Ji berê ve dema ku di nav civakê de tiştekî nebaş an jî kovandar û elemnak pêk tê însan felekê wek berpirsê û mesûldarê vî tiştê ku pêk hatiye dibînin û gazinan jê dikin. Ev yek wek adetekê di nava civakê de cihê xwe girtiye û hêj berdewam dike. Di wan mersîyeyên ku bi Kurdî hatine nivîsîn de jî ev adet cihê xwe girtiye. Şaʿir di gelek malik û bendên mersîyeyên xwe de ji felekê re bertekên dijwar nîşan didin. Lewra li gor şaʿiran mesûl û sedema vê mirina ku pêk hatiye felek bi xwe ye.
Derheqê hêmana felekê ya ku dikeve nav hêmanên alema kozmîk de gelek nirxandin hatine kirin û gelek mane lê hatine barkirin. Yek ji wan jî ji teref Îskender Pala ve hatiye kirin. Pala di berhema xwe de derheqê vê hêmana felekê ya ku şaʿir wê wek mesûlê mirina kesekî dibînin de nirxandineke wisa dike:
"Li gorî bawerîya ku çavkanîya wê pergala Batlamyos e; dinya navenda kaînatê ye û 9 felek dinyayê dorpêç kirine. Bi dorê rêza van gerstêrk/seyyareyan wisa ye: Heyv, Utarîd, Zuhre, Tav, Merih, Muşterî û Zuhal e. Di feleka heştemîn de burc û stêrkên sabît ên ku naleqin hene. Di feleka nehemîn de feleka atlas heye ku ev felek a herî mezin û bilind e û temamê felekan dorpêç dike. Dema ku ev felek dizîvire zext li wan felekên din jî dike da ku digel wî bi alîyê ku ew dizivire de bizivirin. Bi gotineke din ew, wanan ji vê yekê re mecbûr dihêle. Ji ber vê yekê ew felekên ku beravajîya îstîqameta xwe dizivirin tesîr li ser talîh, refah, bext û kêfxweşî û şadîya însanan dikin. Sedema gazin û gilîyên însanan a ji felekê ev e. Ji ber ku piştî feleka nehemîn ilmê Xweda dest pê dike, însan gazin û gilîyên xwe li vê felekê dikin û wê wek mesûla qedera xwe dibînin."[1]
Ji Mela Hesenê Qerenazî[2]
Îro ji ber žulma felek
Dil bû bi êşan mubtela
Wan nežerên çehvên belek
Dûr kir ji min śed merĥela
Ji Mela Muhemmedê Saricanî [3]
Dîsa felek ku îro rabû li me weha kir
Wî şeyxê pakê nûrî girt û li me cuda kir
Di hinek mersîyeyên Kurdî de jî tê dîtin mersîyenûs wateyeke cuda li hêmana felekê bar dikin. Mersîyenûs di mersîyeyên xwe de digel berteka ku nîşan dide felekê wek yekî zalim dibîne û hisabê jê dipirse. Em vê yekê di mersîyeyên ku ji teref Mela Ehmedê Nalbend û Feqîyê Teyran ve hatiye nivîsîn de dibînin. Ew bi vê sîtema ku nîşan didin û gazin û gilîyên ku dikin hisabê ji felekê dipirsin.
Ji Mela Ehmedê Nalbend[4]
Ey felek śed ax ji ber te wek te ma žalim hene
Bê wefa û ʿehden ev gerhan û dewr û çerxe ne
Ji Feqîyê Teyran[5]
Ey felekê bê wefayê te çira muhlet nedayê
Yar di nêv axê gihayê ey felek bê mirwetê
Dîsa di heman mersîyeyên Kurdî yên ku hatine nivîsîn de ji bilî gazin û gilîyên ku ji felekê tê kirin û ji bilî ji felekê hisabpirsînê tê dîtin ku mersîyenûs felekê wek çavkanîya temamê êş û elema ku dikşînê diwesfîne. Di van mersîyeyên ku ji teref Mela Ebdulfettah Hezroyî û Fehmî Begê Pêçarî ve hatine nivîsîn de tê dîtin mersîyenûs êş û elemeke pir zêde dikşînin. Ji ber vê yekê mersîyenûs qala wî halê ku ew tê de ne dikin û sebeba vê êş û elemê jî dibêjin felek bi xwe ye. Ev yek di gelek mersîyeyên Kurdî de tê dîtin.
Ji Mela Ebdulfettahê Hezroyî[6]
Ji cefaya te gelek sîne û dil tev herişîn
Ji kevanê ġeżeba te di hezar keşmekeşîn
Her li dûv hev qedeha derd û ġema te diçeşîn
Dem bi dem nale û feryad û fiġanan dikeşîn
Ey felek qeŧ me nedî kes ku bi ĥukmê te xweşîn
Ji Fehmî Begê Pêçarî[7]
Ah û fiġan û śed hewar gaziy û nalîn bê qerar
Dil xûn kirim hicra xeddar ah û enîn ah û enîn
Žulma felek mehcûr kirim nalende û rencûr kirim
Anîm di hev de hûr kirim ah û enîn ah û enîn
Dema ku em li mersîyeyên Kurdî mêze dikin, em dibînin ji bo feleka ku ji teref şaʿir ve wek mesûlê mirinê tê dîtin, ev peyv û wesfên mîna; xayîn, bêsoz, bêbext, neyar, zalim, kor, xurt û zor, xiyanet, kîndar, bêwefa, rûsîya, mala te ne ava, feleka wêran, har, xeddar, bêminwet, bêîtîbar, bêwicdan, bêdîn û hwd. tên bikaranîn û bi van peyv û gotinan bertek jê re tê nîşandan.
[1] İskender Pala, Ansiklopedik Divan Şiiri Sözlüğü, Weş. Kapı, İstanbul 2014, r.149.
[2] Zeynelabidîn Zinar, Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî, Weş. Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Stockholm 1991, r.294.
[3] Şêx Muhammed Hadiyê Qewmanî, Dîwan, amd. Muhammed Seydaoğlu, Weş. Nûbihar, İstanbul 2011, r.54.
[4] Mele Ehmedê Nalbend, Baxê Kurda, Dîwana Mela Ehmedê Muxlis Kurê Emînê Nalbedê Bamernî, Berhevkar: Tehsîn Îbrahîm Doskî, Berhema Hêj Neçapkirî, r.35.
[5] Xalid Sadinî, Feqîyê Teyran Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weş. Nûbihar, İstanbul 2014a, r.139.
[6] Cihan Turan, Dîwana Mela ʿEbdulfettahê Hezroyî-Metn û Vekolîn, Weş. Banga Heq, İstanbul 2022, r.284.
[7] Yunus Demir, Dîwana Namî(Fehmî Begê Pêçarî): “Meġmuru’d Dewawîn”, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên Li Turkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî Teza Lîsansa Bilind, Mêrdîn 2019, r.180.