Serê kerîyê pêz xuya dikir lê dawîya wî nexuya bû. Di nav toz û dixanê da hêdî hêdî dimeşîyan. Li pêşîya kerîyê pez jî hesp, ker û mihînên mala Seydo hebûn. Çi lazmatîyên wan hebin, li ker û mihînan bar kiribûn. Kon, livîn, firaq, sîtil, cil û berg û herwiha… Extîyar jî li hespan siwar bûn. Di rêya dûvdirêj de heywanên siware rehmet in jibo wan.
Ji alîyekî ve zingezinga zengilê sitûyê beranan, ji alîyê din ve teqereqa firaq û sîtilên barkirî; ji alîyekî ve dengê berxik û karikan, ji alîyê din ve dengê şivanan… Hilm û gilma pez, bi toz û dixanê re bînê li merivan diçikîne. Di qêla nîvro da, meşa bi vî rengî ne karekî hêsan e, ne karê hemî merivan e.
Rêya koçeran dûr, barê wan giran e. Wê bi qederê 7-8 rojan di rê de bimînin. Ji deştê, berê xwe dane zozanan. Wê 3-4 mehên havînê li zozanan bimînin. Her sal serê havînê jibo koçeran ev serpêhatî dubare dike. Wekî dinyayê, wekî demsalan, wekî rojan, wekî jîyanê… Her sal serpêhatîya wan xwe nû dike!
Mala Seydo, li herêmê ‘eşîreteke bi nav û deng bû. Ji alîyê aqûbeta nava xwe jî dihatine naskirin. Mezin û rûsipîyê wan Seydo bû. ‘Emrê wî di serîya 80yî de bû. Merivekî jîr û zana û pêşdîtî bû. Ji loma, kesên der û dora wî, çi gavê serê wan têketina tengasîyê li derîyê Seydo dixistin. Seydo ji bo wan kûpa aqil bû.
Ew sal, hê ku dest bi rêwîtîya zozanan nekiribûn, Seydo malbata xwe li hevdû civand. Xuşk û birayên wî, zarok û birazîyên wî hemû li dora wî civîyan. Jiber ‘emrê wî pêş ve çûbû, dixweste ku carinan li wan şîret û nesîhetan bike. Seydo, wiha dest bi axaftina xwe kir:
- Kar û barê xwe bikin, emê heftîya di pêş de dest bi rêwîtîya xwe bikin. Li nav pezê xwe bigerin, çi nexweşînên wan hebin derman bikin. Baş binêrin, kêç ketibin wan, gurî bûbin, li diranên wan binêrin, bila di rê de tehdê nebînin, ew jî gune ne. Di rê de jî hay ji der û dora xwe hebin, li hevdû miqate bin.
Seydo, li alîyê pîreka fetilî û wiha got:
- Hûn jî karên xwe bikin, nanê xwe lêxin, xwarin û vexwarinên xwe hazir bikin. Di rêya dûr de bila kêmasîyek nemine.
...................................................
Kar hatine kirin, bar hatine barkirin. Ji limêja sibê de bi tevahî li ser pîyan e. Seydo gote ‘Bismîllah’ û rêveçûn dest pêkir.
Serê kerîyê pêz xuya dikir lê dawîya wî nexuya bû. Di nav toz û dixanê da hêdî hêdî dimeşîyan. Li pêşîya kerîyê pez jî hesp, ker û mihînên mala Seydo hebûn. Çi lazmatîyên wan hebin, li ker û mihînan bar kiribûn. Kon, livîn, firaq, sîtil, cil û berg û herwiha… Hinek pîrek û extîyar jî li hespan siwar bûn. Di rêya dûvdirêj de heywanên siware, rehmeteke jibo wan.
Jibo koçeran, di rêya dûr û zehmet de, cîyên bêhndanê jî gelekî muhîm in. Her rojekî du caran vî kerîyê qerase dikin mexel û bêhna xwe didin. Yek ji van caran bi şev e, yê din jî danê nîvro ye. Bi şev ferq nake, li kêderê tehrî bikeve erdê, ew jî kerîyê xwe dikin mexel û konê sivik datînin. Şîva xwe duxwin û dikevin xewê. Belê jibo ewlehîya wan û kerîyê pez çend kes şîyar dimînin û nobetê digrin.
Koçer, di qêla nîvro de jî dîsa bêhna xwe didin. Ev jî ji mecbûrî ye, lewra di qêla nîvro da, bi ewqas bar û heywanan nikarin bi rê ve herin. Lê di qêla nîvro de ji bo koçeran av û sîya daran lazim e. ‘Eşîreta mala Seydo ji zemanê bav û kalan de, li ser rêya koçeran li kêleka çem û hinek golan darên bîyan danîne. Zemanê ku koçer dikevin rêya zozanan, li binê sîya van darên bîyan bêhna xwe didin û pezê xwe dimexelînin. Ev jî jibo wan nîmetekî mezin e.
Seydo jî, wekî bav û kalên xwe, di zemanê ku rûsipîtîya eşîreta xwe dikir, li van daran xwedîtî dikir, carinan bi çend kesan re diçû, darên ku ji avê dûr in av dida, coqlîyê ku hişk bûne diqusand û jibo salên di pêş de der û dora wan mezbût dikir. Li kesên der û dora xwe jî, şîreta vî karî dikir.
.......................................
Bi sax û selametî ew sal jî di rêwîtîya wan de beşa ewil qedîya û gihîştin zozanên bilind û hênik. Bereketa Xweda, li der û dorên wan çêre û şînahîyeke xweş hebû, divê qey li biheştê ne. Her roj berê pezên xwe didin alîkî û diçêrînin. Berê êvarê bêrîvanan xwe berî nav pez didin, yek bi yek pezên xwe didoşin, şîrê xwe li ser pişta keran bar dikin û dikşînin konan. Pişt ra jî şîrê xwe dan dikin. Dawîya rêwîtîya şîr penêr, mast, dew û rûnê nevîşk e.
........................................
Meh û sal, dem û dewran wiha diherikin. Jiber extîyarîyê êdî Seydo dest ji karê dinyayê dikşîne. Nexweşîn jî lê giran dibin. Dema qedera wî temam dibe, diçe ber rehma Xwedê. Piştî wefata Seydo, birayê wî yê bi navê Ferman mezinantîya eşîretê dike. Ferman jî merivekî giran û baqil bû lê ne beramberê Seydo bû.
Ferman, kar û barên eşîreta xwe çend sal îdare dike. Jîyana koçeran a zor û zehmet, bi hevgirtin û aqûbeta navbeyna wan de dihate îdarekirin. Karê wan gelek bû, ku mil nedin hevdu, guh nedin hevdu û alîkarîya hevdu nekin qethîyyen nikarin karê xwe bi rê kin.
Çend sal di ser wefeta Seydo de derbas dibin. Di nav ‘eşîreta mala Seydo da hin caran meseleyên nexweş dertên lê zêde mezin nabin û têne çareserkirin. Meseleya herî mezin, zarokên Seydo û zarokên Ferman li hevdu nakin. Meseleya wan jî li ser malê dinyayê ye. ‘Pezê we ketîye axura me’, ‘Pezê we jî ketîye ser kayê me’, ‘Hûn çima di dora xwe de naçin ber pez’... û herwiha...
Ferman, di navbeyna zarok û birazîyên xwe de heml û meyla zarokên xwe dike. Li ser vê zarokên Seydo jî guh nadin gotinên wî û mezinantîya wî qebûl nakin. Roj û meh wiha derbas dibin. Meseleya navbeyna mêran, di nav jinan de jî bela dibe. Jinên her du alîyan jî dikevine ‘eqsa hevdu. Carinan li ser zarokan, carinan jî li ser tûtik û çîçikan bi hevdu dikevin. Êdî meseleya navbeyna wan tê asteke wisa ku Ferman serî di wan de dernaxe.
Piştî ewqas nexweşîn û dilêşandin, benên ku wan bi hevdu ve girê didin, diqetin. Zarokên Seydo, li rêyekî diçin, Ferman û zarokên xwe jî li alîyekî din dimînin. Birayên Seydo yên din jî li alîyekî din dimînin. ‘Eşîreta mala Seydo, dibe sê perçe, fitne dikeve navbeyna wan, silavê li hevdu nakin. Kar û barên ku bi hevdu re dikirin, li rastê dimînin. Tu kes naçe li darên ser rêya zozanan xweyîtî nake, dar hişk dibin. Ji xwe her yek bi tena serê xwe, nikare derkeve zozanan. Lewra hêz û qeweta wan bela dibe, pê nagihîjin ku vî karê giran bibine serî. Êdî tê asteke wisa ku, kes nikare derkeve zozanan. Havîna germ û kelandî, li deştê derbas dikin. Êm têra pezê wan nake, ji germê nexweşîn dikeve nav pezê wan, heyîrî dimînin. Dor bi dorê pezê xwe difroşin, bê kar dimînin. Ciwanên ‘eşîretê dikevine rêya bajaran û bi dû kar dikevin. Her ciwanekî ‘eşîretê, dibin xulamê xelkê, bi nanoziko debara mala xwe dikin.
Jîyana dewlemend, aqûbeta xweş, biratîya giranbiha êdî ji ‘eşîreta mala Seydo pir dûr dikeve.