Her wekî par hat bihar lew şîn dibûn çol û beyar
Mîzgîna gul dane bilbil bişkivî gunca nûbar
Ey seba çaxê giheştî çîmen û mêrga heşîn
Hûn ji min bêjin selaman bo gul û selwa kîbar
Her dema meyger bi naz û cîlweyan derbas bibit
Mûjelankên xwû dikim melkes ji bo wê taze yar
Hûn bi wan biskên ku bihn in perdedar in bo mehê
‘Aşiq û heyran û gêj im min nehêlin hinde jar
Da tu cara badenûşa qet nekin hûn pêkenok
Ez ditirsim hûn bimînîn bê îman û bê qerar
Hûn bibin hemrahê dostê Wî Xwedayê Zul-Celal
Keştiya Nûhî suwar bin da nebînin hûn zerar
Ey kesên ava dikin van u’liyên ewqas bilind
Lew di gorê kafî tê bona we kulmek axa sar
Hûn ji vê dinyê nekin hêvî û dev jê ber bidin
Herkesê lê bûye mihvan wê kirin tev tar û mar
Yûsufê Misrî dizanî mulkê dil min daye te
Ez di zîndanê xerîb im kes nînin l-kê kim hewar
Ez nizanim bo çî dîsa zulfên bihnxweş bûn belav
Hem li ser rûyê nûranî perçema wê hate xwar
Hafiza! Meyxur û rindî çendî baş in lêbelê
Hûn riyayê qet nekin Qur’an ji bo we nabe yar
Wergera Ji Farisî: Mela ‘Ebdurrehîmê Behmûrî
رونق عهد شباب است دگر بُستان را
میرسد مژدهٔ گل بلبل خوشالحان را
ای صبا گر به جوانان چمن باز رَسی
خدمت ما برسان سرو و گل و ریحان را
گر چنین جلوه کند مغبچهٔ بادهفروش
خاکروبِ درِ میخانه کنم مژگان را
ای که بر مه کشی از عَنبرِ سارا چوگان
مضطربحال مگردان، من سرگردان را
ترسم این قوم که بر دُردکشان میخندند
در سر کار خرابات کنند ایمان را
یار مردان خدا باش که در کشتی نوح
هست خاکی که به آبی نخرد طوفان را
برو از خانهٔ گردون به در و نان مطلب
کآن سیهکاسه در آخر بِکُشد مهمان را
هر که را خوابگه آخر مشتی خاک است
گو چه حاجت که به افلاک کشی ایوان را
ماه کنعانی من! مسند مصر آنِ تو شد
وقت آن است که بدرود کنی زندان را
حافظا می خور و رندی کن و خوش باش ولی
دام تزویر مکن چون دگران قرآن را