Xebera serkeftina Selaheddîn Eyubî ya di Mûharebeya Hîttînê (583 H / 1187 M) û sitendina Qudsê li Ewrûpayê tesîreke cansoj çêkir, heta wexta Papayê 3. Urban (1185-1187 M) ev xeber bihîst ji kerban mir. Piştî Papayê 8. Gregorîus (17 Berfanbar 1187 M / 25 Cotmeh 1178 M) hate ser wezîfê, ji bo alîkariya qraliyetên Xaçperesestan ên li herêma Rojhilatê Îslamê ye bikin, gazî serokên Rojavayê Ewrûpayê kir. Ji bilî wê, xwest Ewrûpa li nav xwe heft salan agirbestê îlan bike, rojiyê bigre û ji bo ‘efûkirina gunehên Xaçperestan soz da wan. Her wiha, ji bo seferên Xaçperestan ên nû finanse bikin ji %10 bac danî ser dahat û menqûlên wan. Ev jî wek “Dehekên Selahaddîn” bi nav kirin. Ji xêndî wê pênc salên bê; her înî girtina rojiyê, sept û çarşeman goşt nexwarin emrî wan kir.
Di vê babetê de Îbnul Esîr wiha gotiye: “Pişt re keşe û rahîb, gelek kesên navdar û şovalye cilên reş li xwe kirin û ji ber ku Axa Pîroz ji destên wan derketiye xemgîniya xwe nîşan dan. Patrîkê Qudsê rahişte van însanan û li welatê xerbî gerand. Bi wan re geriya, ji xelkê daxwaza alîkariyê û destekê kirin. Ji bo heyfa Axa Pîroz hilînin xelk teşwîq kirin. Wêneyekî Îsa yê bi xwîn çêkirin, bi rismekî ‘Ereb mîna ku li wî dixin anî ba hev û ji xelkê re wiha gotin: “Ev Îsa; ew Îsa ye ku Pêxemberê Misilmanan Muhammed lê xistiye û ew kuştiye.” Li ser vê xelk hêrs bûn, bi tevî jinan her kes li hev kom bûn.
Di vê babetê de Serpîskoposê Sûrê Jossîas-Wîllîam (1130-1185) di orta sala 583 / 1187‘an de hate Rojavayê Ewrûpayê; ji Papa û Qralên Ewrûpayê re got Xaçperestan winda kiriye û felaket hatiye serê wan. Got eger Rojavayê Ewrûpayê rê li ber vêya negire, wê li herêma Rojhilatê Îslamê teqez dawiya wan were.
Bertekên li ser vê rewşa lezgîn bi giştî li Ewrûpa û bi taybet jî di nava qralan de bû sedema bertekên giran. Qralê Sîcîlya II. Wîllîam (1155-1189) bi Împaratorê Bîzansê II. Îsaakîos Angelyus (1156-1204) re di navbera salên 1185-1195 û 1203-1204’an de peyman çêkir û wexta xwe ji bo destekkirina Xaçperestên Rojhilat veqetand. Birastî jî bi rêveberiya prensê Sîcîlyayê Margherîta el-Brîndîsî ve komkeştiyeke ji çend sedek şovalye ve pêk dihat şand Trablûsê (Lubnan) û nehişt Selahaddîn bajarê Trablûsê fetih bike.
Jossîas-Wîllîam, bi Papayê 3. Urban re (1185-1187) hat ba hev û rewşa Xaçperestan ya talûke ji wî re rave kir. Papa ev ranekir û di tarixa 14 Şabanê 583 H / 20 Cotmehê 1187ande ji qehra mir. Lêbelê xelefê wî Papayê 8. Gregorîus demildest serî li qralên Fransa û Îngîltere û Împaratorê Alman da û xwest ku ciyawaziyên xwe bidin hêlekê, hêzên xwe bikin yek û ji bo şerê li hember Misilmanan têkevin tevgerekê. Papa Gregorîus berî ku encamên hewldanên xwe bibîne di 13 Şewwal/17 Berfanbarê de mir, lêbelê xelefê wî Papayê 3. Clement (583-587 H / 1187-1191M) li gor plana selefê xwe dewam kir. Bi Împaratorê Alman re ket têkiliyê û ji bo stendina Axa Pîroz daxilî seferên Xaçperestan bibe ew qani’ kir.
Jossîas, wek Serpîskoposê Sûrê ji bo bi qralên Fransa û Îngîltere Phîlîp Augustus ve 8. Henry re têkilî deyne çû Rojavayê Ewrûpayê. Li Gîsorsê, li ser sînorê di navbera Fransa û Normandiya de hat ba hev û xwest gelemşeyên di navbera xwe de ji bîr bikin. Lêbelê di navbera her du welatan de şer dîsa dest pê kir. Pişt re, qralê Îngîltere ê 8. Henry di sala 585 H (1189 M) de mir. Kurê wî Rîchard “Dilşêr” Duku Poîtou kete şûna wî. Rîchard bi qralê Fransayê re peyman çêkir û ji bo seferek hevpar bibe ser herêma Rojhilatê Îslamê dest bi amadehiyan kir.
Sêyemîn Sefera Xaçperestan, ji qralên Ewrûpa yên pêşeng ve pêk dihat, van qralana ev in: Împaratorê Alman ê 1. Frîedrîch Barbarossa (1152-1190), Qralê Îngîltere Rîchard (1189-1199) ê weke Dilşêr tê zanîn û Qralê Fransa ê 2. Phîlîppe Auguste yan jî 2. Phîlîppe (1180-1223).
Împrator Frîedrîch Barbarossa, ji bo xwe bigihîne Sûriyeyê rêbej tercîh kir. Bi teva 100 hezar şervanan hereket kir, Stenbol derbas kir û derbasî Konyayê paytexta Împaratoriya Rûm Selçûkiyan bû. Selahaddîn Eyûbî bi xêra pîskoposê Ermenîstana Biçûk û raporên ji xwediyê Keleha Rûmê dihatin ve agahdar dibû. Van kesana terefê Selahaddîn Eyûbî digirt, lewra alîkariya serokê Ermenîstana biçûk Beyt Rûbenê li hember Serokên Xaçperestan bi kîn bû dikirin.
Lêbelê qederê nehişt Barbarossa bighêje Sûriyeyê. Hate herêma Kîlîkyayê, deşta Selûkiyê ya li Başûrê Anatoliya Navîn dikeve, hewl da ku Rûbara Berdana diherike Behra Spî derbas bike. Ji bo têkeve Tersûsa li bakûrê rojavayê Mêrsînê dikeve çawa gava xwe avête Rûbara Berdanê, ji ber giraniya çek û laşê xwe ber bi avê çû û fetisî. Piştî vê artêş belawela bû. Kurê Frîedrîch, prensê herêma Swabîa, nikarîbû leşkeran têxe bin kontrolê. Gelek leşker vegeriyan Almanyayê, lêbelê komek hindik di bin pêşewatiya Frîedrîch bi teva cesedê Barbarossa ber bi Antakyayê dewam kirin. Her çiqas li Akka’ya di bin dorpêça Xaçperestan de duçarî êrişên Misilmanan hatin jî rêya xwe dewam kirin. Alman jî daxilî vê dorpêçê bû. Diyare ku dîroknasên kevn hêza artêşa Alman mezin dikirin û difikirîn ku eger bigihiştina wê Sûriye û Misr di destên Misilmanan de nemana, lêbelê Xwedê bi mirina Barbarossa sitara Misilmanan teqdîr kir.
Bermayiyên Xaçperestan, di bin pêşewatiya Gûy Lûsîgnan li hev kom bûn û Akka’ya ku Selahaddîn Eyûbî piştî Mûharebeya Hîttînê fetih kiribû careke din bi dest bixin êrîşên xwe zêde kirin. Qumandarê sefera Fransiyan Phîlîppe Auguste di 23 Rebiyülewwel 586 H de (31 Nîsan 1191 M) kete bajarê Sûrê û Konrad de Montferrat ew pêşwazî kir. Rewşa Misilmanên li Akkayê, sepana zordariyên Xaçperestan yên him li bejayê û behrê de dijwartir bû. Piştî vekişîna gelek rêberên Misilmanan yên herêma Mezopotamya, Mûsil û Sîncarê, Selahaddîn Eyûbî nikarîbû tiştek bikira. Artêşa Misilmanan ya di bin rêbertiya Selahaddîn Eyûbî de wexta ji bo Akkayê dîsa bistîne ketibû micadeleyê; vekişîna wan rêberên Misilmanên din ên lazim bû alîkariya wî bikirina û bêtaqetbûna leşkeran, miqawemeta wan lawaz kiribû. Rewşek dijwar bû Selahaddîn bi tena serê xwe li hember Xaçperestan û Qralên Ewrûpa têbikoşe. Mixabin, li gel doh û îro ewqas faktorên Misilmanan bikin yek hebin jî dûrketina ji hev û ew qas faktorên dijminên wan ji hev biqetîne hene jî dîsa hatina ba hev rastiyeke xemnak e.
Qralê Fransa Phîlîppe, ev fersend xweş bi kar anî, bêyî ku li hêviya Qralê Îngîlîzan Rîchard bimîne sefên Xaçperestan xist dûzenê û mekanîzmayên dorpêçê nû kir.
Rîchard wexta ji Ewrûpa-Sîcîlya ber bi rexê Sûriyê ve çû, girava Kibrisê ji xwediyê wê yê Bîzansî stend û xist bin kontrola xwe. Wexta xwest têkeve bajarê Sûrê, parêzvanên Sûrê bi talîmatên ji Conradde Montferratê Fransî hatibû nehiştin ew têkevê. Li ser vê Rîchard bi rêya behrê derbasî Akkayê bû, tevlî dorpêçê bû, moralê Xaçperestan bilind bû û rewşa mudafaaya Îslamî hîn xerabtir bû.
Îsa el-Awwam dorpêçê derbas dike
Li Akkayê bûyereke kêm xuya dibe yek jê jî Îsa el-Awwamê Misilman yê ku dorpêç derbas kiribû. Vî zilamê jê re Îsa dihate gotin, bi şev ji ber çavê dijmin direve û bi teva hinek kitêb û pêdiviyan dikeve bajêr, dikeve keştiyên dijmin û di hêla dinê re derdikeve. Şevekê li gel teva sê torbeyên bi xwe ve girê dabû dixwaze di nav avê re derbas bibe, di torbeyan de dînar û fermanên leşkerî hebûn. Lêbelê di vê bûyerê de wefat dike û ev xeber dereng digihêje Misilmanan. Bi piranî, wexta dikete bajêr çûk difiriyan, Misilmanan jî fêm dikir ku ew hatiye. Wexta Misilmanan dît ku çûk nafirin, qene’et anîn ku ew wefat kiriye. Piştî çend rojan lê nêrîn cesedekî li peravê behrê xistiye. Fêm kirin ev cesedê Îsa el-Awwam e. Bi cesed ve zêr û kitêbên mohrkirî dîtin. Micahidan bi van zêran debara xwe dikirin. Ji xêndî vî zilamî, tu kes nayê zanîn ku him wexta jiyana xwe de û him jî bi teqdîra Xwedê piştî mirina xwe emanetê xwe anîbe cih.
Di vê babetê de Îmad el-Esfehanî wiha dibêje: “Ji nişka ve ji holê windabûna Îsa, di derheqê wî de tunebûna xeberan û ji ber bê şop û rêçan mirov ketin gumanê. Bêguman li cem Xwedê cihekî wî yê nuwaze hebû. Xwedê di bin siya îhtîmalan de nexwest rewşa wî veşartî bimîne. Di encamê de cesedê wî yê li peravê Akkayê xistibû hate dîtin. Xwedê bi vêya ew ji îddîayên pûç paqij kirin. Bi xêra vêya gumanên nerast veguhezîn malûmatên qet’î.
Ketina Akkayê û Îxaneta li Peymanê
Rastî ev e ku, êrîşên Selaheddîn yên li hember hêzên Xaçperestan bi serneket. Akka gelekî lawaz ket û Misilman di hundir de di rewşek gelek dijwar de man. Di dawiyê de gelê Akkayê li ser temînata Rîchardê dilşêr radest bûn. Xaçperestan di tarîxa 16 Cemaziyulewwel 587 H/11 Temûz/ 1191 M de, piştî dorpêça du salan ajot ketin Akkayê. Lêbelê Rîchard, piştî kete Akkayê hukmê peymanê binpê kir û peyva xwe bi cîh neanî. Nêzîkî sê hezar Mislmanên di hundir de girt û giş kuştin. (27 Receb 587 Hîcrî/20 Tebax 1191). Selahaddîn li hember vê xerabiyê, bersiv neda û kuştina esîrên Xaçperestan red kir.
Biserneketina Sêyemîn Sefera Xaçperestan
Hûrguliyên derheqê vê mijarê de me pir eleqedar nake, ger hebin jî em dixwazin biserneketina Sêyemîn Sefera Xaçperestan diyar bikin. Lihevxistinên ewil ve Akka ji teref Xaçperestan hat bidestxistin û Qralê Fransa Phîlîppe Auguste vegeriya Fransayê. Lêbelê Qralê Îngîltere Rîchard li Sûriyê salek din jî ma û neçar ma ku bi Selahaddîn re di sala 588 hîcrî/ 1192 mîladî de Peymana Ramlayê îmze kir. Vê peymanê rewşa Misilmanan neguherî û tu tiştê ku di destê Misilmanan dene kêm nekir. Misilmanan tiştê ji Xaçperestan stendibû neda wan. Ji ber vê dîroknas qebûl dikin ku Sêyemîn Sefera Xaçperestan bisernektiye. Lewra li ser ewqas xebatan negihaştin meqseda xwe; biserneketin Axa Pîroz ji Misilmanan bistînin.
Qezenca Sêyemîn Sefera Xaçperestan; bi qasî Ewrûpiyan û frengên li rojhilata ‘alema Îslamê bêhêvî bikin hindik bû. Hêviyên li ser vê seferê hatibû ava kirin cihê xwe ji xeyalşikestineke mezin re hişt. Li hember serokên Xaçperestan sûcdarkirnên tûnd hat kirin. Qralên Ewrûpa bi xeyalşikestin û têkçûnê vegeriyan.
Xeyreta Selaheddîn Eyûbî ya Ji Nûve Avakirina Qudsê û Bicîhkirina Misilmanan
Piştî biserneketina Sêyemîn Sefera Xaçperestan a ku bi bangewaziya papayan bi beşdarbûna filehên katolîk, împarator, qral û derbegan pêk dihat ve, Selahaddîn Eyûbî vegeriya Qudsê û hewl da ku xesara 88 sale di bin dagirkeriya Xaçperestan de pêk hatiye tamîr bike.
Sedema bingehîn a ku Selaheddîn Eyûbî dixwest Qudsê ji nûve ava bike û biguherîne; 90 sal bû Quds di bin dagirkeriya filehan de bû û ji ber wê reng û rêçên filehan li ser xuya dibû û Qudsê rengê xweyê Îslamî winda kiribû.
Selahaddîn Eyûbî ji bo vê armanca xwe pêk bîne tê dîtin ku sê rêbazên bingehîn bi kar aniye: Ewilî rakirin û paqijkirina zêdehiyên bi destê Xaçperestan ve li cihê mekanên pîroz hatiye çêkirin; duyemîn, bi xêra çêkirina birc û sûran ve xurtkirina bajêr; a sêyemîn jî, guherîna hinek avahiyên Xaçperestan ji bo bi kar anîna xizmeta Îslamî.
Siltan cara ewil, berê xwe da herêma mizgefta pîroz a Qudsê û xwest dêr, xwaringeh û avahiyên ji teref “Dawûdiye” yên terîqeta perestgeha şovalyeyan ve hatiye avakirin ji holê rake. Ji bilî wê xêz û rismên di hundir Qubbetus Sexrayê de hatin rakirin û bi ava gulan a ji Sûriyeyê anîne hatin paqijkirin.
Hemçaxê Selahaddîn Eyûbî û nivîskarê biyografiya wî Bahauddîn Îbn Şeddad di vê mijarê de wiha dibêje: Xaçperestan li rojavayê Mescîdê Eqsayê rûbar û cihê bêhnvedanê çêkiribûn. Siltan emir kir vêya rakin û mizgeftê mîna berê bikin. Nureddîn Mahmûd bin Zengî li Helebê ji bo Qudsê mînberek çêkiribû. Siltan mînber ji helebê anîn û li Mescîdê Eqsayê bi cih kir.
Siltan Selahaddîn emir da ku dêrên Xaçperestan ên li Qudsê wergerînin dibîstan, zanistxane, zaviye û nexweşxaneyan. Dêra Ezîz Anna, li bakûrê Hewşa Perestgehê, nêzîkî Deriyê Asbatê mîna berê, weke dibistanê hate restorekirin. Ev dibistan bi navê Selahiya yan jî Nasîrîye tê zanîn û li gor mezhebê Şafiî perwede tê dayin. Qesra Patrîka Fransizan a ku li bakûrê rojavayê Dêra Qiyametê dikeve, weke zawiye hate guherandin. Li rojavayê Qudsê, Şovalyeyên Hospîtaliyan ji xwe re kompleksek û li nava wê de jî dêrek ava kiribûn. Siltan Selahaddîn biryar da vir mîna nexweşxaneyekê (Marîstan) biguherîne û bi dermanên cûrbicûr û malzemeyên tibbî dagirt.
Piştî Sêyemîn Sefera Xaçperestan a ku ji teref Qralê Fransa Phîlîppe Augustus û Qralê Îngîltere Rîchardê Dilşêr ve dihat rêvebirin li peravê Akkayê dîsa bi cîh bûn, Siltan Selahaddîn, ji bo Qudsê biparêze biryar da kelehên şer, birc û sûran ava bikin. Lewra fikar dikir ku Bajarê Pîroz ji teref Xaçperestan dîsa jî bê dagirkirin. Ev peywir; li xwe, kurên xwe, li birayê xwe El-Adil el-Eyûbî û li qumandarên din belav kirin. Evdilletîf bîn Yûsifê him geştyar û him jî hekîm e di kitêba xwe ya bi navê “El-Îfade ve El-î’tîbar fî-l-Umûrî’l-Muşahede ve El-Havadîsî’l-Mu’eyyene bî Erdî Misir” de rewşa dîwana Siltan Selahaddîn a li Qudsê ya wê çaxê neqil dike. Ev dîwan cihê perwerdehiya ‘aliman, cihê rêvebirina karê dewletê û cihê kontrola çêkirina birc û sûrên Qudsê bû. Bexdadî wiha dibêje: “Ez hatim Şamê û min Siltanê Qudsê Selahaddîn dît. Ew qralekî mezin bû, heybeteke berbiçav, dil bi mihabetê tije dibû. Ên bi wî re bûn dişibiyan wî. Şeva ez nû hatim, min dîwaneke bi ehlê ilmê tije dît. Di derheqê mijarên cûrbicûr yên ‘ilmî diaxivîn. Wî bi xweşkahî li wan guhdar dikir û carinan jî tevlî wan dibû. Wê çawa sûr bên avakirin, wê xendeq çawa bên kolan bi hûrgilî li ser disekinî. Girîngiyeke mezin dida kolana xendeqan û avakirina sûrên Qudsê.
Heta El-Baxdadî dibêje ‘Selahaddîn bi xwe di sûran de şuxilîye, kevir li ser milê xwe bar kiriye û ji dewlemendan bigire heta feqîran, ji xortan bigre heta zeîfan re bûye mînakekî dilbijên.’ Selahaaddîn berî roj hilê dest bi kar dikir, heta nîvro dewam dikir, piştre dihat malê xwarin dixwar û îstirehet dikir. Piştî nîvro karê xwe dewam dikir û piştî şev vedigeriya malê di bin ronahiya çiraxan de jî planên roja dinê çê dikir. Hinek hosteyan ji Selahaddîn re gotin kevirê ji xendeqan derdikevin û wê ji bo avakirina sûran bê bikaranîn nerm in. Wî jî got “Piştî tav li keviran bixe wê hişk bibin.”
Siltan Selahaddîn bi alikariya zarok û qumandarên xwe, bi alîkariya Misilmanên ji dil, jê pê ve bi desteka maddî û hêzên însanî yên Emîrê Mûsilê Îzzedîn Mesûd Zengî şandiye û bi xebata du hezar mehkûmên Xaçperestan Qudus hat tehkîmkirin û li dora wê sûr hatin avakirin. Bi xêra vê, bajar li hember êrîşên wê ji hêla Sûriyeyê ji teref bermayiyên împaratoriya Xaçperestan ve were kete ewlehiyê.
Sûrên nû hîn xurt û qayim bû. Gelek avahiyên li derveyî sûrên kevn mabû kete nava sûrên nû. Dêra Sîyon û avahiyên li dora wê daxilî nava başûrê rojavayê Qudsê bû. Bi demê re Selahaddîn û kur û birayên wî ji bo jiyana gel hêsantir bike û lazimiyên bingehîn tedarîk bike pir xebitîn ku hinek avahiyan lê zêde bike. Birayê Selahaddîn, Qral Adil, li rojavayê Qudsê qenaleke avê ava kir. Di nava Qubbetus Sexra û Mescîdê Eqsayê de di şiklê kûpekî de hewzekî bi mermeran hatiye rêxistin çêkir. Di orta hewzê de mûslixek hebû. Ji bo yên werin Mescîdê Eqsayê ziyaret bikin bi awayekî daîmî av hatibû peydakirin.
Piştî xebatên restorasyon û tamîrê hat temamkirin, piştî Qudus kete bin ewlehiyê Selahaddîn vegeriya Şamê. Li wê derê têkoşîna xwe dewam kir û di tarîxa 27 Safer 589 Hîcrî/4 Adar 1193 Mîladî de wefat kir.