndera. Me avdana hewq û dexlan, baxçe û avîyan kir. Em çûn camîyan jibo dersa Qur’anê. Em ‘elimîn nimêj û xwendinê. Me carna kîtab xwendin. Me carna lîst û carna xebat kir. Carna pir germ bû, me xwe avêt hewd û çema. Carna jî hênik bû li ser xanîyû bin dara.
Min jibîr nekir. Me îda qurbanê jî pîroz kir. Wun hinek li ser boraqan sekinîn. We goştê boraqan belav kir li cîran û feqîran, we nas û meriv jî zîyaret kirin. Jixwe we hinekan goşt jî sor kir li ger û ser agir. Afîyeta canê we be. Ji we hinek çûn li bajar û cîyên tûrîstîk jî geryan. Di heqê tarîx û kes û deveran de hûn hînî gelek tiştan bûn. Lê we hew nêrî ku hat û hat û hat û sê meh tatîla we ya havînê bidawî hat. Belê ez jî zanim ku qedîna tatîlan ne bi dilê we ye. Lê tim tatîl nabe. Tatîl jibo hazirîya kar û tevgerek nû ye. Yan na tim tatîl ba, wê heyat tim seknî ba û bêqîmet ba.
Niha em ketin mewsîma payîzê. Wun jî zanin, payîz hezra zivistan e. Bi kar û baran e. Li alîkî çûna ser reza ye, çêkirina dims û bastêq û kesmew mewîj û bennîya ye. Gava yek di ber rez re derbas dibe, ji ehlê maserê re dibêje: Qawet be, bereket be. Ew jî dibên rehma Xwedê li dê û bavê te be, wer ser bereketê. Bîna dimsê ji mahserê difûre. Li alîkî dankutan e, ta’ma dano çiqas xweş e. Li alîkî çêkirina ava tirşê yanî salçeya malê ye. Li ser xanîya bîna ava tirşê jî pir xweş tê. Li alîkî din li ber pacew ser têla, hişkirina îsot û bacanê sor û bacanê reş e. Niha zêde nema ye, lê berê hevîr distran, dikirin şehîre û şehîreyên li ser xanîya hişkkirî, dixistin soba li ser agir, tê de diqemirandin. Şehîrê tu febrîqeyê weka wan xweş nedibû.
Li alîkî jî firrê xistina bafirok û teyara ye. Sê çitên li hev edilandî, bi hev girêdayî, naylon û şemedana li dora wan pêçandî, bi mêzîn û terrî… Gava li hewayê perîkên dora wê ba lê dixe û terrîya xwe kil dike û bilind dibe, meriv tayê wê berdide û li hewa ji meriv dûr dibe çiqas xweş e ne werê? Ê de haydê xeyal û dinya dilê xwe bi bafirok û teyara xwe bilindî ezmanan bikin.
Payîz e, kar û bar barîz e, lê hun jî zanin ku êdî mekteb dest pê dikin, çûna mektebê ye, xwendina kîtêb û sinifeke bilindtir e. Dîtina heval û mamoste û meellima ye. Çentew û defter û kinc û eşyayên we hazir bûne! Gelek baş e. Ji niha de Xweda zihna we qewî û zîrek bike. Lê mekteb dest pê bike, bila neyê hişê we ku hûnê dev ji dersa Qur’anê berdin. Dersa Qur’anê, çûna mizgeft û camîyê, kirna nimêjê, hînbûna dînê xwe û xwendina heyata pêxemberê me hz. Mûhemmed (selat û selamên Xweda li wî û li al û eshabên wî bin), her dem û weqt e. Ne jibo havînê yan jî dema zarokîyê tenê ye. Ji niha û pê de emê di her hejmarekê de qismekî heyata pêxemberê me têxin kovarê. Wunê bixwînin, ji xwe re bikin nimûne û jê ders û îbret derxin. Niha em qismê ewil didin.
EVÎNA PÊXEMBER - 1
WÎLADETA PÎROZ
Ellahumme sellî ‘ela seyyîdîna Mûhemmedîn we ‘ela alî seyyîdîna Mûhemmed.
- Mizgîn li te be ‘Ebdulmuttelîb! Mizgîn! - Ebdulmuttelîb! Amînê lawek anî!
Ebdulmuttelîb, li ber sîya Kabê, bi hevalên xwe re rûniştibû. Li ser vê mizgînê gelekî kêfxweş bû. Rûyê wî li ken vebû, hizûr hate dilê wî. Bi kelecan rabû, çû mala kurê xwe ‘Ebdullah. Nevîyê xwe xiste himbêza xwe, ew ramûsa, maçî kir, bêhn kir û got: “Ev nevîyê min, ew dê bi navûdeng be.”
20ê Nîsana 571ê Mîladî bû. Bi heyvê, 12ê Rebîulewwelê, ji rojan duşem bû. Amînê, kurekî weke hêyvê anîbû dinyê. Tew lawik, sunnetkirî bû jî. Ev rewş, pir kêm dihate dîtin.
Amîne, di şeşemîn meha ducanî ya xwe de, di xewna xwe de ditibû ku merivekî ji wê re wisa digot: “Amîne! Bizanibe ku tu, bixêrtirînê ‘aleman hildigre. Dema te ew anî, navê wî deyne Mûhemmed!”
Amînê, ev xewna xwe ji ‘Ebdulmuttelîb re got. ‘Ebdulmuttelîb gelekî ji vî navî hez kir. Di heftrokîbûna Pêxemberê me de, kalê Wî zîyafetek danî. Xwarinek ecêb zêde da. Merivek ji mêvanên zîyafetê pirsî û got:
- ‘Ebdulmuttelîb! Gelo te navê nevîyê xwe çi danîye?
- Min kir Mûhemmed.
- Gelo çima te ji bav û bapîrên xwe navê yekî lê nekir û te kir Mûhemmed?
- Mim kir Mûhemmed. Lewra ez dixwazim ku li jor Xweda, li erdê jî însan, Wî bipesinînin, methê Wî bikin.
Şîret
-Pêxemberê me, pêxemberê dawîn e.
-Ê ku herî zêde layiqî navê Mûhemmed, Pêxemberê me ye.
-Pêxemberê me, bisêwîtî hate dinyê.
-Nûr û ronahîya vê alema ha, Pêxemberê me ye.
-Baş e, wekî din meriv dikare çi şîretan jê bigre?
Zarokên delal!
Hûn zanin dê ji zarokên xwe pir hez dikin. Li ser wan pir bi şefqet û merhemet in. Dikarin jibo zarokên xwe her tiştî bikin. Gava gedên biçûk ên heta du sê salî, ya digrîn, ya rihet nasekinin, yan derekî wan diêşe, yan jî jibo ji wan hez bikin, dayik wan datînin hêmêza xwe, weya bi herdû destê wan digrin, wan li ser pîya disekinînin û wan bi vî alî bi wî alî ve şipyanî kil dikin û bi ahengê ji wan re hinek lorîk û nînnîyan dibêjin. Hem jibo gedên xwe aş û sakîn bikin, hem jî bi vî awayî ji wan hez dikin. Gede jî bi vî şeklî ji dîyên xwe pir hez dikin, êşek wan hebin jibîr dikin, derek wan biêşe êdî nayê bîra wan.
Wun biçûkanîya xwe bînin bîra xwe, ewê wan lorîkên dayikên xwe jî bên bîra we. Li jêr hinek ji wan jibo we hatine nivîsandin.
Xort xeyîdî neçû cot
Bavo rabû ga firot
De wer de wer mala me
De wer de wer para me
De wer de wer debra me
De wer de wer sebra ma
Dev bi masto dev bi masto
Kuçikan dora devê wî alasto
Çakêtsor û çakêtzer
Hela wer û hela wer
Çepikan bikut baba hat
Ker firot û vala hat
Dev bi girêzo
Kuçik li dorê bûne rêzo
Şivanan mar nakim, şivan genî ne
Daw û dêlê wan, bi herî ne
Berhevkar: Zîzanok
Ezîzên dila, niha jî em lîstikekê bi‘elimin.
Lîstikên Me: Bizna Kejik
Ev lîstik bi grûbekê, li kuçê tê lîstin. Di vê lîstikê de kesek dibe mele, yek dibe bizin, yên din jî diz in. Mela bekçîtî û mihafiztîya bizinê dike. Kesê bizin be, li erdê rûdine. Werîs bi lingê bizinê ve girê didin. Yên diz ji hawêrdor xwe li bizinê radikşînin daku werîsê wê bigrin û bizinê li paş xwe ve kaş bikin. Kesê ku werîs bigre, bizinê kaş dike. Mela jî berra wan dide, wan diqewrîne. Mela xwe bighîne kê, bi pihîna lê dixe. Mela, ji dizan kîjan zevt bike, êdî ewê girtî dibe bizin, yê/ya bizin jî dibe mele. Û lîstik bi vî şeklî dewam dike heta ku ji lîstikê aciz bibin û dev jê berdin.
Gelî ezîzan! Temî li we, gava we bi vê lîstîkê lîst, hevdu neêşînin, te’de li hevdu nekin. Yan na hûnê dilê hev bihêlin. Meqseda me ew e ku em bi hevre bilîzin, kêf bikin. Madem weha ye, deka îjar bi vê meselokê hinekî jî bikenin. Kesê ku haya wî ji dinyê tune be, bê hewsela hişê wî çiqas e.
Milkê Usmanî
Zêdetirî sed sal berê, yekî gundî cara ewil ji gundê xwe derdikeve. Ewê biçe eskerîyê. Heta wê çaxê bajarên derûdor jî nedîne û haya wî ji tirên û çûnûhatinê jî tune ye. Radibe ji gund diçe Carbekirê yanî Dîyarbekirê. Diçe li îstasyonê li tirên siwar dibe. Tirên dike tiretir û cûfecûf û bi hêla Erğanî ve bi rê dikeve. Ji Dîyarbekirê heta Erğanî erd tev rast û dûz e. Yanî jibo ajotin û çandinîyê hew dibe. Tirên li ser rêya hesin diçe û diçe û hey diçe. Mêrkê gundî di pacê re li derûdor dinêre ku her der ripîrast û dûz e. Girik û newal tune nin. Tirên her ku diçe, erda dûz jî dewam dike. Her der deşt û erda fireh e û her der jê xuya dibe. Carna li pêş û carna jî li paşya xwe dinêre ku erda dûz bêserî û bêdawî ye. Bi wê meraq û ecêbmayî û heyretê diçe heta ku dighêje îstasyona Erğanî. Li wê derê li dora xwe dinêre, destê xwe dide ber serê xwe û weha dibêje: Way li min bavooo! Milkê Usmanî çiqas fireh e law…
Delalên hêja! Deka em me’na van peyv û gotinan bi‘ellimin:
Ji german wehş diteqin: Ev peyv ji rewşa pir germîyê re tê gotin. Ewqas germ e ku êdî meriv nikare li derve bin tavê bisekine. Di germa weha de heywan jî nikarin zêde li ber tavê bimînin. Gava însan, yan jî heywan di hewa pir germ de, tî dimînin, ji wan re dibêjin, behirî ye. Germa weha zêde tesîreke mezin li însan û heywan dike. Jibo vê rewşa pir giran îfade bikin, dibên wehş jî diteqin. Yenî heywanê ku zêde li ber zehmetan xurt wehş e, ew jî li ber vê germa zêde, zêde xwe nagre.
Ji hebek tirî ma’serekek serrast dibe: Ev gotina pêşîya, behsa destpêka kar dike. Jibo meriv tirî, çi hindik çi pir, bike dims û bastêk yan jî kesme û bennî, lazim e ewilî bê ‘esirandin, şîra wî bê kewidandin, bê kelandin. Û gelek tiştên din yên li ser ma’serê pêk tên jî bên kirin jibo bibe xwarin. Bi vî awayî tiştekî biçûk jibo biqîmet bibe û feyde jê bê dîtin, hewce bi gelek tişt û karan heye. Destpêka van karan bi vê gotinê tê îfade kirin.
Heta hejmareke din li xwe baş miqatebin, xwendinê jibîr nekin. Emanetî Xwedê bin. Bi xatirê we.