Selam û bereketa Xweda li ser we be zarokên şêrîn û delal!
Me payîz jî xelas kir, em ketin demsala çile. Germa hewa revîya, ger û tatîl qedîya.
Derketin fêkîyên rez û bîstan, dîsa dest pêkir dibistan.
Xewa li ser xanîya xweş bû, ger û seyra ber çem û kanîya beleş bû.
Me têra xwe lîst û tatîl kir, em têra xwe gerîyan, hinek ji we xebitîn, hinek li gund û malê betilîn, hinekan biskilêt ajot, hinek li hespa siwar bûn.
Hinek çûn zozana, hinekan av û eskîmo gerandin li kuçe û meydana.
Hinek gerîyan li bajaran, hinekan pez û heywan çêrandin li newal û beyaran. Lê çûna camîyê û dersa Qur’anê pir xweş bû ne wilo?
Ji we hinek ketin Qur’anê, hinekan jî Qur’ana xwe xetim kir.
Hûn ‘elimîn desmêj û limêjê jî. Lê lazim e hûn ji vir û wêde jî Qur’ana xwe bixwînin, limêja xwe dewam bikin.
Qur’an û limêja me ne jibo havînê tenêye. Jibo her mewsîm û her rojêye. Xweda qebûl bike.
Mekteb û Dibistan
Zarok û ciwanên ezîz û delal!
Niha mekteb û dibistan jî dest pêkirine. Lazime em ji niha de li dersê xwe bixebitin, li miellim û xoceyên xwe guhdar bikin, di dersên xwe de jêhatî bin. Lewra Xweda ji kesê jêhatî û xebatkar hez dike, ji cehd û ğeyretê hez dike. Ji lew emê bixebitin, dilê dê û bavê xwe xweş bikin, jêhatî bin, ne tembel û tiral û keslandî bin. Da ku Xweda jî ji me hez bike.
Em hem li dersê xwe dişuxulin, hem jî çûna dersa Qur’anê û kirina nimêja xwe jî dewam dikin. Çimkî bê Qur’an û limêj nabe. Dîsa em heyata pêxemberê xwe hz. Mûhemmed (selama Xweda li ser wî û ehlê beyta wî be) û heyata sehabên wî jî dixwînin. Lewra kesê pêxemberê xwe nas neke, çi qîmeta wî li ba Xweda heye? Pêxemberê me rehberê meye.
Belê we hineka bêrîya çûna ser rez û mehsera kiriye. Ez zanim dilê we pir diçe, dims û bastêqê, kesme û benîya, mewîj û aqîdê. Min berrû û te’ew û guhîjên we jibîr nekiriye. Berrûyan têxin bin axê, hûnê zivistanê derxin û li ser agir sor bikin û bixun. Hûnê guhîjên xwe li mal û mektebê bixun, lê dendikên xwe navêjin derûdor. Çimkî em derûdora xwe gemmarî bikin, ne lîyaqî meye. Hewceye misluman derûdora xwe paqij bihêle. Lêwra pêxemberê me dibêje “paqijî ji îmanêye”
Bastêq û bennîyên ku zivistanê li ber soba germ tê xwarin jî pir xweş e. Bennîyên we bi guzin ne wisa? Bi berrû û bihîv bin jî xweşin. Ger hûn çûn nav baxçe û avîyan, bi rewtên dirêj gûzên xwe dawşînin. Belê ên mayîn hûn dikarin ufara wan bikin. Ka hela ji we kî pira berhev dike? Bîhokên payîzê jî gelekî xweşin. Hûn dikarin ji wan rîçalê jî çêkin. Min hinar jî jibîr nekiriye. Hebhebîye, sor û şêrîne, tirş û meyxoşe. Şîfa û noşîcan be. Derek we pê neêşe.
Bê Bafirok Nabe
Zarokên biqîmet û şêrîn!
Wa ji wê derê hinek ji we dibêjin te çima bafirok jibîr kiriye. Na na, ezê behsa bafirokan jî bikim. Bê bafirok nabe. We sê çita û şiv anîn, bi benê qinab wan xweşik li gorî bafirokan bihev ve girê bidin. Piştî we ben li dora wan gerand, îcar ya şemedanekê, yan jî jelatînekê bi wan çitan ve bizeliqînin. Hûn dikarin bi çita ve girê bidin. Bi ben mêzîna çitayê çêkin. Hinek şemedan û jelatînê bi meqesê xweşik têl têl bibirin, lê wan ji hev neqetînin. Ewan parçeyan bi benê ve li dû hev girê din û wan bi jêra bafirokê ve xin. Ewê bibe terîya bafirokê. Serê benê xweyî badayî, bi mêzîna bafirokê girê bidin. Niha bafiroka xwe hazire. Serxêrê be.
Lê du tişta jibîr nekin.
Yek: Qûdus, qibla meya ewil e. Pêxemberê me li wir li pêşîya temamê pêxemberan nimêj kiriye. Niha di bin zulma sîyonîstan de ye. Resmê Qûdsê li ser şemedana bafiroka xwe xin, gava bafirok bi hewa ket û firîya, bila bi ber asîmanan ve bilind bibe. Bila dinya alem bizanibe ku em dixwazin Qûdsa me, azad û serbest be, ji bin zulma yehûdîyan xelas bibe.
Dudu: Gava we bafiroka xwe bi hewa xist û firand û we baz da, temî temî li pêşya xwe binêrin û baz din, daku hûn nelikumin, nekevin, xwe neêşînin.
Xwarinên ji bo Zivistanê
Zarok û ciwanên delal!
Belê çêkirina xwarinên ji bo zivistanê ku bi hevre bi hela helake mezin, bê çiqas geş û xweş bû. Bîna dano û ava tirşê ji ser xanîyan kêm nedibû, efara baxçe û rezan hew dibû.
Bastêq û bennî li ser xanîyan bi benna ve dialiqandin. Pelûla jibo bastêq û bennîyan hazir dikirin di sitîlên mezin de. Gava ku tayê bennîyan di nav pelûlê de dadikirin û bi heska pelûl bera ser çarên bastêqê didan, hûnê bêjin bê çiqas xweş bû. Şeqitandina bastêqê ji çaran jî xweş bû. Ê helbet we nedîtibe, we nekiribe, hûnê nizanibin bê çawa xweş bû. Niha hûn li ber destê xwe hazir dibînin.
Gava dano hazir dibû di sitîlan de, zarokên mehelê tasê xwe dianîn ber sitîlan û ji xwedyê dano hinek dixwestin, paşê xwê pê werdikirin û dixwarin, lo ji beqlewê jî xweştir wê gavê. Dîsa gava ava tirşê yanî salçeya malê hazir dibû, zarokan hinek bi ser nanê xwe dikir û bi dev û dirana diçûnê. Lêv û dora devê wan sor dibû û ji hevalên xwe re digotin “çillî te” Lo ma çiqas xweş bû.
Niha jî Em Me’na Vana Zanibin:
Bayê sor pêkeneve: Ev peyvik jibo kesên bixwernedî, nebikêrhatî, heq ji îşê nayê der, keslandî, nelephilandî, bêdeng tê gotin. Gava zarokek li yekî dinê bixe, mezinên zarokê dinê jê re dibêjin “ma bayê sor bi te ketibû, te jî hema destê xwe lê bilind bikira.” Yan jî kesek jibo tiştekî, jibo rewşekê nelebite, jê re dibêjin “bayê sor bi te nekeve, hema te weha bikira…”
Reva pisîkê, heta dawîya kadînê ye: Ev peyva pêşîya jibo kesên zêde tedbîra xwe nagrin, hesabê biçûk dikin, eynî xetayê dikin, li xetayê xwe hayî nabin, nizanin ewê çawa bikin, di teşqele û merselan de xwe nadin ser rêya rihetî û silametîyê tê gotin. Çi û çawa biqewime, ew dîsa bi eynî tevger û rêyê de dibezin, xwe li deverê asê diqewimînin.