Zeyneb û Sofî Tahir cîhê şêx raxistin. Şêx xwe li ber tendûrê germ kir. Cil û bergê xwe ziwa kir. Melayê azana sibeyê bang da. Dengê Melayî li her cihê gundê Sotkuliyê belav bû. Mîna bêhneke xweş aramî da qelbê wan. Şêx destnimêja xwe teze kir û berê xwe da qibleyê, dest bi sunneta nimêja sibehê kir. Sofî Tahir piştî şêx, rabû qiyama nimêjê. Piştî sunneta nimejê, şêx vegerîya pişt xwe û got: “Mamê Tahir! Ka kerem bike qamatê bîne.”
Sofî Tahir, şaş û maş ma, nizanibû çi bibêje. Hinek şûnda bi ser xwe ve hat û got ku kerem bike seyda!
Dest pê kir, qamet anî. Şêx tekbîra destpêkirina nimêj anî. Du’aya wecehtû xwend û dest bi xwendina sûreyê fatîhayê kir. Bi dengekî zelal, bi aramî hêdî hedî fatîhayê xwend. Sofî Tahir li ser nimêjê kûr kûr difikirî.
-Gelo ev şêxê kû derê ye? Ji kû derê hatîye? Di wê zivistanê de, di wê berf û baranê de li wî gundê dûr çi digerîya? Bejn û bala wî gelek xweşik bû. Dengê wî mîna qulinga zelal û şêrîn bû.
Sofî Tahir bi tekbîra şêx, bi ser xwe ve hat. Berjêrî rukû’ê bû. Tesbîhatê sê caran dûbare kir, lê dîsa bi dengê şêx ra rabû qîyamê. Xwe nerm berda secdeyê. Ev hereket di rek’eta duyemîn de jî dubare kir. Piştî şêx, selam da. Dest bi tesbîhatan kirin. Tesbîhatên xwe qedandin.
Tav li ser Zîlanê bilind bûbû. Tîrejên tavê li her cihê Zîlanê belav bûbûn. Sofî Tahir rabû çû ser xênî, kulekên xênî vekir. Tavê di kulekê ra mîna nûrekê xwe berda hundirê xênî. Sofî Tahir û Xaltîya Zeynebê, rabûn bi ber zexîrexanê ve çûn. Xaltîya Zeynebê, hinek rûnê nivîşk ji kûpê herî derxist. Rûnê xwe xiste derxûnê. Tendûra piçûk amade kir. Xaltîya Zeynebê, tendûr derxist. Hinek qirş û qal xist tendûrê û dada. Êgir hinek dû kir. Çavê Xaltîya Zeynebê hêsîr kir. Xaltîya Zenyebê di binê tendûrê kulfikê re li mizera xwe agir geş kir. Rûn dest pê kir helîya. Destê xwe dirêj kir û ji koda nan destenanek derxist. Hêdî hêdî nan hûr kir, li derxûna rûnê qijîrî kef da. Û nan rûn kişand, nerm bû. Kevçîyê dar da destê xwe, nan sero binê hev kir. Hem karê xwe dikir, hem jî difikirî û ji xwe re wisa digot:
-Ev kes çiqas xortekî rû nûranî ye. Li van deran çi digere? Bo çi hatiye van deran? Çima ne mala kesî din, lê hatiye mala me?
Bêhna rûnê şewitî Xaltîya Zeynebê ji xeyala wê hişyar kir. Hevrîşka mêvanan amade bû. Hevrîşka xwe kire temsîkê, sifre rast kir. Hinek av tijî kir.
Sofî Tahir gelek şaş mabû. Ti hal ji xwe ra nedidît. Şaşika xwe rast kir. Berê xwe guherand. Bi şêx re rû bi rû bû û jê re wisa got:
-Keko ka kerem bike, xwarin amade ye.
Ji ber tiştên ku jê re hatin gotin Şêx Şehabeddîn wisa li Sofî Tahir vegerand:
-Gelek sax bî mamê Tahir. Xweda ji te razî be. Bereket têxe sifraya te.
Sofî Tahir piştî axavtina Şêx Şehabedîn xêrhatin da wî û wisa jê pirsî:
-Keko tu bixêr hatî. Ser çavan re, ser seran re hatî. Me’lûm e tu ji vê derê nînî. Tu ji kû hatî? Tu bi kû da diherî?
Ji ber pirsa ku jê hat kirin Şêx Şahabeddîn pirsê wisa bersivand:
-Mamê Tahir, ez ji Bedlîsê têm. Navê min, Şahabeddîn e. Xelîfeyê terîqeta Neqşî me. Li Bedlîsê li hember Walîyê ‘Osmanîyan me qiyam kir. Walîyê Osmanîyan ziddî qanûna Îslamê, tiştên muxalîf dikir. Me şêx û meşayîxên Bedlîsê, ev rewş ne‘eciband û qebûl nekir. Ez, Seyyîd ‘Elî û Mela Selîm me serî rakir. Walîye Bedlîsê, hinek şêx û mela girtin, li pey hespan da girêdan. Bi erdê re da kişandin. Îzzeta dînê Îslamê, ev zilm qebûl nedikîr. Me jî qebûl nekir. Esker ket pey me, xwestin em êsîr bikin. Ez hatim alîyê El-Cewazê, Filestanê hinek gundên fileyan e. Ez ji filleyan emîn nebûm. Ketme rê, hatme gundê Kanzakê, bûme mêvanê Qezo. Ew jî file bû. Emma ez nedame dest. Min dehna xwe da, wê Qezo bikujin. Min hişt, hatim Erdîşê. Bûme mêvanê Ferho li gundê Îrşadê. Ez gelekî li mala Ferho bûme mêvan. Gelek qehra min kişand. Ez veşartim. Nanê xwe ji mêran re kerî kir. Esker li her derê Erdîşî li min digerîyan. Bêhna min hildabûn. Hatin Ferho girtin. Bindest kirin, birin Erdîşê. Min dehna xwe da, roj bi roj nêzikî min dibin. Zar û jina Ferho, gelek tirsîyan. Roj derbas dibûn, ema xeberek ji Ferho tinebû. Mala Ferho, gelek mehzûn û xemgîn bûbû. Rojek Ferho derket hat. Halê wî perîşan bû. Wî di wî halê perîşan de got ku “Şêxê min! Min navê te neda. Ema esker li pey te digere. Yê te bibînin. Ez ditirsim ji te ra nebim alikar.” Min dehna xwe dayê, ez îdî li gundê Îrşadê namînim. Min qerar da û berê xwe da Gelîyê Zîlan. Tewekkul kir. Ez hatim gundê we, raste rast hatim mala te. Ez te nas nakim. Min ji Xweda ra du’a kir min bike mêvanê yekî ji de’wa min hez dike. Xweda mala te kire nesîbê min. Belê mamê Tahir, hal û ehwalê min ev e.”
Sofî Tahir şaş mabû, dehna xwe dide Şêx Şehabedîn. Sofî Tahir di wê kêlîyê de wilo difikirî:
-Ev xortê mîna sipindarekê ji rûnûr, xûn şîrîn… ketîye îmtîhaneke mezin. Wê zivistanê heta Gelîyê Zîlan gundê Sotkuliyê hatîye. Bûye mêvanê min.
Di wê kêlî û fikirînê de Hz. Huseyîn hate bîra wî. Ewî Muslîm Bîn ‘Eqîl şandîbû Kûfeyê. Li ber zalimê Yezîd serî hildabû, de’wa dabû ser milê xwe. Di nav van fikran de Sofî Tahir fikirîna xwe wisa domand:
-Dêmek ev tenê ne çîrokek bû. Îro ev xortê nazîk û bedew de’wa Îmam Hûseyn şopandîye. Ema îxanetê pey wî bernedaye. Îro du rê li peşîya min hene. Ya ezê bibim ehlê îxanetê, yan jî bibim ehlê berxwedana izzetê.
Şêx Şehabeddîn xeberdana xwe temam kir. Dehna xwe da Sofî Tahir, jê bersiv û bertekek dixwast. Ema Sofî Tahir ketîbû ‘alema mîna bîra Yûsif Pexember. Şêx halê Sofî Tahir, reng û şemala wî fêm kir ku Sofî Tahir, evî barî nade ser pişta xwe. Ji xwe mecbûr e ku çareyeke nû bibîne.
Meta Zeynebê li Şêx û Sofî Tahir dinhêrî. Şêx li hevîya bersivê bû. Sofî weka bêqirar be, berê xwe da Zeynebê. Peyv û kelîme li ser zimanê wî xetîmîn û mîna berfa ser çîyayê Zîlan, nehelîya nerijîya. Gelo ez çawa ji bin vî barî derkevim. Ev kes mêvanekî gelek ‘ezîz e. Ema mesûlîyeteke mezin e. Şêx û sofî Tahir, êdî hevalê hev bûn. Qedera van bi hev va hatibû girêdan. Mecbûr bû ku qerarekî bide…
Dê bidome….