Çi xweş mêr û cengewar,
Çi xweş rêzan û serdar!
Em bi te-d kin îftîxar,
Selam (li) te Yehya Sînwar!
Tu tirsa sîyonîstan,
Xewa çavê wan revan;
Te li wan rakir Tofan,
Li wan da derbê dijwar!
Ber zulmê ser nedanî,
Ti wext û ti zemanî;
Cîhad kir bi mêranî,
Ber sîyonîstê xuynxwar!
Di zindana bi salan,
‘Umrê ciwanî boran;
Sist nebû lê ticaran,
Di herb û cenga neyar!
Wekî şêr li meydana,
Ceng kir li ber sehyona;
Heta firya ‘ezmana,
(Bi) dest û ling birîndar!
Dinya li te ma heyran
Li-destanê tey nivîsan
Navê te ket tarîxan,
Di gel qelbê gelê jar
Bi derbê we hejîya
Dewleta sehyonîya
Înşaellah bû xûya
Dawîya mel’ûnên har
Bi xuyna we şehîda,
Li Ğezze-w Filîstîn da,
Kulîlk dane ûmîda,
Nêz e lê bibe bihar!