Di meydana cengê de piling e hem şêr e
Mêrxas e, şêrxas e, lew dujmin dihêre
Hemze ye, Huseyn e, ‘Elî ye ji demê re
Li Xezze mertal e, hem şûr e ji herbê re
Yehya ye, Sînwar e, jîndar e, şehîdê dîn e
Caferê Teyyar e, ku alê hiltîne
Derba li ser derbê, li neyyara ew datîne
Canê xwe ji bo dînê xwe, hedye dişîne
Warisê nebî ye, li pêy şopa şehîda
Hilanî heyfa wan, ji torinê pêlîda
Ji mirina bi zillet ditirsî lew xwedê da
Şûr hejand, gawir kuşt gîha refê şehîda
Îman xweş îmkan e, da zanîn dil û can
Bi destek şûr hejand, li destê dî Qur’an
Heq mîrac şehadet, rûhê xwe da Rehman
Bar kir çû, sef gire da ket govenda şehîdan
Merşa Yehya Sînwar
Mêrxas im piling im
Pir bi nav û deng im
Dema şûr hiltînim
Li meydanê bi ceng im
‘Elîyê li Xeyber im
Bo ummet rehber im
Caferê Teyyar im
Ez Yehya Sînwar im
Hemzeyê zeman im
Ez merdê merda nim
Şêrxas im gernas im
Ji Qudsê re qurban im
Bi îmkana îmanê
Li hember cihanê
Radibim şer dikim
Dixwînim meydanê
Şahid im, şehîd im
Pir merd im, ‘egîd im
Li ber top û tivinga
Qet çav natewînim
Ey ehlê îmanê
Wijdana we kanê
Ser hildin hûn werin
Werin vê meydanê