Gelî xwendevanên delal! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide em dê di vê rêzenivîsa xwe ya bi navê “Tew Dinya” beşa 28an de bêhnek li ser Sitrana Gula Serhedê û Sitrana Fethûllah Begê Hesenî bisekinin, salên xelayê bibîr bînin û biçin nêv atmosfera wan salan. Ew salên naçarîyê ku bi hezaran însan ji birçîna mirin, koçber bûn, ji war û welatên xwe dûr ketin bûn mihacir û li xerîbîyê bêkes, bêwar man…
Her wekî ku hûn jî dizanin di dawîya qirnê hijdehemîn de Împeretora Osmanî ketibû halê sekeratê li ber mirinê diçû û dihat. Ji lew hêzên dagirker dixwestin vê împeretora sînorfireh di nav xwe de parve bikin. Yek ji wan hêzên koledar jî Ûris bû. Lewma gelek caran di mabeyna Ûris û Osmanîyan de herb derketin. Ev herb nexasim li herêma Kurdistanê dibû sebebê mexdûrîyetên muxtelîf.
Gelek caran Kurdên di Serhedê sînor de ji ber şerrê di mabeyna Ûris û Osmaniyan de ji mecbûrî koçber dibûn, xwe berî berrîyê didan. Ji ber ku debara ehlê Serhedê bi giranî li ser heywandarî û cotvanîyê bû, di hengama şerr de heywanên wan diketin destê neyaran telef dibûn, cotê wan li xwarê diman. Ev jî dibû sebebek ji sebebê xelayê.
Ji ber ku otorîteya dewletê kêm bû, li Anadolê nexasim li Kurdistanê hinek eşqîya û axayan talan dibirin ser hinek cotyar û heywandaran, zîra’et payîmal dikirin, malê wan bi talanî dibirin, ev jî li herêmek muweqqet dibû sebebê xelayê.
Hinek sebebên xelayê jî nebarîna baranê, germa salê, êrîşa kulîyan, rabûna qimil bû. Di destpêka qirnê nozdehem de nexasim di salên wek sala 1845, 1875, 1887, 1894, 1895an de erdhişkiyek dijwar li Anadolê derket. Bi salan zîra’et şîn nehat. Ji xwe di wan salan de ji ber ku rêyên barbirinê zêde tune bûn îmkana neqlîyata mehsûlatên zira’î jî kêm bû.
Ji Serhedê bigre heta Mûş, Sêrt û Wanê ehlê herêmê bi wesîleya ga, hêstir, ker û deweyan zad û zexîreyên xwe yên salê ji deverên wek Amed, Riha, Mêrdîn, Midyad, Heleb û…hwd peyda dikirin. Di dewsa zexîreyan de mehsûlatên heywanî yên wek rûn, toraq, penêr û…hwd dibirin difirotin û zexîreyên xwe dikirîn.
Li Anadolê ji ber ku bi salan baran an qet nebarî an jî kêm barî; mahsûlatên zira’î ên wek genim, ceh, garis û hwd. bi qasî tunebûnê kêm bûbûn. Ê ku hebû jî bihayê wan ji yekî derketibû sed û yekî. Enflasyonek dijwar hebû, kesî nikaribû nan bikire. Carna perê mirov heba jî mirov nikaribû nan peyda bike. Xelayeke dijwar rabû. Bi rastî hema hema li her derê Anadolê xelayek dijwar rabû. Her kes bê nan û dan ma. Însan hêdî hêdî ji birçîna dimirin. Milletên ku li herêma wan tesîra xelayê zêdetir bû hêdî hêdî cihê xwe guhastin, xwe ber bi herêma ku mîqdarek zexîre lê peyda dibû ve berdan. Ji lew di Anadolê de koçberîyek navxweyî dest pê kir.
Ehlê Serhedê jî di wan salan de hem ji ber êrîşa Ûris, hem jî ji ber xelayê ji Serhedê xwe berî berrîyê dan. Ehlê Qers, Wan, Mûş, Erzerom û… hwd bi carek ji cîh û meskenê xwe veqetiyan û berê xwe dan berrîyê ber bi Amed, Mêrdîn, Midyad Riha, Heleb û Siwêrekê ve vekişiyan. Dema ku bi hezaran însan bi mihacirî ketin rê mexdûrîyetên gelek mezin çê bûn. Bi hezaran însan di rê de ji birçîna mirin. Ê ku sax jî man ji bo ku li heyatê bimînin çi bi ber wan biketa dixwarin. Êdî kesî li helal û heram nedinêri, ji goştê mirar bigre heta ê ker, kuçik, mar û kûsîyan însanan her tişt dixwarin. Bapîra min a ku bavê wê bi xwe jî di xelayê de winda bûye û ta nuha jî nehatiye dîtin wek anektod gelek bîranînên xwe yê xelayê bo me vedigot. Carek ji me re got:
-Di meha hezîranê de genimê me li ber çinînê bû. Teneyên wan di simil de zer bûbûn, xalanên min amadehî dikirin ku genim biçinin lê komek mihacir di riya gazê ve hatin dema ku gihan ser zevîya genim, yekber zevî dan ber xwe, her yek ji wan qevdek tevî gîya qevş kirin û hema wisa xwarin. Heta me dît zevîya genim ripî rût ma. Dîsa carek bîranînek xwe wiha got:
-Zengînê gundê me Bedoyê Huso bû. Bi kûpan zêrên wî hebûn lê zêr pere nedikirin. Kesî nikaribû bi zêran jî nan bikire. Ew û malbata xwe wisa birçî bûbûn êdî nikaribû tev bigere, hema rabû kûpê zêran anî li erdê xist û got: “Zêr nayên xwarin nan jî tune.” Di gundê me de du heb biraziyê wî dewlemendî ji birçîna mirin, yek jî dema ku diya wî çûbû da ku koka qaqincokan derîne, bîne bipêje û bide zarokên xwe ji bo ku nemrin mixabin teyrek lê xist û bir. Rewş ew qas perişan bû. Gelek gundîyên me mihacir bûn lê venegerin. Kes nizane ku hene yan tune ne…
Bi rastî ji salên xelayê anektodên ji van anektodan bêtir û xerabtir jî di hafizaya gel de hene ku mirov naxwaze vebêje. Lewra naçarî bi însanên maqûl gelek tiştên ne li rê dide kirin. Lê ji ber ku sînorê vê nivîsê mehdûd e bi vê qani’ dibin û tên sermijara xwe.
Dema ku gelê Serhedê ber bi berrîyê ve koçber dibin; ji ‘Eşîra Hesenan ji milê Torinan; mala ‘Umer jî di bin rêberîya Fethûllah Begê lawê Xalid Begê lawê Rizganê lawê ‘Umer de ji naçarî bo ku li heyatê bimînin ji Serheda Mûşê berê xwe didin berrîyê, diçin li Siwêrega Rihayê li Gundê Cirmanîyê bi cîh dibin. Malbat li wir bi naçarî debara xwe dike. Wek mal di xanîyeke xirabeyê wek kadîn de dimînin. Sermîyanê ku di dest wan de heye wî jî li wir winda dikin didin xwarinê lewra wek her derê welat li wir jî bihayê zexîrê ji yekî derdikeve sed û yekî. Êdî kodek genim bi zêrran difroşin…
Gula birazîya Fethûllah Begê qîzeke bedew, jîr û zana ye. Ji lew em di strana Şerrê Kejik de jî Gulê wek berdevka mala ‘Ûmer dibînin. Gulê hem di wê sitranê de şînê datîne hem jî wesfê mala bavê xwe û dujminê wan bi dadmendî tîne ziman. Aha ev Gula bedew û aqilmend hem ji ber Şerrê Ûris hem jî ji ber xelayê digel malbatê ji Serhedê diçe Siwêrekê. Lê parçekî dilê wê li Serhedê li ba Feyatê Bilikî maye. Lewra dilê Gulê û Feyat weke Leyla û Mecnûn di hev de heye. Ji alîkî ve Gulê bi hesreta Feyat dişewite, ji alîyê din ve malbata wan dike ji birçîna bimre. Ne nan peyda dibe ne dan. Gire girê malbatê dikin nakin nikarin kodek genim peyda bikin. Di wê demê de çend bar genim li cem Remoyê Qeregêçîyê kale heftê salî heye. Dema ku diçin genim bikirin firset dikeve destê Remo. Haya wî ji Gula bedew heye û dengê bedewîya wê bihîstîye. Di hengama bazarê de Remo hişk dide ber bihayê genim pirr zêde dibêje. Di dawîyê de dibêje ku ewê karibe mîqdarek genimê hindik di dewsa qelenê Gulê de bide wan û Gulê ji xwe re mar dike. Nîhayet li gorî beyana hinek dengbêjên wek Keremê Oxçiya piştî bazareke hişk du bar genimê kêmqelîte wek qelenê Gulê diyar dikin û Gulê li Remoyê Qeregêçî didin markirin. Ji ber ku derdê Feyat ji Gulê re heta roja qiyametê dibe derdek bê derman ew bixwe Sitrana Gula Mihacir li ser xwe û rewşa demê çê dike. Ev sitran wek nameyek bê kaxiz dikeve devê dengbêjên Serhedê û ta nuha tê.
Piştî ku Gulê bê dil bi Remoyê Qeregêçî re tê zewicandin demeke kurt diçe halê malbatê hê xerabtir dibe. Bi ser de jî serokê malbatê Fethûllah Begê ku di hengama xortanîya xwe de Alayî Qomûtanîyek Hemîdî, serokê ‘eşîrê, mêrxasek navdar bû di sala 1914ê miladî de li gundê Cirmanîya Siwêrekê wefat dike. Li gorî ku hevalê me yê hêja Ebdullah Oğutê lawê Xiyaseddînê mihacir ji me re ji devê Hecî Cewerê lawê Seîdê Badilîyê ji Gundê Akwêrana Rihayê beyan kir; dema ku Fethullah Beg wefat dike, ehlê malbatê dikevin şînê, dengê wan bilind dibe. Dema ku deng diçe Seîdê Badilî, Seîdê Badilî ji cîranê wan dipirse dibêje:
- “Ev çi hewar û gazî ye.” Cîran dibêjin: “Îxtîyarekî mihaciran miriye şînê dikin.” Dema ku Seîd Badilî diçe dinhêre ku serekê mala ‘Emer Fehthûllah Begê Hesenîyê bavê Sêvdîn Begê ku di nav gel de wek Bavê Lalo dihat naskirin wefat kiriye. Seîdê Badilî li ser vê rewşê li civatê vedigere û dibêje:
- “Sed heyf û mixabin. Ev kes ne kesek ji rêzê ye. Fethûllah Beg e. Maqûlê ‘eşîra xwe mêrxasek torinî, alayî qomûtanê Hemîdî ye, ji sed û heft bavê we maqûltir e. Lê Xwedê jê re nuha xirab lê anîye. Heyf ji we re rabin herrin hem wî binax bikin hem jî serxweşîyek bidin malbatê.” Piştî vê îqazê cîran diçin serxweşîyê û cinazeyê Fethullah Begê li gundê Cirmamîyê vedişêrin.
Piştî ku ev bûyer tê sehkirin dengbêj li ser Fethûllah Beg û naçarîya wî ya salên mihacirîyê sitranan dihûnin. Gulê bi xwe jî hem li ser Fethûlah Begê hem li ser xwe û halê xwe sitran hûnandîye. Ev her du sitran ji wan in ku li ser zarê dengbêjên Serhedê nifş bi nifş gerîyane û gîhane dema me.
Kerem bikin em bi hev re guh bidin sitranbêjê xwe bila ji me re rewşa salên xelayê, rewşa mihaciran binuhurînin;
Ax de lê lê …
Were lê lê ax lê lê ha lê lê
Bêjê: Wî de lê lê Gulê
Gula welatê me Serhedê
Bi ordama xerîbê
Qîza Eshedê Xêlit
Birazîya Riza û Fetê
Şêwra heft bavê Hesena bê li ser wê
Lê lê lê Gulê
Eman felek!
Belkî bira mala te mirat be
Vê sibengê ca bêje:
Gelo te çima li me wiha kir
Min li welatê Serhedê
Qûçekî çê kiribû
Felekê lê xistiye
Qûça min bela kir
Te qol û qanadê min şikênandî
Hustiyê min li pêy heval û hogira xwar kir
Belaya kafirê Sarî Mosko li me rakir
Îsal di pê re mihacirî
Seba nefsa canê min peyda kir
Xelaya malik şewitî
Wek xelaya Ûsiv pêxember
Ca bêje gelo te li me rakir
Te bejna Feyatê Bilikî
Li ber çavê min winda kir
Par van çaxa
Li welatê Serhedê
Koda genim bi du mecîdîya bû
Îsal ji pê ra di kavilya Siwêrekê de
Bi du zêr û sê mecîdiya kir
Gulê dikire gazî digo:
De lo lo Feyatê Bilikî!
Mala te mirat be
Ca rabe serê xwe rake ji axê
Ez temînkî li te kim
Here welatê Serhedê
Malmîrat ez û te va
Tenê li vî welatê hanê xiyalî bêbav mane
Ji mala ‘Umer ra bêje:
Gula welatê Serhedê
Qîza Eshedê Xêlit
Birazîya Riza û Fetê
Remoyê Siwerekê qerwaşî aşa
Bi du kod genimê rizî kirrî li xwe mar kir
Bê lê lê Gulê wayê wayê waaa… ax
Lo lo ca bêje bê gidîno
Hewara Xwedê bê wele nakim, bile nakim
Ez bi Quranê şêxan û Mela kim
Bi kelamê kibraya kim
Remo bi gul be ez bîn nakim
Bi şekir be ez kirt nakim
Bi çûxê Helebê, bi çikdarê Şamê be
Ez li xwe nakim
Îsal ji pê re
Du lawê mi ji Remoyê Siwêrekê hene
Li ber çavê min Evdala Xwedê
Bi du quriş û deh pera kir
Yekî mîna te bimirim
Di sala sed û yekî be
Ez tu cara ji Remo ra malê nakim
Lê lê Gulê hewî lê Gulê
Lo lo gidîno ca bêje
Ezê Gul im Gula zer im
Ez xezala li hember im
Hîv im, hîva li ser gir im
Kulîlka li ser kevir im
Xerîb im, mihacir im
Sitûxwar im kesnenas im
Ca bêje gelo ez ne ji vir im
Ez ji welatê Serhedê
Ji Torinê, ji mala ‘Umer im
Îsal ji pê re du lawê min ji Remoyê Siwêrekê hene
Bi gavê, bi rojê, bi saetê, bi deqîqê bi sanîyê ez li ber im
Hewara xwedê ca bêje:
Gelo îsal ji pê ra
Li kavilya Siwêrekê
Jina Remoyê Kerr im
Min go: Gelî heval û hogira
Der û cînara gazin û loma ji min nekin
Derdê min pirr e
Lewra li dinyayê ez dimirim
Lê Gulê wayê wayê waaa… ax
Eman feleeee… eyk
Bira mala te mirat be
Ca bêje ezê vê sibengê
Ji gula gulekî rez im
Taxima deqa sîng û berê min evdala Xwedê
Fenanî bax û bostanê welatê me Serhedê
Berê bihara bizvirim
Gidîno gelo ca bêje av lê dibezin
Xwedê xirav bike
Ez par van çaxa Gula welatê Serhedê
Bûka mala Hecî Qero
Serdilka Feyatê Bilikî bi tenê bûm
Hela mêze bike li sê rojê mihaciriyê
Li tunebûna dinyalikê
Remoyê Siwêrekî
Bi parsê, bi pûrsê bi pişta kerê
Di kod genimê rizî top kiriye
Li min û li vê dinê
Gidî gelo Gulê li xwe mar kiriye
Pepûk ez im
Hay Lo Mîro (Sitrana Fehullah Begê Hesenî)
Ay bê hay lo mîro, hay lo mîro, hay lo mîro!
Erê berxê mala ‘Emer lo lo bav û kalê te wezîro
Hela rabe ezê çi bikim lo qehwe tîro
Hela tu rabe binhêre
Heya dinya xweş û ava be
Mêrê mêrxas
Îro di xiravbûna vê dewrê de
Ji ser zar û zimana lo nabe ji bîro
Heyla mîro, heyla mîro, heyla mîro!
Heyla mîro! Ca rabe
Mêze bike li vê mijê li dûmanê
Heyra emê çavê xwe digerînin nagerînin
Emê çima Fehûllah Begê bavê Sêvdîn nabînin
Emê nizanin bavê Sêvdîn kanê
Heyran rabe binhêre
Li form û nîşanên Hemîdîyê li bînbaşîyê
Tu rabe form û nişan li nav milan e
Heyran meyê xeber daye ordiya Erzeromê, Ezirganê
Me digo: Mala we şewitiyo
Çima hûn nizanin Fehûllah Begê bavê Sêvdîn
Îro berê xwe daye Siwêreka şewitî
Çûye gundê vê Cirmanê
Bê hay lo mîro, hay lo mîro, hay lo mîro!
Heyla mîro!
Ezê diçûme Cirmana şewtî li bilind ciya
Minê bala xwe didayê Sertîf[1] begê
Ji xwe ra li nava Siwêrekê digeriya
Gulê gazî dikir digo: Sertîf begê!
Agirê kulê bi mala te keto
Mihacirê welatê me Serhedê
Temmamî îro li welatê bav û kala vegeriyane
Heyran ca rabe binhêre
Fethûllah begê bavê Sêvdîn siwarê Belê
Nexweşekî giran e nexweşê nava ciya
Bê heyla mîro, heyla mîro…
Heyran wele Cirman e, xweş Cirman e
Heyra ca rabe binhêr e
Fethûllah Begê bavê Sêvdîn
Nexweş e, nexweşê nav ciyan e
Heyran welatê xerîb e, evdal ez im
Kes meriya nas nake
Çima kesekî pê nizan e
Heyran minê bala xwe dayê
Axa û axalerê welatê Siwêrekê li hev top bûne
Digotin: Kalek ji kalê mihacira
Bê nexweş e nexweşê nav ciyan e
Gulê gazî dikir digo: Gelî axa û axalera
Hûnê mêze bikin li form û nîşanê Hemîdîyê li nava mila
Hê şûr û mertalê bavê Sêvdîn bi darda ne
Heyra bavê Sêvdînê min
Yekî çepildirêj e, navmil pane
Bê evadal ez im simbêla palik li ser lêvan e
Heyran tu rabe ca binhêre
Bavê Sêvdînê min torinê mala Emer Axa
Evdal ez im ji xwe ra ji êl û ‘eşîra Hesena
Wele hêjayî heft bavê we tevan e
Erê Gûlê gazî dikir digo:
Sertîfo! Ezê bi Cirmana Şewitî diketim
Ezdal ez im cîkî hêl û mêl e
Heyran rabe binhêre ezê bala xwe didimê
Wele mihacirê me temmamî ji xwe ra
Berê xwe dane welatê bavan û kala, welatê Serhedê
Heyran rabe binhêre
Ezê çi bikim bavê Sêvdîn siwarê belê
Nexweş e nexweşê nava ciya
Îro nexwweşekî giran e
Li xîmê binê berriye li Cirmanê tu nehêle
Minê bala xwe berdayê
Gulê gazî dikir axa û axalerê Siwêrekê
Hey mala we şeweitiyo!
Hûnê çima nasekinin
Li ba Fethullah Begê lawê Xalit Begê torinê mala ‘Emer
De rabe binhêre xudan êl e
Bê haylo mîro, haylo mîro!
Heyran rabe ezê diçûme Cirmana şewitî
Tu rabe binhêre îro
Bejna bavê Sêvdînê min darekî ji dara bîyê
Heyran minê mêze dikir Gulê av dikşîne ji kanîyê dibê:
Ezê çekê bavê Sêvdîn bişom, ji tozê, ji xubarê ji xweliyê
Heyran rabe binhêre bavê Sêvdîn wefat kiriye
Li xîmê binê vê berrîyê
Heyra rabe binhêre mirin emrê Xwedê ye
Heyfa min nayê li mirina Fethullah begê bavê Sêvdîn Siwarê Belê
Heyfa min tê bi wê yekê
Milletê Siwêrekê dibên
Kalekî ji kalê mihacira miriye
Emê herne serxweşiyê
Bê haylo mîro, haylo mîro!
Hay lo mîro! Wele Gulê gazî dikir digo:
Sertîbo! Welle nabe, bîle nabe
Ezê çi bikim ji xwe ra bavê Sêvdînê min ketiye xewa şîrîn
Ji xewê ranabe
Minê ji xwe ra digo:
Bavê Sêvdîn, siwarê Belê
Êl û ‘eşîra me Hesenan, mala ‘Emer giran e
Şêwr mişêwra wan çima bê te nabe
Tirsa me ji wê tirsê
Îro di dû Fethullah Begê da
Wê aqûbeta mala ‘Emer ji hev bela be
Haylo mîro, hay lo mîro!
Gelî xwendevanên delal! Bi vî hawayî rêzenivîsa me ya bi navê “Tew Dinyayê” beşa 28an jî bi dawî bû. Me di vê nivîsê de sitrana Gula Welatê Serhedê ji devê dengbêjê hêjayê Serhedî merhûm Dengbêj Mihemmedê Canşah, sitrana Fethûllah Begê jî ji devê dengêjê hêja Dengbêj Mihemmedê Şêxweliya/Şaxulya deşifre kir. Eger şaşiyên me hebin em peşînen lêborîna xwe dixwazin.

Resmê Fethûllah Begê Hesenî Alay Qomîtanê 27.ê Alayîyên Hemîdî.
[1] Sertîf Begê Hesenî lawê Fethûllah Begê ye. Di nav gel de wek Sêvdîn Beg/Bavê Lalo jî tê naskirin. Piştî Serhildana Şêx Seîd li Dignûgê ji teref cendirmeyan ve hatiye kuştin. Meqbera wî hêj jî nayê zanîn. Sitrana Bavê Lalo li ser wî hatiye çêkirin.