Rewşengerî, bi demê ve giradayî ye. Her dem û qonax rûşenbîrên xwe jî bi xwe re tîne. Îdrîsê Bedlîsî, Şerefxanê Bedlîsî û Ehmedê Xanî rûşenbîrên serdema xwe ne.
Weke têgeh (te’bîr) rûşengerî; tevgereke di dawiya sedsala 16’an de di gel Ronesansê dest pêkirîye û di sedsala 17’an de gihaye lutke(zirwe)yê.
Tevgera rûşengerî di rojava/xerbê de, li hemû warên wek siyaset, civak, aborî, dîn, huner û edebiyat û dîrokê de wek hişyarîyekê dest pêkir. Bi rengê zanist, hişmendî, ronakbîrî guherandinên bingehîn pêk anî. Ev guherîn, li ser hişmendî û bingehek “dijberî berya xwe” hat avakirin. Ji ber ku ev behsek dirêj e, emê berê xwe bidin mijara xwe ya ku rewşenbîrîya Kurdî ye.
Rewşenbîrî weke tevgerê di nav Kurdan de; di serdema sedsala 20’an de dest pê kirîye. Ji ber ku rewşa Kurdan ji gelek aliyan ve ji wan milletên din cuda bû, “Rûşengerî”ya Kurdan jî bi rengeke cuda çê bûye. Ev çê bûn, li rasta serdama hilweşandina Împeretorîya Osmanî hatîye.
Tevgera rûşengerî di nav Kurdan de, bêhtir li ser nasname, mafên milletbûn, xwedî derketina li ziman û dîroka xwe derdikeve pêş. Û li ser kok û binyat û kevneşopîyeke zexm û bi hêz tê lêkirin. Ne dijberî kevneşopî û binyada xwe ye. Di heman demê de bi mebesta van armancan, rêxistin û tevgerên sîyasi, civakî, ferhengî damezrandine. ‘Alim, şêx, siyasetmedar û zanayên milletê Kurd digel unvanê rûşenbîrî weke serok û rêzan û pêşewa, rêveberî û nûnertîya vê tevgerê dikin. Şîyarbûn û hişmendîyeke hêja rêk û pêk dikin.
Weke nûner û mînakên vê “Tevgera Nû” ya pêşî malbata Bedirxanî’yan derdikeve pêş. Di alîyê sîyasî de li Kurdistanê serhildanekê pêk tînin.
Hacî Qadîrê Koyî wekî Xanî’yê duyem di nav Kurdan de tê naskirin. Em dikarin bêjin nûnerê Edebîyata Kurdî ya Modern û ya ku bi esl û neseb e. Ew hêza rojname û kovar û berhemên edebiyata nû wek roman, şê’ra nû, gotar û çîrok hwd. dizane û vê fikrê dide biraderên Bedirxanî. Wekî ku di helbesta xwe de jî dibêje;
Le dewrî ême roman û cerîd e
Eger çî meqsed e zanînî baw e
Piştî têkçûna serhildanê em vê carê Bedirxanîyan di warê rojname û çapemenîyê de dibînin. Yekemîn rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” di sala 1898’an de li Misrê ji teref kurên Bedîrxan Beg Mîqdat Midhat Bedîrxan û Evdirehman Bedirxan ve hatiye çapkirin û weşandin. Bi ayet û hedîsan di heqqê fêyda ‘ilm û xwendinê de Kurdan hişyar dike. Meqsed û armanca rojnameyê weha î’lan dike; “Di rêya Xwedê de qenciyê li Kurdan bikin.”
Di wê serdemê de; ‘alim û zana û xwendekar û çîna bilind (aristokrat) ên Kurdan exlebên wan li paytextê (Stenbol) dicivîyan. Di rêveberî, perwerde, artêş û sîyasetê de cih digirtin. Yê wek Seyyid ‘Ebdulqadir Nehrî (Serokê Şûraya Dewlet), Şerif Paşa, Yûsuf Zîya Beg, Xalid Begê Cibirî, Malbata Bedirxanîyan, Bedîuzzeman Saîdê Kurdî, Pîremerd, Ehmed Cemîlê Amedî, Kemal Fewzî, Evdirehîm Rehmî, Hemzeyê Muksî, Xelîl Xeyalî, Memdûh Selîm, Mistefa Paşayê Yamûlkî, Mewlanzade Rif'et, Ezîz Baban, Ezîz Yamûlkî, Qazîzade Mistefa Şewqî, Hilmîyê Siwerekî, Encum Yemûlkî Xanim hwd. gelek nivîskar, şair û kesayetan dikarin bijmêrin.
Van rewşenbîrên Kurd gelek komele û rêxistin ava kirine. Wekî ku tê zanîn komeleya yekemîn ya hatî sazkirin di sala 1900’î de bi navê “Komeleya Vîna Zexm a Kurdistanê” (Kürdistan Azm-î Kavi Cemiyeti) ye ku, ji teref Fikrî Efendîyê Amedî hatîye vekirin. Lê belê ji ber zixta seltenetê zêde dewam nekirîye hatîye girtin.
Piştî meşrûtîyeta duyem carek din pêşî li komele û vêkxistin û çapemenî û weşanê vebûye. ‘Alim û zana û rewşenbîrên Kurd di bin serokatîya Seyyîd ‘Ebdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî bi navê “Hevkarî û Pêşketina Kurdan” (Kürt Teavun ve Teraki Cemiyeti) komeleyek saz kirine û dest bi kar kirine. Karê pêşî, wek weşana fermî ya komelê, derxistina kovarek bi navê “Nûçenama Hevkarî û Pêşketina Kurdan” (Kürt Teavun ve Terakki Gazetesi) bûye. Lê mixabin piştî salekê ji teref hikûmeta İttihad û Teraqqîyê ve hatîye girtin.
Di vê demê de hinek rojname û kovarên din jî dest bi weşanê kirine û di warê ‘ilm û zanyarî, rewşenbîrî de xizmet ji milletê Kurd re kirine. Wek “Şarq û Kudistan”, “Kurdistan”(Kürdistan Gazetesi), “Rojî Kurd”, “Hetawî Kurd”, “Yekbûn” hwd. Lê aqubeta van rojname û kovara jî wek ya “Nûçenama Hevkar û pêşketina Kurdan” çêbûye.
Lê ‘alim û zana û rewşenbîrên Kurd her îmkan û fursend bi kar anîne û xebat û xizmetên xwe dumandine. Piştî zixtên hikumeta İttihad û Tereqqî’yê û Cenga Cîhanî ya Evvel timam bûye, dîsa dest bi karê xwe kirine û cihê ku lê sekinîbûn ji wê derê dewam kirine.
Vê carê, ya sereke wekî ku ji yên peyrevên xwe re bûye navend “Komela Pêşxistina Kurdistanê” (Kürt Teali Cemiyeti) ye. Di warê siyaset, civak, ferheng, ‘ilim, edebîyat, huner, fikir, ziman, dîrok, çapemenî hwd. ji Kurdan re bûye navend û merce’. Komele, dest bi weşana kovara “Jîn”ê dike. Kovara Jîn wek weşana nefermî ya Komela Pêşxistina Kurdistanê dest bi weşanê dike.
Di kovarê de, hedef û armancên Jîn’ê weha tê ragehandin. Ku heman demê de hedef û armancên Komela Pêşxistina Kurdistanê ye:
“Jîn ne ji bo berjewendîyên şexsî derdikeve. Armanca wê ew e ku li ser jiyana dîrokî, mafên netewî, edebiyat û civaknasîya Kurdan a bi sedsalan hatine paşguhkirin, agahiyan biweşîne. Nêrîna me ew e ku; ji bo ku milletê Kurd jî di nav milletên cîhanê de cihê ku layiqê xwe, ji xwe re amade bike, ev bi xebat û şêwazên li gor şert û mercên serdemê mumkin e. Belê wextê me ev wezîfe û mesûlîyeta giran girte ser milê xwe, hêvîya me ji xelkê me yê ku ji bo welat û milletê xwe fidakarîyên herî mezin dike ew e ku, maddî ma’newî piştgirî û alîkarîya me bikin. Serkeftin ji Xweda ye.”
Di heman demê de, Komela Peşketina Kurdistanê makekomele bû û li dora wê hin komelên alîgir ên sîyasî û civakî û ferhengî hatibûn sazkirin. ‘’Komela Vêkxistina Civakî’’ (Teşkilat-ı İctimaiye Cemiyeti), "Partîya Neteweyê Kurd" (Kürd Millet Partisi), “Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan” (Kürd Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti), “Komela Xwendekarên Kurd Hêvî” (Kürd Talebe Hêvî Cemiyeti), "Komela Peşketina Pîrekên Kurd" (Kürd Kadınları Tealî Cemiyeti) ji van komele û vêkxistina ne.
‘Alim û zana û rewşenbîrên Kurd, bi komele û, rêxistin û çapemenî û her îmkan û wesîleyên ku di şert û mercên serdemê de hebûne, hemî ji bo hişyarkirin û hişmendkirina milletê Kurd bi kar anîne. Û mafên milletê Kurd yên netewî, însanî, dînî hem di nav Împeretorîya Osmanî de hem ya di ber deravê hilweşandinê de li ser heq û ‘edaletê, di rewş û pergala nû de parastine. Heyet çêkirine û têkilîyên diplomatîk pêkanîne. Di nav sîyasetê de, di nav dîplomasîya navnetewî de temsîlîyeta milletê xwe kirine, heqqê xwe parastine. Xebitîne, zor û zehmetî kişandine û bi mal û can bedel dane. Sirgûn û zindan û şehadet ew ji xebat û xizmetên jibona îstiqbala milletê Kurd paşve nehiştine.
Lê mixabin rewş û pergala sîyaseta cîhanî ya qudretmendên emperyalist, di ‘eleyhiyê milletê Kurd’de bûye. Di plansazî û teqsîmata ku li ser erdnîgarîya Îslamê û Împeretorîya Osmanî kiribûn, cih nedabûn dewleteke Kurdî. Qedera milletê Kurd li ser parçekirin û parvekirina di nav çar dewletan de te’yîn kiribûn. Pêşewa û serokên Kurdan her çiqas da’wa heqqê milletê Kurd kirin jî lê ji ber ku berjewendîyên qudretmendên emperyalîst li gor plansazîya ku kiribûn li ser perçebûnê bû ev daxwazîyên Serok û Pêşewayên Kurdan qebûl nekirin. Firansiya li hember qiyam û serhildana Şêx Seîd Efendî jibo serkupkirinê alîkarîya rejimê, Îngîlîzan serhildana Şêx Ehmed Barzanî û Şêx Mehmûdê Hefîd (Berzencî) bi bombebaranên hewaî serkubkirin.
‘Alim û zana û rewşenbîrên Kurdan di serdema xwe de mesûlîyet û erkên xwe pêk anîne. Lê mixabin çerxa felekê di ‘eleyhîyê wan de zîvirîye. Mijareke dirêj e, bi hêvîya ku di hêjmara duwayî de bidomînin. Wesselam.